'Divê Konfederalîzma Demokratîk a Jinên Cîhanê bê avakirin' 2018-10-10 12:10:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Encamnameya 1’emîn Konferansa Jinên Navnetewî ya bi dirûşma “Şoreş di qonaxa pêkhatinê de ye” ya Tora Jinan Siberojê Dihûne ku li Zanîngeha Goethe ya li bajarê Elmanya Frankfûrtê hat lidarxistin, hat eşkerekirin. Di encamnameyê de, hat diyar kirin ku divê Konfederalîzma Demokratîk a Jinên Cîhanê bê avakirin.    Di dîroka 6-7’ê Cotmehê bi beşdarbûna zêdetirî 500 jinên li seranserî cihanê1'emîn Konferansa Navnetewî ya Jinan hat lidarxistin. Encamnameya 1'emîn Konferansa Jinan ji raya giştîr re hat eşkere kir û di encamnameyê de wiha hat gotin: "Gelek rûyên şer hene ku li dijî jinan tê birevbirin. Bi rêyên nijadperest, mêtîngerî, kapîtalîzm û rêyên cûda îtifaq têne avakirin; carê yên ku dijminahiya jinan dikin û ji bo desthilatdariya zilam seferber dibin û ji bo wê xwezayê qetil dikin ev rewş car car di Erdogan, Dûterte, Mondî, Pûtîn û Trûmp de jî xuya dike. Bi heman şêweyî li El Salvador, Gûatamala û Hondûrasê çete hene.”   JIN ÇI DIJÎN?   Di encamnameyê de ev tişt hatin gotin;“Li Efganîstanê torên şer hene. Li Îranê dadgehên dewletê yê cezayê darvekirinê li dijî jinan pêk tînin hene. Li Ewropa û Dewletên Yekbûyî dewriyeyên sînor hene. Li Ewropa û hem jî li Efrîqayê bazirganiya jinan hene. Li Rojhilata Navîn jî DAIŞ û çeteyên cîhadîst hene. Li her devera cîhanê kapîtalîstên ku keda jinan dixwin hene, bi dehan leşkerên bi pere yên jinan esîr digirin hene. Dewlet û dadgehên ku faîlên jinan diparêzin û jinan ceza dikin hene.”   ‘LI HER DERÊ TÊKOŞÎN DIDOME’   Di dewama encamnameyê de wiha hat rêz kirin: "Tevî van hemûyan jî têkoşîna jinan didome. Yên ji bo mafê mirovan kar dikin, femînîst, şervanên jin, siyasetmedar û aktivîstên jin hene. Li Yemenê tevî hemû tiştan jinên ku dixwazin zarokên wan bijîn hene. Li Misirê hem li dijî olî û hem jî li dijî dîktatoriyê jinên têdikoşin hene. Di nava civaka Êzidî de jî tevî destavêtin û zextan jî jinên ku dixwazin li ser lingan bimînin û kesan rizgar bikin hene. Li Balkanan jinên ku dixwazin aştiyê bînin civak û cîhanê têdikoşin hene. Li Arjantînê jinên ku yekîtî û rêxistin ava kirine hene. Koçberên Sûriyeyî, Lîbyayî, Amerîkaya Navîn û Rojhilatê Efrîqa ku dixwazin malbatên xwe bigihînin cihên ewle hene. Jinên Zapatîsta yên ku di xwazin li her herêmê têkoşîn û avakirinê pêk bînin hene. Û li Rojava jî jinên şoreş ava kirin û ji cîhanek din re bûyîn pêşeng hene.”   'EM DI QONAXA AVAKIRINA ŞOREŞÊ DE NE'   Di dawiya ecamnameyê ev peyam hat dayîn: "Divê em dest bi avakirina Konfederalîzma Demokratîk a Cîhanî ya Jinan bikin. Em vê konferansê bikin gava pêşî ya vê torê. Em diyar dikin ku ji bo azadiya her yekê ji me û azadiya me hemûyan em ê têkoşînê bi hev re bidomînin. Em ê destûrê nedin ku ti jin birîndar bibe. Têkoşîna me ya li dijî zilamserweriyê wê bi ser bikeve. Em ê saziyên civaka nû û azad ava bikin. Em radigînin ku em di qonaxa avakirina şoreşekê de ne. Krîza kapîtalîzmê encama têkoşîna me ye û niha wê fersenda dîrokî dide ku em vê serdemê bikin sedsala 21'ê bikin sedsala jin û gelan.''