‘Modela hevserokatiyê li dijî pergala deshilatdar e’ 2018-12-03 09:32:39 AMED – Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan got: “Pergala hevserokatiyê li dijî newekheviya zeyndî cudahiyek e û modela jiyana hevpar e. Ev model ji bo hemû netewan û çandan derbas dibe.”  Pergala hevserokatiyê di cîhanê de yekemîn car ji aliyê Partiya Kesk a Alman ve pêk hat. Li Tirkiyeyê jî bi pergala hevserokatiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek saziyan pergala hevserokatiyê di tizûka xwe de bicih kir.   Yekemîn car di sala 2005’an de Partiya Civaka Demokratîk (DTP) a hat girtinê pergala hevserokatiyê xist meriyete û vê modelê li nava şaredariyan belav kir. Jinên siyasetmedar pergal ango modela hevserokatiyê nirxandin.    ‘LI DIJÎ PERGALA DEWLETÊ MODELA HEVSEROKATIYÊ’    Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan diyar kir ku wan di nava pergala hevserokatiyê de pozîsyona xwe girtine û got: “Em modela desthilatdariyê qebe û dagirker pênase dikin. Desthilatdarî li ser pergala yekperistiyê rêveberiya xwe ava dike. Modela hevserokatiyê li dijî pergala dewletê ya zilam di nava civakê de nêrînê diguherîne. Modela hevserokatiyê li dijî ne wekheviya zayendiyê cudahiyê diafirîne. Ev modela hevserokatiyê tenê ji bo jin û zilaman e. Di heman demê ev model ji bo çand, dîn, ziman û neteweyên cuda ye.”    'MODELA HEVSEROKATIYÊ DESTKEFTIYA HERÎ MEZIN E’    Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Amedê Fîlîz Buluttekîn jî destnîşan kir ku yek ji destkeftiyên herî mezin ê têkoşîna azadiya jinan modela hevserokatiyê ye û got: “Model di çarçoveya têkoşîna azadiya kurd û paradîgma Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de hatiye avakirin. Jin li her qadên jiyanê têdikoşin. Jin di nava jiyanê de, partiyê siyasî û li gellek qadan xwedî biryara modela hevseroktiyê ne. Ev model jî yek ji bidestxistina herî mezin e. Modela Hevserokatiyê nêrîna civakê ya desthilatdar û zilam guherand. Divê ji bo temsîliyeta hevserokatiyê jin ji bo bernamzetiyê serlêdanan bikin.”