Konca: Jinên Kurd dê hişmendiya tekparêz di sindoqan de veşêrin 2018-06-10 16:11:06   ZURÎH - Besîme Konca ya HDP’î di Mihrîcana Jinan a Sakîne Cansiz a Swêd de axivî û got: “Jinên Kurd dê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de hişmendiya tekparêz û netewperest di sindoqan de veşêrin."   Mihrîcana Jinan a Sakîne Cansiz a ji bo bîranîna siyasetmedar û jina Kurd Sakîne Cansiz ku li paytexta Parîsê ya  Fransa hat kuştin her sal pêk tê,  îsal li bajarê Zurîh a Swedê berdewam kir. Di mîhrîcanê de panel, konser, pêşangeh û çalakiyên cûda hatin lidarxistin û di serî de ji bo çanda gelê Kurd û hemû çandên cûda stant hatin vekirin. Gelek sazî û dezgên jinan ên navneteweyî beşdarî mîhrîcanê bûn û nûnerên saziyan di mîhrîcanê de axivîn.    ‘JIN LI HEMÛ QADAN TÊDIKOŞIN’    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Besîme Konca di mîhrîcanê de axivî û wiha got: “Jin di serî de li Rojhilata Navîn li hemû deverên cîhanê, li dijî hişmendiya desthilatdar a zilam têkoşînek mezin didin. Têkoşîna jin li Rovaja dimeşînin, ji bo têkoşîna jinan mînakek bingehîne. Jinên Kurd dê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de hişmendiya tekparêz û netewparêzê di sindoqan de veşêrin.”