Meclîsa Jinan a HDP’ê: Ev wiha naçe, em ê biguherîn in 2018-07-11 12:33:56 ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP’ê encamnameya civîna nirxandina hilbijartinê ji raya giştî re parve kir. Meclîsê, diyar kir ku di pêvoya hilbijartinê de rolên zayendî hatin xurt kirin, ziman û helwestên zayendperest hatin mezinkirin û got: “Em ê di parlamentoyê de, dengên meclîsa jinan, rêxistinên jinan û femînistan bilindtir bikin.”   Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), encamnameya civîna nirxandina hilbijartinê ya di 9’ê Tîrmehê de pêk anî, ji raya giştî re parve kir. Di encamnameyê de plansaziya siyasî û rêxistinî ya ji bo serdema nû cih digire.       Di encamnameyê de hat bibîrxistin ku hilbijartinên 24'ê Hezîranê di nava şert û mercên Rewşa Awarte û newekhev de pêk hat, lewma ne rewa ye. Hat destnîşankirin ku gelên Tirkiyeyê meclîsek bêyî HDP'ê qebûl nekirine û li hemberî hewldanên hiştina li binê bendê, HDP bend  derbas kir.   Di dewama encamnameyê de wiha hat gotin: “Tifaqa AKP-MHP'ê meşrûyet û serkeftina ku di hilbijartinê de li bendê bû, bi dest nexist. Ji ber vê yekê, hîn encamên hilbijartinê eşkere nebûn, çeteyên xwe yên çekdar berdan nava kolanan. Têkoşîn û berxwedana me ya li dijî dijminantiya li jinan û demokrasiyê, ya li dijî serweriya mêr û desthilatdariya faşîst wê li her qada jiyanê bidome."   'EV WIHA NAÇE, EM Ê BIGUHERIN ÎN'   Meclîsa Jinan a HDP'ê, di encamnameyê de işaret bi desteya wezîran a nû kir û wiha rêz kir: "Desteya Qesrê desteyeke şert û patronan e. Yên ku digotin wê Tirkiyeyê mîna şîrketek anonîm bi rê ve bibin, hikûmet jî li gorî vê armanca xwe ava kirin. Em ê tenduristiya xwe radestî patronên nexweşxaneyên taybet nekin, em ê hesreta xwe ya ji bo aştiyê radestî serokê fermandariya giştî yê berê nekin, em ê bacên xwe nedin zavayên wan, em ê qadên xwe yên jiyanê, bajar û xwezaya xwe radestî midûrên giştî yên TOKÎ nekin, em ê maf û azadiya xwe nexin destê KADEM'ê."   Di encamnameyê de hate ragihandin ku di dema nû de wê dengê wekîlên jin, meclîsên jinan, rêxistinên jinan, dengê femînîstan hîn bi xurtir bilindtir bikin û hat gotin, "Bi vê bîr, bawerî û hêviyê em ê bimeşin. Em dibêjin, rewş bi vî awayî dê dewam nake, em ê biguherîn in."