'Ji bo ku em rengên xwe bibin Meclîsê em ê dengê xwe bidin HDP’ê’ 2018-05-17 09:17:29 MÊRSÎN - Jinên Mêrsînî, diyar kirin ku jin dê di hilbijartinê de bersiva herî mezin desthilatdariyê û gotin: “Ji bo em rengên xwe bibin Meclîsê em ê dengê xwe bidin HDP’ê û namzetê Serokkokariyê Selahattîn Demîrtaş.” Demek pir kêm ji bo hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê me û jinên li Mêrsînê dijîn, derbarê hilbijartinê de, nêrînên xwe anîn ziman.    'JI BO EM RENGÊN XWE BIBIN MECLÎSÊ'    Welatiya jin Bedriye Kuş, diyar kir ku li Tirkiyeyê tenê HDP li dijî tundiya zilam a li ser jinê têdikoşe û wiha axivî: “Kedxariya jinê di asta herî jor de li Tirkiyeyê tê jiyîn. Ji bo em rengên xwe bibin Meclîsê em ê bi şîara jiyana azad di 24’ê Hezîranê de dengên xwe bidin HDP û namzetê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş.”   'JIN DÊ BERSIVA HERÎ MEZIN BIDIN DESTHILATDARITÊ’   Yeter Guzel jî, anî ziman ku HDP partiya jinane û wiha got: “Tenê HDP reng û dengê me dibe Meclîsê. Li welat jin tune tên hesibandin. Tenê HDP li dijî hişmendiya bila jin li malê rûne, paqijî bike û zarokan mezin bike derdikeve. Ez ji bo HDP’ê dibêjim partiya jinane. Ev rastiyeke. Partiyên din baweriyê nadin jinan.  Lê em di HDP’ê de hemû pirsgirêkên xwe çareser  dikin û daxwazên xwe yên şênber datînin holê. Bi vî awayî em beşdarî siyasetê dibin û siyaseta xwe ava dikin. Li dijî tacîz, tecawîz, îstîsmar û cinayetên jinan ên zêde bûne, jin dê bersiva herî mezin di 24’ê Hezîranê de bidin desthilatdariyê.”    ‘EM XWE DINAVA HDP’Ê DE BI RÊXISTIN BIKIN’    Sevgî Aktaş jî, da zanîn ku dinava HDP’ê de wekhevî heye û wiha bilêv kir: “HDP tekane partiya li Tirkiyeyê pergala hevserokatiyê pêş xistiye û bi vê yekê hewl dide di hemû qadan de jî wekheviya jin û zilam ava bike. Gava em li partiyên din mêze dikin hemû zilamin. Di danezana HDP’ê de ji bo jinan bernameyên şênber hene. Ji xwe divê di vî warî de em HDP’ê bi partiyên dinre qiyas nekin. Ji ber ku di partiyên din de tenê navê jinan hene. Destûr nadin jin bi axivîn jî. Lê di HDP’ê de xebatên jinan xweserin û bi xebatên xwe beşdarî siyasetê dibin. AKP’ê hemû destkeftiyên jinan dizîn û desteser kirin. Ez bang li hemû jinan dikim ku werin em li dijî AKP’a ku êrîşî mafên me dike, di HDP’ê de xwe birêxistin bikin û di 24’ê Hezîranê de bersiva herî mezin bidin pêkanînê faşîzmê.”