‘Wê Meclîsa Jina cesaretê bide jinên muteşebîs' 2019-03-16 09:15:32 AMED – Berdevka Meclîsa Jina ya DTSO'yê Nevîn Îl, diyar kir ku newekheviya civakiyî herî zêde di qada aboriyê de xwe dide der û got: "Di bingeha hemû şideta li ser jinê de aborî heye. Wê Meclîsa Jinan cesaretê bide jinên muteşebîs."  Meclîsa Jinan a di bin banê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO), wê di 11'ê Nîsanê de rêveberiya xwe diyar bike. 48 kes wê bên hilbijartin û paşê wê kesên hatine hilbijartinê seroka xwe û desteya rêveberi hilbijêr e.    NEWEKEHVIYA CIVAKIYΠ   Berdevka Meclîsa Jina ya DTSO'yê Nevîn Îl, diyar kir ku wan Meclîsa Jina di 19'ê Sibatê de ragihandiye û armanca wan ew e ku jin bêtir daxilî mekanîzmayên biryardayînê bibin. Îl, anî ziman ku ev yek li Tirkiyeyê cara yekemîn e pêk tê. Îl, bilêv kir ku di bêhevsengiya newekheviya civakiyî de tişta herî zêde xwe dide der aborî ye û ji bo ev newekhevî ji holê rabe, divê jin bi awayekî çalak daxilî bazirganiyê bibin.   ‘NAVÊ WÊ HEYE LÊ EW BIXWE TUNE YE'    Îl, destnîşan kir ku herî zêde newekheviya jin-mêran di qada bazriganiyê de xwe dide der û li hemû qadan keda jinê tê binpêkirin. Îl got: "Di bin banê DTSO'yê de 2 hezar û 200 jin qeydkirîne û ji evana tenê erka îmzeyê ya temsîlî ya hezar û 800 kesî heye. Yanî navê jinê heye, lê belê jin bixwe tune ye. Me sedemên vê bi awayekî zanyarî lêkolîn kirin. Em ê di bin banê DTSO'yê de bibe navendeke ku piştgiriyê bidin jinan. Jinên muteşebîs dikarin bên vira û di warê fikrî de em dikarin alîkariya wan bikin. Her wiha em bi hev re pirsgirêkên wan jî çareser bikin."    ‘WÊ CESARETÊ BIDE JINAN'    Îl, anî ziman ku armanca wan ew e ku li saziyan hejmara jinan zêde bibe û jin bibin endamên meclîsan. Îl got: "Wê jin bi saya vê meclîsê bêyî tirs û xofek wê hebe daxilî kar bibe. Wê ev meclîs cesaretê li jinan peyda bike."    Herî dawî Îl, bilêv kir ku li sedema şideta li ser jinê aborî ye û got: "Em baş dizanin di vî warî de bar û berpirsiyariya me giran e. Em ê ji bo wekheviya di bazirganiyê de tev bigerin. Ji bo jinên muteşebîs li qadê bin em ê bixebitin."    MA / Esra Solin Dal