Kişanak bang li jinan kir: Em dîrokê binivîsin 2018-06-12 17:14:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak a girtî tê darizandin, ji girtîgehê bang li jinan kir û xwest ew bi hevre dîrokê binivîsin.  Kişanak, xwest ku ji ber serkeftina 24'ê Hezîranê 7'ê Hezîranê hesûdiyan bikin.    Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, ji girtîgeha Tîpa F a Kandirayê der barê hilbijartina 24'ê Hezîranê de name ji jinan re şand û xwest di hilbijartina 24'ê Hezîranê de dîrokê ji nûve binivîsin. Kişanak, anî ziman ku berê vîna jinan nedihat dîtin û li qadan jin tune bûn û wiha got: "Di vê hilbijartinê de partiyên ku qet cih nedane jinan, herî sêde sozê didin jinan. Ev êdî bê wate ye. Em dizanin ku dê piştî hilbijartinê sozên xwe ji bîr bikin. Dixwazin jinan bi rêve bibin, Lê naxwazin jin xwe bi rêve bibin. Lê em jin wekî welatî hem dixwazin hilbijêrin û hem jî bên hilbijartin. Ev yek bi HDP'ê pêkan e. HDP hem di pratîkê de û hem jî di gotinê de yek e. HDP partiya jinan, kedê, ciwanan û bindestan e. Êdî dem dema ku jin mohra xwe li siyasetê xin e. Em baş li xebatên hilbijartinê xwedî derkevin û rê nedin polîtîkayên şer bi ser bikevin. "    Kişanak, bang li jinên ciwan jî kir û xwest êdî çalak di nava tevgerê û xebatan de cih bigirin û wiha got: "Vî karî tenê ji namzetan re bernedin. Bi awayekî çalak tev li xebatan bibin. Em bi hevre dest û zendê xwe babidin karê me TEMAM e. Em bi hevre bixebitin em dê bi destê xwe dîrokê binivîsin. Divê êdi 7'ê Hezîranê ji 24'ê Hezîranê hesûdiyan bike."