Li Stenbolê jinek hat kuştin 2018-10-04 13:25:11   STENBOL – Li navçeya Kuçukçekmecê ya Stenbolê jina bi navê Îkram D. ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin.    Li navçeya Kuçukçekmecê ya Stenbolê jina bi navê Îkram D. (57) ji aliyê hevjînê xwe Adil D. ve hat kuştin. Piştî cînayetê Adil D. ji cihê bûyerê reviya û piştî demekê bi telefonê li polîsan geriya û li xwe mikûr hat. Li ser îxbarê komên tenduristiyê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin.    Piştî lêpirsîna li cihê bûyerê cenazeyê Îkram D. ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî.    Polîs ji bo Adil D. bê girtin dest bi xebatê kir.