Du xwişkên rastî tacîza bavê xwe hatin vegotin 2018-11-30 12:49:21 RIHA - Du xwişkên mîna xwişka xwe ya biçûk bi awayê pergalê rastî îstîsmara zayendî ya bavê xwe Huseyên N. hat, bûyerên bi serê wan hatî vegotin. Xwişkên ji bo berdana bavê xwe bi fikarin, gotin, “Ma divê bavê me tecawîzê me bike?”   Du xwişkên hev Z.N. a 18 salî û R.N. a 23 salî piştî bûyera bi serê wan hat ket rojeva raya giştî hatin “parastin” tiştên jiyan ji Ajansa Mezopotamya (MA) re vegotin. Du xwişkên hev ên mîna  xwişka Z.N. a 14 salî bi awayekê pergalê rastî îstîsmara zayendî ya bavê xwe Huseyîn N. hat, îsyan kirin.    ‘EZ TU CARÎ BÊNDENG NEBÛM’   R.N. a 23 salî diyar kir ku hîn 9 salî bû rastî îstîsmara zayendî ya bavê xwe hat û wiha axivî: “Dema ez rastî îstîsmarê hatim, min ji meta xwe re got. Lê baweriya xwe b imin ne anî. Ji ber vê heya demekê li hemberî tacîzên bavê xwe bêdeng mam. Ligel ku ez 9 salî bûm jî, min bavê xwe dehf dida. Min xwe bi wî re aciz dikir û di qêriyam. Dayika min dengê min dibihîst, lê bavê min bi hincetên cuda ser bûyerê digirt. Mirov ji min pirsa çima wê demê bêdeng bûm dikin. A rastîn min dengê xwe derdixist. Min bavê xwe dehf dida û tim asteng dikir. Lê disan jî tim tacîzê min dikir. Ji tirsan min ji dayîka xwe re nedigot. Dema 14 salîbûm min ji dayîka xwe re got. Dûre min û dayika xwe ji meta min re vegot. Lê meta min got ‘Hûn keçin dê navê we derbikeve’ û wisan ser bûyerê girt. Dayika min gotin ‘hûn bi xwe tedbîrên xwe bigirin.’”    ‘MIN XWIŞKA XWE JÎ HIŞYAR KIR’   R.N. da zanîn ku wê xwişka xwe jî li dijî tacîza bavê xwe hişyar kir û wiha bilêv kir: “Bavê min xwest ji bo keçek 13 salî min bide zilamekê 60 salî. Wê demê ez beşdarî bernameyek zindî ya telefîzyonek taybet bûm û min got ‘Bavê min dixwaze bi zorê min bide ziwicandin.’ Li ser vê yekê tirsiya û dev ji zewicandina min berda.”   JI BO JI TACÎZA XELAS BIBE DIZEWICE   R.N. destnîşan kir ku rojekê dema kesek li malê nebû, bavê wê êrîşî wê kiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Min ji dayika xwe re got. Bav û dayika min tim li ser vê nîqaş dikirin. Ji bo ku ji tacîza bavê xwe xelas bibim, neçar mam ku bi kesekê nas nakim re bi zewicim. Ji ber vê di temenê zaroktî de zewicîm. Vê carê jî rastî tundiya vî zilamî hatim. Zilamê ku ez pêre zewicîbûm, rojê ez ji wesayîtê avêtim û  lingê min şikest. Dûre bi zarokê xwe yê 5 salî re hatim gel dayika xwe. Min her tişt da ber çavê xwe ji necarî carek din vegeriyam mala dayik û bavê xwe. Dîsan bavê min dest bi tacîzê kir. Lê piştî îstîsmara zeyendî ya bavê min derket holê, di doza berdanê ya min de, keça min dan bavê wê.  bidin bavê wê. Heya ez keça xwe negirim, ezê dest ji vê dozê bernedim.”    ‘TIM BI GUMAN BÛM’    Z.N. a 18 salî ya rastî tacîza bavê xwe hat jî, diyar kir ku dema 13 salî bû bavê wê dest bi tacîza wê dike û wiha axivî: “Li cihên ku dayika min ne didît ez tacîz dikirim. Ji nişkan de dihat. Ji ber vê tim bi guman bûm. Rojekê xwişka min Z.N. a 14 salî êşa wê hebû. Ji ber vê dayika min ew bir nexweşxanê û em fêrbûn ku rastî tecawizê hatiye. Ez hatim malê û min daxwaznameyek nivîsand û ji dozger re şand. Dozger biryar da ku bavê min bigire. Piştî du rojan bavê min hat girtin. Ger em ne axivîbûna, dê rewş pir cudatir bûya. Dê li ser bûyera xwişka min a 14 salî bihata girtin. Kes rewşa me nafikire. Em dixwazin bê cezakirin. Xwişka min 14 saliye û niha derûniya wê pir xerabe.”    ‘EZ RASTÎ HEQARETÊN PARÊZERÊ BAVÊ XWE HATIM’    Z.N. da zanîn ku rojekê çû hevdîtina parêzerê bavê xwe û wiha bi dawî kir: “Parêzer heqaret li min kir. Min got ‘tu çawan parêzertiya zilamek wiha dikî.’ Lê dîsan heqaret li min kirin û ji min re got ‘baweriya dozger bi we nayê. Dê bavê te berdin.’ Li ser vê min xwe pêre aciz kir. Parêzer ji min re got ‘keça min mîna te ne bênamûse.’ Ji ber vê ezê giliyê parêzer jî bikim.”    FÎNCANCI: DIVÊ LÊPIRSÎNEK BI BANDOR BÊ KIRIN   Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci jî, diyar kir ku divê lêpirsînek bi bandor bê birêve birin û wiha axivî: “Tenê divê di aliyê fîzîkî de neyê dest girtin, di aliyê îstîsmara zayendî de jî bê bi dest girtin. Ji bo naskirinê divê aliyê ruhî jî bê nirxandin.”   MA / Arjîn Dîlek Oncel - Erdogan Alayumat