Meclisa Jinan a KESK’a Rihayê şahî li dar xist 2024-03-10 14:54:51   RIHA - Meclisa Jinan a KESK’a Rihayê bi boneya 8’ê Adarê bi jinên kedkar re hate gel hev û şahî li dar xist.    Meclisa Jinan a Şaxa Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Rihayê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de li bajar şahî li dar xist. Şahî li eywaneke dawetan a bajar hat lidarxistin û li gel pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya bajar, gelek jin tev li bûn.    Jin bi cil û bergên xwe yên kurdî tev li şahiyê bûn û li ewyana şahiyê jî pankartên "Jin, jiyan, azadî", "Na ji qirkirina jinan re” û “Em hebûn û dê her hebin” hatibûn daliqandin. Şahî, bi guhdarîkirina helbestan dest pê kir û piştre jî Rêvebera Şaxa Tarim-Orkam Senê ya Rihayê Esra Kîrazoglû axivî û got ku jin dê bi xwe birêxistinkirinê û bi piştevaniya xwe pergala mêrê serdest hilweşînin. Kîrazoglû banga piştevaniyê li hemû jinan kir.    Piştî axaftinan hunermend Emrah Yazar derket ser dikê û stranên xwe got. Şahî bi gerandina govendê û dirûşma "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.