Nivîkar Femînîst Gargallo ji bo Guven peyam şand: Çalakiya we muezeme 2019-02-07 15:56:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar Femînîst Francesco Gargallo, ji bo Leyla Guven peyama piştevaniya şand û got: “Çalakiya girtiyeke ku ji mirovan re bûyî hêvî û ji bo azadiya xwe bi dest bixe, jiyana xwe bi greva birçîbûnê kiriye nava rîskê, cesaretek muezeme.”    Nivîskar Femînîsta Îtalî Francesco Gargallo ya bi eslê xwe ji Meksîkayê ye, ji bo Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 92 rojin li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye, peyam şand.    Peyama Gargallo wiha ye:    “Leyla, jiyana te ji bo femînîstan girîng e. Ji ber ku te bi me da nîşan dan ku divê em li dijî îşkecê, tecrîda li girtîgehan, mafê me yê jiyanê ya dinava aştiyê de tê redkirin û baviksalariyê canê xwe danin holê. Çalakiya girtiyeke ku ji mirovan re bûyî hêvî û ji bo azadiya xwe bi dest bixe, jiyana xwe bi greva birçîbûnê kiriye nava rîskê, cesaretek muezeme.”