Talha Ç. li Konyayê dapîra xwe qetil kir 2024-04-19 11:23:48   KONYA - Talha Ç. li navçeya Selçuklu ya Konyayê dapîra xwe Dudu Bahçecî qetil kir û Hasîbe E. jî birîndar kir.    Kesê bi navê Talha Ç. li Taxa Mehmet Akîf a navçeya Selçuklu ya Konyayê êrişî dapîra xwe ya 84 salî Sahure Dudu Bahçecî û meta xwe Hasîbe E. kir. Li ser agahdarkirina cîranan, li cihê bûyerê polîs û komên tenduristiyê hatin sewqkirin. Sahure Dudu Bahçecî û keça wê Hasîbe E. ku ji gelek deverên laşê xwe birîndar bûbûn, piştî mudaxileya ewil rakirin nexweşxaneyê. Bahçecî, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Talha Ç. jî hate binçavkirin û piştî karûbarên îfadegirtinê yên li emniyetê, dê sewqî edliyeyê were kirin.