Keskîn: Sakîne ji bo tevgera Kurd şexsek girîng bû 2019-01-08 12:27:49 STENBOL - Parêzer Eren Keskîn, diyar kir ku bi zanebûn sê siyasetmedarên jinên Kurd ê li Parîsê hedef girtin û got: “Sakîne Cansiz yek ji kesên herî bi bandor ên min di jiyana xwe nas kiribû. Bi axaftinê pirsgirêk çareser dikirin. Ji bo Fîdan Dogan jî tim tiştên xweşik tên bîra min.”   Bi ser qetilkirina sê siyasetmedarên jinên Kurd Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Rohanî) ên li Buroya Engormasyona Kurdistan a Parîsê hatin kuştin re 6 sal derbas bûn. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê Eren Keskîn, hem derbarê cînayeta sê jinên kurd û hem jî şexsiyeta Sakîne Cansiz ya di salên 1991’an û Fîdan Dogan a ji derveyî welat naskir de axivî.    ‘DARAZA LI TIRKIYEYÊ Û FRANSAYÊ PÊŞ NEKETIN’   Prz. Keskîn, diyar  kir ku pirsgirêka gelê Kurd tevahiya cîhanê eleqeder dike û wiha axivî: “Ji ber vê cînayeta sê jinên kurd bi planên hemû dewletan pêk hat. Ji bo sergirtina darizandinê, gelek dewlet ketin nava liv û tevgerê. Delîl hebûn. Ji her tiştî girîngtir li Enqerê dosyayek hebû. Daxuyaniyên endamên MÎT’ê yên li Enqerê yên derbarê vê dosyeyê de hene. Ligel vê jî daraza li Tirkiyeyê û Fransayê pêş neketin.”   ‘EM XWEDÎ DOZÊ DERNEKITIN’   Keskîn, da zanîn ku lêpirsîna li Fransayê pir dirêj kir û wiha got: “Ev yek ez şaşwaz kirim. Weke ku li bendê man kujer bimire. Kujer mir û doz jî weke ku bi encam bû, bê xwedî ma. Lê li wê derê 3 jinên hatibûn kuştin hebûn. Ev cînayeta hemû erdnîgariya Kurdan eleqeder dike. Ev Kurdan eleqeder  dike. Kurdistinê eleqeder dike. Ji ber ku Sakîne Cansiz ji bo tevgera Kurdan şexsiyet girîng bû. Lê ligel vê jî tu encam nehat bi dest xistin. Ev xwe ji dixim navê de û hemû hiqûqnasên Kurd ên li Tirkiye û Kurdistanê dijîn rexne dikim. Bi awayeke têr û tije em xwedî vê dozê derneketin.”   ‘BI ZANEBÛN ROJBÎN Û SAKÎNE HATIN HILBIJARTIN’   Keskîn, anî ziman ku kujer Omer Guney bi zanebûn hatibû hilbijartin û wiha bilêv kir: “Kujer demek dirêj bû dinava tevgera Kurd de cih digirt. Gelek mirovên ji bo civînên navneteweyî çûbûn Parîsê ev kes dîtibûn. Min jî dîtibû. Heta kujer carekê axaftinên min werger kirin. Guney ê cînayet pêk anî, bi awayekê pir rehet dikarî bû bike Parlementoya Fransa yê jî. Bi zanebûn Dogan û Cansiz kirin hedef. Em kujerên wiha ji serdema Îttîhat-Terakkî ve dibînin. Kesên nexweş û kesên digirtîgehan de tim weke qatil hildibijêrin. Li gorî min jî ev kes di wê çarçoveyê de hilbijartin.”   ‘DIVÊ DARAZA FRANSA BINIRXÎNE’     Keskîn di dewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Di 4’ê Tebaxa 2017’an de li herêma Dûkan a Kurdistana Federal HPG’iyan rêveberên MÎT’ê Aydin Gunel û Erhan Pekçetîn girtin. Gunel û Pekçetîn îtîraf kirin ku hiyerarşiyeke hata Erdogan diçe ferman dan ku 3 jinên Kurd bên qetilkirin. Ger em bifikirin ku Guney bi tena serê xwe biryara cînayetê daye, wê demê emê ketina dozê jî fêm nekin. Guney ji aliyê hin kesan ve hat bi kar anîn. Divê ev kes derbikevin holê. Lazime ku daraza Fransa hemû aliyên cînayetê binirxîne.”    ‘YEK JI KESÊN HERÎ BI BANDOR ÊN MIN NAS KIRÎBÛ’   Keskîn, destnîşan kir ku Cansiz dema sala 1991’an de ji girîgehê derket hat buroya wê û wiha pê de çû: “Wê demê em hev nas kir. Ez wê demê parêzerek pir ciwan bûm. Beşdarî gelek dozan dibûm. Rojekê deriye buroya me bi lezgîn hat vekirin. Sakîne ket hûndir û got; ‘Ez dixwazim vê parêzera me ya bi cesûr û xemilandî nas bikim.’ Em wisan bûn heval. Dûre min wê li Stenbolê gerand. Piştre ez çi dema çûbam civîneke derveyî welat, dihat ez didîtim. Bi şev me sohbet dikir. Cansiz ji bo min mirovek girîng e. Li gorî min Sakîne Cansiz femînîstek rast e. Her tim bi axaftinê pirsgirêk çareser dikirin. Zilamê herî nêzî xwe jî rexne dikir û weke jinekê li dijî desthilatdariya zilam tim bi helwest bû. Sakîne Cansiz yek ji kesên herî bi bandor ên min di jiyana xwe nas kirî bû.”         ‘ROJBÎN LI FRANSAYÊ WEKE ŞAHIDÊ HEMÛ KESAN BÛ’   Keskîn, dest nîşan kir ku ew Fidan Dogan jî nas dike û  wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rojbîn li Fransayê şahidê hemû kesan bû. Her ku ez diçim civînên Fransê Rojbîn ez pêşwazî dikirim. Em bi hevre digeriyan û em xwarin bi hev re dixwar. Dema nûçeya kuştina sê jinên kurd di TV de hat weşandin, bi telefonê li Rojbîn geriya. Min got teqez derbarê bûyerê de agahiya wê heye. Lê telefona wê girtî bû. Dema ez gehiştim buroyê navên wan hatin weşandin. Gava min dît navê Rojbîn jî dinav de, pir bandor bûm. Ez wê rojê qet ji bîr nakim. Cîhaneke berfireh a Rojbînê hebû.”   MA / Sadiye Eser - Yasîn Kobulan