Li Şirnexê jinekê hewl da ku xwe bikuje 2022-08-09 11:19:51   ŞIRNEX - Li Şirnexê jina ciwan a bi navê Z.S., hewl da ku xwe bikuje.    Li taxa Bahçelîevlera Şirnexê, ji bi navê Z.S. a 22 salî ku zewicî ye û zarokek wê heye, li mala xwe hewl da ku xwe bikuje. Piştî malbata wê ferq kir ku Z.S. hewl daye xwe bikuje, wê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Piştî mudaxileya ewil Z.S., sewqî nexweşxaneyek li Êlihê hat kirin.    Hate hînbûn ku S. li Êlihê tê dermankirin û xetereya jiyana wê nîne û rewşa wê baş e.