Meclîsa Jinan a HDP'ê: Me duh li ber xwe da em ê îro jî li ber xwe bidin 2018-10-11 14:03:32   ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemir, operasyona li dijî siyasetmedar û rojnamegeran şermezar kir û wiha got: “Ev operasyon nişaneya têkçûna AKP’ê ye. Çawa me di salên 1990’an û operasyona 'KCK'ê ya 2009’an li ber xwe da, em dê niha jî li ber xwe bidin."    Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dîlan Dirayet Taşdemîr, der barê rojeva jinan, operasyona li dijî 9 bajarên ku navenda wê Amed e pêk hat û geşedanên dawî de li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Taşdemîr, ewil bal kişand ser operasyona li dijî HDP’ê û rojnamegeran û wiha got: “Operasyona qirkirina siyasî ya li dijî partiya me didome. Li dijî siyaseta demokratîk, hevparên wê û saziyên me yên jinan ji 7'ê Hezîrana 2015'an de bi awayekî rêk û pêk ev operasyon didomin. Bi konsepta ‘Plana têkçunê" li dijî hêzên demokrasiyê pêngavek nû dan destpêkirin. Armanca wan ewe ku faşizmê bikin sazî û bi kok bikin. Dixwazin bi konsepta tundiyê kurdan, jinan û saziyên demokratîk bêdeng bikin û wan ji daxwazên ên demokrasiyê dûr bixin. Kesên ku vê fermanê didin bila baş zanibin ku kurd û jinên rastî êrîşan tên heta niha tu carî serî netewandin û dê tu carî li hemberî van êrîşan serî netewîne."    LÎSTIK DUBARE DIBE'   Dîlan Dîrayet Taşdemir, ani ziman ku bi heman konseptê "Operasyona KCK'ê pêk hat û heman lîstik û sanaryo berdewam dike û wiha got: “Îro ev operasyon berdewama heman lîstikê ye. Lîstik xwe dubare dike. Wê demê jî bi hezaran siyasetmedarê kurd, aktîvîstên jin, akademîsyen û rêveberên navçe-bajaran hatin binçavkirin û girtin. Yên wê demê li dijî siyasetmedaran operasyon pêk anîn îro wekî rêveberê 'Rêxistina terorê' girtî ne. Yên ku hiqûq û demokrasî ji holê rakirin îro pêdiviya wan bêtir bi demokrasî û hiqûqê heye. Îro jî kesên van operasyonan pêk tînin dê sibê di heman rewşê de bin. Dê pêdiviya wan ji hiqûq û demokrasiyê hebe."    MALAN TALAN DIKIN   Taşdemîr, destnîşan kir ku ji kesên hatine binçavkirin jê 67 kes aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ne û wiha lê zêde kir: "Bi taybetî herî zêde jin hatin binçavkirin. Heta niha nêzî 300 kes hatin binçavkirin. Dema bi ser malan de digirin malan talan dikin. Deriyan dişkînin û malan tev li hev dikin." Taşdemîr, wêneyê şikandina deriyê mala Leyla Guven nîşan da û wiha got: "Bi ser mala Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven de girtin. Li ruxmê Leyla Guven girtî ye û ne li mal e jî dîsa bi ser mala wê de digirin. Mal talan kirine. Hem Leyla Guven dîl girtine û hem jî bi ser mala wê de girtin û talan kirin. Êrîşî vîna gelê kurd dikin. Şikandina deriyan şikandina vîna mirovan e. Bi ser mala Hevşaredraa me ya Hazro Guler Ozsavci de girtin. Bi postalên piyê xwe pêl wê dikin. Guler Ozsavci bi vîna gel hatiye hilbijartin. Ev heqareta li dijî vîna gel e."    'OPERASYON TÊKÇÛNA AKP'Ê YE'    Taşdemîr, herî dawî bal kişand ser binçavkirina Endamê Serokatiya Dîwana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hilmi Aydogdu û wiha bi dawî kir: "Aydogdu di bin çavan de krîza dil derbas kir. Berpirsiyarê krîza dil kesên operasyon pêk anîn e. AKP ji ber têk çûye ji bo ser krîzê û têkçûna xwe veşêre van operasyonan pêk tîne. Lê dê nikaribe ser vê têkçûn û krîzê veşêre. Sedema vê operasyonê têkçûna AKP’ê û dijminantiya AKP'ê ya li dijî vîna jinê nişan dide. Îro li dijî vîna jinê û xeta tekoşîna azadiya jinê êrîş heye. AKP 16 salin vî şerî dimeşîne. AKP dixwaze li gorî xwe jinê bi rêve bibe. Hemû jinên li dijî vê yekê derdikevin dibin hedef. Jinên polîtîkayên AKP’ê teşir dikin tên binçavkirin. Em dubare dibêjin ev operasyon nişaneya têkçûna AKP’ê ye. Çawa me di salên 1990’an û operasyona 'KCK'ê ya 2009’an li ber xwe da, em dê niha jî li ber xwe bidin. Divê kesên hatine binçavkirin, demildest bên berdan."