Irgat: Em ê pergala jinan kêm dibîne di sindoqan de veşêrin 2018-05-13 13:38:02   KOCAELÎ - Parlamentera HDP’ê Mizgîn Irgat a li rêxistina partiya navçeya Dîlovasi bi jinan re hatin gel hev û got: “Em ê pergala ku jinan kêm dibîn e, di 24’ê Hezîranê di sindoqan de veşêrin.”    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bedlîsê Mizgîn Irgat, di çarçoveyê xebatên hilbijartinê de li avahiya rêxistina partiya navçeya Dîlovasi bi jinan re  hatin gel hev. Irgat bi boneya Roja dayîkan qûrnefîl li jinan belav kir û ji bo jinan hêviyên pêşerojek ronahî kir.    Irgat, diyar kir ku pergala heyî herî zêde dilê dayîkan şewitand û wiha axivî: “Gelê Kurd êşên pir mezin jiyan. Îro roja dayîkane û pergelê ji bo jinan tenê êş anî. Jin li dijî hemû êrîş û zextan dê têkoşîn û berxwedana xwe berdewam bikin. Em ê pergala ku jinan kêm dibîne, di 24’ê Hezîranê di sindoqan de veşêrin. ”