Li ser medyaya civakî xwe bi rêxistin kirin: Jina hilberîner, jina hêzdar 2018-05-16 09:15:28   DÎLOK – Jinên ku li ser medyaya civakî bi koma “Jina hilberîner, jina hêzdar” hatin gel hev, bi berên destkariyê debara xwe dikin. Hatîce Aydin ku komê damezirand got. “Bila jin hêza xwe bi hevjînê xwe, bi derdora xwe bidin hîskirin. Ne mêr, ên hêzdar jin in.”    Li Dîlokê, Hatîce Aydin a ku li ser medyaya civakî tevî 10 jinên ku nas kirin koma “Jina hilberîner, jna hêzdar” komek dameirand. Di koma ku hema bêje her roj hejmara wê zêde dibe de, hejmara jinên ku berên wekî pitikên bi potikan, xişr an, tiştên bi destan û hwd. çêdikin niha gihaştiye 30 kesî.    Jinên ku li Bazara Uzay Çatili ya Emekê ya li navçeya Şehîtkamîl a Dîlokê tên gel hev, roja şemiyê saet ji 11.00’an heta 17.00’an berên ku hilberandine difiroşin. Aydin diyar kir ku wan bi 10 kesî dest bi vî karî kir û got: “Em bi vê yekîtiya xwe nîşan didin ku dema jin bixwaze dikare her tiştî bike.”    ‘ÇARE YEKÎTIYA JINA YE’    Aydin, diyar kir ku wê 3 meh berê li ser medyaya civakî parvekirinek kiriye û bi vê parvekirinê ev yek derket holê. Aydin anî ziman ku destpêkê ew û 10 jinên ku wekî wê li malê tiştên bi destan çêdikin hatine gel hev û paşê her çû hejmara wan zêde bû. Aydin got: “Her jin bi keda destan berên xwe hildiberîne. Mixabin qîmeta kedkarên bi destan beran çêdikin pir tune ye. Mirov ji tiştên bi destan tên çêkirin bêtir, tiştên fabrîkayonî tercîh dikin. A rast pirsgirêka herî mezin yekîtiya jinên ku bi destan beran çêdikin. Dema herkes li malê tiştan bi tena serê xwe çêbike nabe. Tekane çare yekîtî ye. Bi xwe bawer bûm ku ez ê vê yekîtiyê çêbikim. Helbet baweriya min bi hevalên min ew naskirin re çêbû. Ji niha û pêve jî armanca min berdewamiya vî karî ye.”    'DEMA JIN BIXWAZE DIKARE BIKE’    Aydin destnîşan kir ku ew li dijî bîbiriya  “Jin nikare hilberîne, nikare bike” ye. Aydin got: “Dema jin bixwaze dikare her tiştî bike. Hin kes dibêjin peywira ew e ku hûn li malê rûnên xwarinê çêbikin û li zarokan binerin. Ev ne peywira me ye, ev peywira mêran e jî.”    ‘NE MÊR, YÊN HÊZDAR JIN IN’    Aydin, bi lêv kir ku ew bi berên biçûk pereyan qezenc dikin û jin dikarin bi hilberînê qezenc bikin. Aydin, destnîşan kir ku destpêkê hevjînên hin jinan li dijî vê yekê bûn, lê belê piştî hêza jinan dîtin hevjînên wan jî alîkariya wan kirin. Aydin got: “Bila jin derkevin derve. Bila xwe hepsî malê nekin. Jin bandorê li zarokên xwe jî dikin. Jina ku xwe hepsî malê bike dê zarokên nehêzdar mezin bike. Tenê jinên hilberîner dikarin zarokên hêzdar mezin bikin. Bila her jin tevkariyê li aboriyê bike. Bila jin hêza xwe bi hevjînê xwe, bi derdora xwe bidin hîskirin. Ne mêr, ên hêzdar jin in.”