Got ‘li pişt min dewlet heye’ û hewl da tecawiz bike 2022-08-10 11:04:16 AMED - Kesê bi navê Baran Kizil got; “Dewlet li pişt min e” û Îpek Gulşen xapand, derb kir û hewl da tecawiz bike. Li ser vê yekê Gulşen, giliyê Kizil kir û xwest ku were girtin.    Jina bi navê Îpek Gulşen dema ji bo xwe li kar digeriya, di meha çileyê de zilamê bi navê Baran Kizil nas kir. Gulşen, ji ewil hate xapandin piştre hate tacîzkirin û rastî gefên destdirêjiyê yên Kizil hat. Gulşen têkildarî pêvajoya gefxwarinê bi ajansa me re axivî û banga piştevaniyê li jinan kir.   Îpek Gulşen da zanîn ku ji bo danezana kar a Kizil dabû, serlêdan kir û bi wê wesîleyê hevnas bûne. Bi domdarî Gulşen wiha qal kir: “Ez girtim kar û gotin dê kargeha wan di nava 15 rojan de dest bi xebatê bike. Lê bi se re du meh derbas bûn û li min venegeriyan. Lewma ez çûm di cihekê din de xebitîm. Baran Kizil 2 meh piştre li min geriya û got kar dest pê kiriye û dikarim dest bi kar bikim. Min jî hevaleke xwe şand wê derê. Lê Kizil vêcarê bi teklîfa kareke din xwe gihande min. Got ku kargeheke wî ya bi navê Unicorn Gîrîşîm heye û karekî baş tê de tê kirin. Ji bo ku qala vî karî bike, em hatin ba hev. Min jî jê re got ku naxwazim vî karî bikim. Piştre dîsa li min geriya. Rewşa min pirsiya, qala şert û mercên giran ên li navenda bangewaziyê vedigot û dixwest ji kar derkevim. Digot; ‘were ba min bi mûçeyeke baş bixebite, têkiliya min bi parlamenteran re baş e û ji bo saziyan karkeran digirin kar.’ Sertfîkaya min a Sekreteriya Tibbî hebû. Min jî bi hizra ku derdora wî berfireh e, qala wê kir.”  SOZ DA KU DÊ LI WALÎTIYA MÊRDÎNÊ BIGIRE KAR   Bi domdarî Gulşen ev tişt anî ziman: “Bi soza ku dê li Walîtiya Mêrdînê bo min kar bibîne dîsa li min geriya. Rojekê li min geriya û got karê li Walîtiya Mêrdînê hatiye qebûlkirin. Got ku hewceye tevî ewraqên xwe em biçin Mêrdînê. Lê piştre betal bû. Dema ev kar pêş diket, hêj jî qala karê Unicorn’ê dikir. Dixwest ku ez krediyê bikşînim û digot ku faîza wê jî ew dê bide. Li ser vê yekê min jî 50 hezar TL kredî kişand û ji wî re şand. Li hêla din jî em li benda karê li Mêrdînê bûn. Demek piştre got ku faîzên krediyê zêde ne û 30 hezar lîreyên din jî xwest. Piştre li min geriya û got karê li Mêrdînê çêbûye û dê li wir di beşa kar û barên agahdarkirinê bixebitim.”   GEFA ‘LI PIŞT MIN DEWLET HEYE’   Di berdewamê de Gulşen da zanîn ku Kizil ji bo karê Walîtiya Mêrdînê ji wê pere standine û wiha pê de çû: “Piştî ku min ev pere şandin, ji bo çûna Mêrdînê dîsa li min geriya û got; ‘dikarî di 15’ê nîsanê de dest bi kar bikî.’ Dema em diçûn Mêrdînê, ez tacîz kirim. Got ku vîdeoyên min kişandine. Piştî ku dîsa ji min pere xwestin, min bûyer bi malbata xwe re parve kir. Dema min pere neşandî, bi kuştina min û malbata min gef xwar. Ez piştre dîsa bi wî re rûniştim û min jê re got ku karê Mêrdînê naxwazim û min pereyê xwe jê xwest. Lê di nava wesayîtê de li min xist û heqaret kir. Hewl da min ji wesayîtê biavêje. Ji min re got; ‘tu dibêjî qey dê bi min bikarî? Ez ewraqan didim jêbirin. Li pişt min dewlet heye.’ Min xwe ji wesayîtê avêt û xwe li pişt plazayekê veşart.”    LÊXISTIN, TUNDÎ Û HEWLDANA TECAWIZÊ   Gulşen, anî ziman ku gefên Kizil berdewam kirin û di dema hevdîtinekê de dîsa hate derbkirin. Gulşen, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Digotin ku dê malbata min tune bikin. Ez jî ji ber malbata xwe tirsiyam û dîsa pê re rûniştim. Di nava wesayîtê de li min xist û gef xwarin. Digot; ‘em ê te tune bikin.’ Ez jî tirsiyam û bêyî ku rapora derbkirinê bigirim, çûm malê. Gef dixwarin û digot di destê wî de vîdeo hene. Lewma min xwest xwe bikujim. 4 rojan di beşa lênihêrîna awarte de mam. Piştre vî kesî bi wesayîtê dîsa pêşiya min girt û êriş kir. Li wir nîqaşeke mezin çêbû û milet li dora me kom bû. Piştî ku min got; ‘ma te hewl neda ku destdirêjiyê li min bikî’, got; ‘dibe.’ Li ser vê yekê jinên li wê derê êrişî wî kirin. Polîs ketin navberê û em birin qereqolê.”   'NAXWAZIM BIMRIM’   Gulşen, got ku piştî van qewimînan, li Qereqola Polîsan a Huzur a Peyasê giliyê Kizil kiriye û wiha got: “Dema min giliyê wî dikir, 55 dosyayên wî hebûn. Dema hevalekî din ji bo gilî çûy, 61 dosyayên wî hebûn. Vî kesî digot; ‘li pişt min dewlet heye, MÎT heye.’ Çawa 55 dosyayên wî hene lê nakeve hefsê? Ev kes hemû kesan dixapîne. Ez naxwazim weke jinên din bêm kuştin. Naxwazim piştî kuştinê dengê min were bihîstin. Daxwaza min ew e ku mirov dengê min bibihîzin. Dixwazim niha li cem min bin û piştgiriyê bidin min. Ev kes dê sibe du sibe heman tiştan li jineke din jî bike. Ev çete ne. Ewqas kesan dixapînin lê tiştek pê nayê kirin. Dewlet çima tiştekî nake? Dewlet çima peywira xwe bi cih nayîne? Hatim derbkirin û min hewl da xwe bikujim. Lê derheqê wî de tiştek nehate kirin. Heke dema min giliyê wî kirî bihata girtin, dosyayên wî nedibûn 61. Heke dewlet tiştekî neke, wê demê xuyaye ku bi rastî jî li pişt wî dewlet heye. Got ku ev dosyayên wî yên sûc hatine jêbirin. Ji ber vê jî niha li derve ye. Ez dixwazim ku ev kes were girtin. Banga min li hemû jinan ew e ku piştgirî û piştevaniyê bidin min.”    Li ser vê yekê me xwe gihand rayedarê kargeha behsa xeberê. Rayedarê kargehê got; “Baran Kizil ne karmend e. Serlêdanên kar jî li ser forumê tên kirin. Keseka bi navê Îpek Gulşen ji bo kar serî li kargeha me neda ye.”   MA / Eylem Akdag - Mujdat Can