Jinek karker û cotkar: Ez ê dengê karker û jinan veguhezînim Meclîsê 2018-05-25 09:14:37 ÎZMÎR – Namzeta HDP’ê ya Îzmîrê Halîme Akdag 40 sal e cotkariyê ango karkeriya çandiniyê dike. Akdag ji rêxistinbûyîna gravê bigire heta têkoşîna jinê û ji namzetiya hevşaredariyê bigire heta namzetiya parlamenteriyê bi salan e xebatek çalak a siyasete dike. Akdag got ku armanca wê ew e dengê karker û jinan veguhezîne Meclîsê.   Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yek ji yekê rengîntir e. Yek ji van namzetan jî Halîme Akdag a namzeta HDP’ê ya li Herêma Yekemîn a Îzmîrê ye. Ew karkera çandiniyê ango cotkariyê dike û dayika 4 zarokan e. Li taxa Degîrmendere a girêdayî navçeya Menderes a Îzmîrê dijî. Li gel malbata xwe bi karê çandiniyê keda xwe bi dest dixe. Li gel karkeriya demsalî li baxçeyê ber mala xwe kuvarik çandiye û hilberîna wan dike. Wek her cotkarek serê sibê saet di 05.00’an de ji xewê şiyar dibe û dest bi kar dike. Ji ber xebatên hilbijartinê nîv roj diçe nav zeviyan û nîv roj jî tev li xebatên hilbijartinê dibe. 40 sal berê ji ber pirsgirêkên aborî ji navçeya Qoserê ya Mêrdînê koçî Manîsayê dikin. Ji Manîsayê jî koçî Îzmîrê dike û bi malbata xwe re ev 40 sal in karê demsalî jî dikin. Ji 1996’an vir ve bi awayek çalak di nav têkoşîna ked û siyasetê dixebite.    JI RÊXISTINKIRINA GREVÊ BER BI NAMZETIYA PARLAMENTERIYÊ VE    Di 1996’an de bi Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) dest bi siyasete kir, li gel xebatên têkoşîna kedê di xebatên tevgerên jinan de jî cih girt. Piştî HADEP’ê di Partiya Demokratîk a Gel (DEHAP) de jî cih girt. Di hilbijartina herêmî ya 2014’an de bû Namzetê Hevşaredariya Menderesê û heta 2017’an de jî peywîra Hevserokatiya HDP’a Menderesê birêve bir. Bi salan li Manîsayê bi pirsgirêkên karkeran re eleqedar bû û di 2002’an de pêşengî ji greva karkerên çandiniyê yên li Manîsayê re kir. Akdag û karker di çalakiya xwe de israr kirin û bi ser ketin.    ‘JI BO EZ DENGÊ JIN Û KARKERAN VEGUHEZÎNIM MECLÎSÊ’    Akdag diyar kir ku ew hêj cotkariyê dike û got: “Vê pêvajoya em gihîştinê, veguheriye pêvajoya beriya 2002’an. Em dîsa bi heman pirsgirêkan hevrû mane. Heta îro tu kesî berdêla keda xwe bi dest nexistiye. Cotkar nikarin zerara xwe jî bidin. Ez hem xebatên xwe siyasî birêve dibim û hem jî karkeriyê dikim. Armanca min ew e ez daxwazên esnaf, ciwan, jin û karkeran veguhezînim Meclîsê. Em ê ji niha şûn ve hin bêtir xwedî li keda xwe derkevin. Ez bi bawer im ku em ê bi ser bikevin û 24’ê Hezîranê bikin roja serkeftinê.”    ‘BILA AŞTÎ WERE AXA ME YA BI XÊR Û BER’    Akdag anî ziman ku ew gelek ji xwezayê hez dike û wiha dewam kir: “Ez erdnîgariyek bi xêr û ber dixwazim. Bila xweza neyê talan kirin. Ez li dijî şer im û alîgira demokratîkbûnê me. Bila aştî bê ser axa me. Em hemû kedkar bi hev re dê bi ser bikevin. Ez ji rêgez û feraseta HDP’ê hez dikim û qebûl dikim. Tu ferqê naxe navbera netew, ziman û baweriyan. Ji ber wê em hemû werin di HDP’ê de cihê xwe bigirin. Ez dixwazim li civakek ku feraseta serdest a zilam tune be çandiniyê hilberînim û xizmeta civakê bikim.”    MA / Rûken Demîr - Ayşe Surme