Cenazeyê 38 jinan di gora komî de hat dîtin 2019-01-11 12:05:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Mûsilê di goreke komî de, cenazeyê 38 jinan hat dîtin.     Li gorî agahiyan, 40 kîlometre nêzî başûrê gundê Kabîr ê navçeya Şora ya Mûsilê, goreke komî hat dîtin. Hat diyar kirin ku di gora komî de cenazeyê 38 jinan hetiye  dîtin û li gorî lêkolînên hatin kirin, ev jin ji aliyê DAIŞ'iyan ve hatine kuştin. Ji bo nasnameya cenazeyan bên tespît kirin, lêpirsîna hatiye destpêkirin.    Weke ku tê zanîn DAIŞ di Hezîrana 2014'an de ketibû Mûsile û ya sala 2017'an de weke paytexta xwe îlan kiribû û bi hezaran kes ji aliyê DAIŞ'iyan ve hatibûn qetilkirin. Li bajêr heya roja îro nêzî 200 gorên komî hatine dîtin.