‘Em çawa diçin pincar em dê wisa biçin ser sindoqan' 2018-06-10 09:01:31   WAN - Hilbijêrên HDP'î yên navçeya Qelqeliyê ku sindoqên wan hatin guheztin, bertek nîşanî rayedarên dewletê dan û diyar kirin ku çi dibe bila bibe ew dê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Jinên Qelqeliyê jî diyar kirin wekî ku 6 kilometre diçin dervê gund pincar kom dikin dê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.    Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), ji bo herêma Wanê der barê 224 sindoqan de biryar da ku cihê sindoqan bê guhertin. Ji 224 sindoqan jê 21 sindoqên bên guhertin li herêma navçeya Qelqeliyê ne. Yek ji gundê ku sindoqên wan hatin guhertin, gundên Memedelan ê ji 293 hilbijêrên wê heye û ji sedî 98  hilbijêrên wê HDP'î ye. Bi biryara YSK'ê sindoqên Memedelan şandin gundê Asteco yê 6 kîlometre dûrî wan e. Jinên Gundê Memedelanê bertek Nîşanî biryara YSK'ê ya guhestina sindoqan da û gotin: “Sindoqan bibin ku em dê bersîvê bidin Erdogan û biçin dengê xwe bavêjin sindoqan.    AYAZ A 100 SALÎ: EM DÊ BIÇIN DENG BIDIN   Dayika 100 salî Meryem Ayaz a ji gundê Memedelanê diyar kir ku ew dê bi meş biçe dengê xwe bide û vegere. Ayaz, anî ziman ku dê biçe dengê xwe bide HDP'ê wiha got: "Guhestina sindoqan heqaret e li me kirine. Ew sindoqan dibin ku bila bibin. Em dê biçin ser sindoqan û dengê xwebidin HDP’ê. Pirsgirêka HDP'ê ya bendê tune ye. Me neheqî û zilm li kesî nekiriye. Em dê bi ser bikevin."    ‘EM DENGÊ XWE NADIN KESÊN DIN'    Şêniya heman gundî Îkram Ozdemir jî xwest ev hilbijartin bibe wesîleya aştiyê û wiha got: “Em Kurdin û dengê me yê HDP’ê ye. Em ji xeyni HDP'ê dengê xwe nadin tu kesên din. Ew sindoqan bibin ku bila bibin em dê dîsa biçin ser sindoqan dengê xwe bidin. "   Pîra 70 salî Gulistan Ayaz jî anî ziman ku ger sindoqên wan bê guhertin ew jî dê mecbûr li pey dengê xwe biçin û wiha got: "Bi meş bimîne jî em dê biçin ser sindoqan. Em tu carî deng nadin Erdogan. Em tu carî wî kêfxweş nakin. Ji ber ku wî zilm li me kir."    Dayika 67 salî Antika Ayaz jî diyar kir ku ew bizanibin bên kuştin jî dê dîsa biçin ser sindoqan û dingê xwe bidin xwe. Ayaz, anî ziman ku dê dengê xwe bidin HDP û Selahattin Demirtaş û wiha got: "Em kurdin em dê dengê xwe bidin xwe. Em qet dengê xwe nadin Erdogan. Wî em girtin, binçav kirin û kuştin. Em dê çawa dengê xwe bidin wî. Yên kurd bin, wîcdan û îmana wan hebe divê dengê xwe bidin xwe. Divê her kes biçin ser sindoqan.    ‘WEKÎ EM DIÇIN PINCAR EM DÊ BIÇIN SER SINDOQAN Û DENGÊ XWE BIDIN'    Hilbijêr Fatma Guçlu  jî ani ziman ku dê dengê xwe bidin xwe û Selahattin Demirtaş û wiha got: "Erdogan her tiştê xerab bi serê kurdan de anî Zilm li kurdan kir. Çi bibe bila bibe em dê biçin ser sindoqan. Wekî ku em diçin gundê cîran pincar kom dikin em dê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin."    MA / Mujdat Can