'Em li şûna sozê bidin, dawetî têkoşîna hevpar dikin' 2018-06-10 09:12:25     AYDIN - Namzçeta HDP'ê ya Aydinê Ayfer Demîrel, ku bi salan e li dijî zilm û zordariya li ser jinan tê meşandin têdikoşe, diyar kir ku ew sozê nadin jinan û bang li jinan dikin ku bi hevre li dijî zilmê têbikoşin û bi hevre zilmê bi dawî bikin. Demîrel, anî ziman ku dê ewil li dijî tiryakê têbikoşe.    Namzeta Partiya Denemokratîk a Gelan (HDP) ya Aydinê Ayfer Demîrel, bi salan e li dijî tundîya li ser jinan têdikoşe. Demîrel, armanc dike ku berî her tiştî li Aydinê bibe dengê jinê. Ayfer Demîrel, li navçeya Kozluk a Êlihê ji dayik bû, Li vir dibistan xwend û piştî 18 saliya xwe hat navçeya Soke ya Aydine dibistana perwerdehiya pêşketina zarokan xwend. Demekê li navçeya Soke di sektorên taybet de kar kir. Demirel, ku dayika 3 zarokan e bi salan li dijî tundî û zilma li ser jinan tê meşandin têkoşiya. Demîrel, di sala 2000'an de ji Soke koçî Didimê kir û li vir têkoşîna xwe berdewam kir.    EM DÊ KAVILÊN 16 SALAN BI HEVRE RAKIN   Demîrel, anî ziman ku li ser jinan zilm û tundiyek gelek mezin heye û ji bo bi hevre vê zilm û tundiyê bi dawî bikin û li meclîsê bibe dengê jinan bûye namzetê HDP'ê. Demîrel, anî ziman ku bi salan e di nava HDP’ê de têkoşîna li dijî tundiyê dide û armanc dike ku li meclîsê jî têkoşîna xwe mezintir bike û dengê jinan bibe meclîsê. Demirel, da zanîn ku ew sozê nade jinan û ji bo enkaza 16 salan a AKP'ê rake bang li jinan dike ku milê xwe bidin hev û bi hevre li dijî tundî zilmê û enkaza AKP'ê têbikoşin. Demirel, destnîşan kir ku ew dê li kolan û qadan têkîşona xwe berdewam bikin û wiha got: "Di nava partiyên ku têkoşîna azadiya jinê dide tenê HDP ye. Tenê HDP hurmetê nîşanî keda jinê dide. Divê hemû jin piştgiriyê bidin HDP’ê."   JI BO ÊDÎ CENAZEYÊ ZAROKÊN ME NEYÊN EM DI NAVA HDP'Ê DE NE   Demîrel, herî dawî anî ziman ku ew hem jin in û hem jî dayik in û wiha bi dawî kir: "Zarokên me bi zorê dibin leşkeriyê. Bi saxî dibin û cenazeyê wan tên.  Em naxwazin cenazeyên zarokên xwe pêşwazî bikin. Li kolanan zarokên me tên kuştin. Keda zarokên me tê xwarin. Em jin û dayik naxwazin hêsirên me biherikin. Ji ber vê yekê em li dora HDP’ê ne. Tenê HDP aştiyê dixwaze. Dema ez diçim taxa Ilicabaşi ya navçeya Efelerê welatiyên Roman ji me dixwazin ku em zarokên wan ji tiryakê rizgar bikin. Ji ber vê yekê têkoşîna min a ewil dê li dijî tiryakê be. "