‘Di meha Çile de 43 jin hatin kuştin’ 2019-02-06 16:07:54   ENQERE - Platforma Emê Cînayetên Jinan Rawestînin, rapora xwe ya meha Çile ya sala 2019’an eşkere kir û diyar kir ku  di meha Çile de 43 jin ji aliyê zilaman ve hatin kuştin. Platforma Emê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP), rapora xwe ya meha Çile ya sala 2019’an a darbarê tundiya li ser jinan de amade kir, ji raya giştî re eşkere kir. Li gorî rapora hat amadekirin, îstîsmara zarokan û tundiya zayendî ya li ser jinan zêde bûye.   MIRIN 10 JINAN BI GUMENE    Li gorî raporê, di meha Çile ya 2019’an de 43 jin hatin kuştin, îstîsmar û tundiya zayendî ya li dijî jin û zarokan berdewam dikin. Di raporê hat diyar kirin ku dinava cînayetên jinan ên di meha Çile de pêk hatin, 10 jê ji wan bi gumanin û wiha hat gotin: “Ger tedbîr neyên girtin, ceza neyên dayîn û sûcdar neyin dîtin û darizandin dê tundiya li ser jinan zêdetir bibe.”   DI MEHA ÇILE DE LI EDENEYÊ 4 JIN HATIN KUŞTIN   Li gorî raporê bajarên cînayetên jinan lê rû dan wihane: “Li Edenê 4, li Stenbolê 3, li Eskîşehîrê 3, li Enqerê 2, li Îzmîrê 2, li Konya 2, li Hatayê 2, li Meletiyê 2, li Edîrne 2, li Bartînê 1, li Burdurê 1, li Denîzlî 1, li Duzce 1, li Qeyserî 1, li Kirşehîrê 1, li Kocaelî 1, li Kutahya 1, li Manîsa 1, li Mugla 1, li Mêrsîn 1, li Ordu 1, li Osmaniye 1, li Sakarya 1, li Rija 1, li Trabzon 1 û Zonguldak 1, bi giştî 43 jin hatin kuştin.”    30 JIN RASTÎ ÊRÎŞÊN ZAYENDÎ HATIN    Di heman demê de hat diyar kirin ku 30 jin rastî êrîşên zayendî hatine û hêjmara rastîn ji vê zêdetire û îstîsmarên li ser zarokan jî berdewam dikin.