Dayik di taştê de hatin cem hev 2018-05-14 13:41:10   AMED - Aktîvistên TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê bi minasebeta Roja Dayikan a Cîhanê, li gel Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê di xwarina taştê de hatin cem hev.   Aktîvistên Tevgêra Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Pariya Demokratîk a Gelan (HDP), bi minasebeta Roja Dayikan a Cîhanê, li gel Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê li Diclekentê di xwarina taştê de hatin cem hev. TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê li dayikan karanfîl û laçikên sipî belav kirin.    EM NAXWAZIN HÊZIRA BIBARÎNIN'    Piştî taştê Berdevka Meclîsa Dakiyên Aştiyê Havva Kıran, roja hemû dayikan pîroz kir û diyar kir ku ew dayik êdî naxwazin hêsiran bibarînin. Kiran, anî ziman ku ew tu carî dest ji daxwazên xwe yên aştiyê bernadin û Kıran, anî zian ku li welatên din dayik û zarokên xwe bi çîçekan roja xwe pîroz dikin, lê ew hêsiran dibarînin û êdî naxwazin hêsiran bibarînin. Kiran, da zanîn ku dayik dibêjin êdî bes e û ji bo êş bi dawî bibin têdikoşe.    'EZ BANG LI HEMÛ DAYIKAN DIKIM EM BI HEVRE VÎ ŞERÎ RAWESTÎNIN'   Kiran, herî dawî anî ziman ku heta demek berê li ber serê wan şerekî giran pêş ket û dişer de dayika Taybet cenazeyê wê hefteyekî li kolanê ma û wiha got: "Dîsa dayika Fatma  ji bo zarokên wê bi tenê nemînin li Sûrê jiyana xwe ji dest da. Ji bo şer nebe em derdikevin kolanan ceza li me tê birîn. Li vî welatî demokrasî tune ye. Ez li vir bang li hemû dayikan dikim ku li dijî şer û kuştinê dengê xwe bilind bikin. Em bi hevre vî şerî û van hêsiran rawestînin. Em heqîqetê dixwazin. Em bi hevre ji vî şerî re bêjin raweste."