Ji bo HDP'ê stranek çêkirin 2019-03-21 08:45:49 MÊRSÎN - Li Mêrsînê, hunermendên jin ji bo HDP'ê bi navê "Jin û Jiyan" stranek çêkirin. Hunermendan bang li her kesî kir ku li dor HDP'ê bibin xelek.  Li Mêrsînê, hunermend Cejna Sarûhan û Ebrû Şahînkaya, ji bo hilbijartina 31'ê Adarê ji bo HDP'ê bi navê "Jin û Jiyan" stranek nivîsandin. Hunermend Bulent Tûran jî muzîka stranê çêkir. Hunermendan, bang li her kesî kir ku li dor HDP'ê bibin xelek.    ‘JI BER HDP, NÛNERÊ DENGA YE'    Cejna Sarûhan, diyar kir ku HDP, nûnerê hemû deng, reng û çanda ye, loma wan stranek ji bo HDP'ê çêkiriye. Sarûhan, destnîşan kir ku ew bawer dikin ku wê HDP, vî welatî bike welatekî demokratîk û got: "Ji ber em bawer dikin ku wê HDP, demokrasiyê, aştiyê bîne vî welatî û ji ber partiya xwezayê û jina ye em dibêjin HDP."    Sarûhan, ji bo 31'ê Adarê bang li her kesî kir ku li dor HDP'ê bibin xelek.    Ebrû Şahînkaya jî, diyar kir ku jin sembola xweza, aştî û vînê ye û got: "Li her derî qad li jinê hatine astengkirin. Bi taybetî jî di qada hunerê de, bi çavekî xirab li jinan tê nerîn. Ev yek bi destê feraseta baviksalarî bi zanebûnî tê kirin. Çimkî feraseta baviksalarî, baş dizane cihê ku jin lê bin talan, şer, dizî û rûxandinê tune ye. Me jî bi vê strana xwe xwest bal bikişînin ser pêkanînên qeyûman, xwezayê û jinê. Divê di hilbijartina 31'ê Adarê de her kes destekê bide HDP'ê."    'JIN Û JIYAN'   Gotinên strana "Jin û Jiyan" wiha ne:   Jin û xortan destan hev Jiyan û xweza ya me ye Denge dayiken me te İsal Bihar ya me ye/ hdp partiya me ye Gelno rabin şiyar bin Li hemberè dakirkeran Jiyanek nú ava bikin Bi keda jin ú dayikan Kom bin desten xwe rakin  Dîsa bèjin HDP e/hdp partiye me ye   MA / Ergîn Çaglar