Li Erziromê dayikek û keça wê hatin qetilkirin 2024-03-14 09:55:20   ERZIROM - Kesê bi navê Zulkuf Boçkun hevjîna xwe Kadriye Boçkun û keça xwe Asude Helen Boçkun qetil kir.    Zilamê bi navê Zulkuf Boçkun li Erziromê hevjîna xwe Kadriye Boçkun û keça wê Asude Helen Boçkun qetil kir. Zulkuf Boçkun reviya û li cihê bûyerê komên tenduristiyê û polîsan hatin sewqkirin. Cenazeyên dayik û keça wê ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî (ATK). Faîlê ku hewl da bi wesayîta xwe bireve, li navçeya Çadê hate girtin.