Jinên Îzmîrî: Dengên me ji nûnerê wekheviyê HDP’ê ye 2018-05-15 09:07:30 ÎZMÎR - Jinên Îzmîrî, diyar kir ku dê dengên xwe bi din nûnerê wekheviyê HDP’ê û gotin: “Namzetê me yê Serokkomariyê jî Selahattîn Demîrtaş e.” Jinên Îzmîrî, polîtîkayên 16 salên desthilatdariya AKP’ê ya li dijî jinan û hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê nirxandin. Jinan diyar kirin ku ewê hesabên polîtîkayên AKP’ê yên li dijî jinan li ser sindoqên 24’ê Hezîranê bipirsîn û gotin: “Emê dengên xwe bidin HDP’ê. Em bang li hemû jinan dikin ku piştgiriyê bidin HDP’ê.”   'ÊDÎ JIN ACIZ BÛNE'   Canan Kemenç, anî ziman ku desthilatdariyê gelekê mûdaxileyî jiyana jinan kir û ji bo ew ji vê re bêjin “Êdî bese” dê di 24’ê Hezîranê de bêjin “TEMAM.” Kemenç, da zanîn ku êdî jin li dijî pêkanînên hikûmeta AKP’ê aciz bûne û wiha axivî: “Ezê dengê xwe bidim nûnerê wekheviyê HDP’ê. Em ê piştgiriyê bidin Selahattîn Demîrtaş. Em ê sindoqan biparêzin. Ez bang li hemû jinên bindest, rastî tundiyê hatin û keda wan hat xwarin dikim ku têbikoşin. Divê em daxwaz û aciziyên xwe bînin ser ziman.”   ’EM Ê DI 24’Ê HEZÎRANÊ DE DESTHILATDARIYÊ BIŞÎN IN’    Îlknur Aras jî, diyar kir ku ji bo jiyanek azad, wekheve û aştiyane dê biçin ser sindoqan û wiha got: “Evana dijminantiya jinan, mirovan, xwezayê, lawiran û cîhanê kirin. Ji bo wan jin, zilam, lawir û xweza ne tişteke. Ji ber hişmendiya wan wisane. Hez ji mirov û xwezayê nakin. Tenê xwe parastin. Di 24’ê Hêzîranê de êdî emê ji desthilatdariyê re bêjin oxirbe. Ji em xwe bigihînin jinan em ê pir bixebitin û têbikoşin.”   ‘EM Ê BÊJIN TEMAM’   Eylem Tunalî jî bal kişand ser cînayetên jinan û wiha bilêv kir: “Ji bo em ji îstîsmara zayendî û cînayetên jinan re bêjin êdî bese, emê li ser sindoqan bin. Ji bo zimanê dayîkê, laiklik, zanistî û pêşerojê emê biçin ser sindoqan. Ji vê hilbijartinê hêviyên me pir xurtin. Vê carê emê ser bikevin. Em hemû jin dê bêjin TEMAM.”    'PÎVANA WEKEHEVIYA JINÊ GIRÎNG E’   Maîle Ariç jî, diyar kir ku hilbijartin ji bo jinan xwedî girîngiyek mezine û wiha axivî: “Bi vê hilbijartinê re ferzendek mezin ket dest ne. Emê xebatên xurt bi rêve bibin. Di HDP’ê de wekheviya jin û zilam heye. Ezê dengê xwe bidim HDP’ê. Ez bang li hemû kesê dikim ku dengên xwe bidin HDP û namzetê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş.”