‘Tundiya li dijî jinan dinava 16 salan de ji sedî hezar û 500 zêde bû’ 2018-12-02 16:50:11 ENQERE – Platforma Jinan a Keçîoren, diyar kir ku tundiya li dijî jinan di desthilatdariya AKP’ê ya 16 salan de ji sedî hezar û 500 car zêdetir bûye û bal kişand ser berxwedana jinên Kobanê û Efrînê û girîngiya têkoşînê.    Platforma Jinan a Keçîoren, di çarçoveya piştevaniya li dijî tundiya li ser jinan, bi dirûşmeya “Jin li dijî tundiya zilam û dewletê, tecawîz, tacîz, xizantî û bêewlekariyê hene” li Navenda Çanda Yûnûs Emre çalakiyek pêk anî. Bi salona çalakiyê ve dowîzên “Jin jiyan azad” û “Em jiyanê dixwazin,” û wêneyên çalakiyên jinan hatin daliqandin. Li ser navê platformê Şukriye Ercan di çalakiyê de axivî.    Ercan, diyar kir ku tundiya li dijî jinan di desthilatdariya AKP’ê ya 16 salan de ji sedî hezar û 500 car zêdetir bûye û wiha got: “AKP’ê di serî de tecrîd kûr kir, aştî weke sûc dît û bi feraseke şer tundiya li ser jinan zêdetir kir. Dewleta AKP û MHP’ê li Rojhilata Navîn, li hemû qadên gelan, jinan û zarokan polîtîkayên şer bi rêve dibe. Êrîşên îro li ser Efrîn û Kobanê, berdewama polîtîkayên dagirkerî û tundiyê ne. Jinên Efrînî yên ax, beden û çanda wan rastî êrîşan hatin û bi darê zaro hatin koçberkirin. Em ê heya dawiyê piştgiriyê bidin deng û qîrîniya berxwedana jinên Efrînê û têkoşîna xwe birêve bibin.”   Piştî daxuyaniyê sînevîzyon û şano hatin pêşandan. Dûre çalakî bi guhdarkirina starên Koma Tersname bi dawî bû.