Jinan bang kir: Divê her kes li ber îşkenceya li girtîgehan rabe 2022-08-09 09:08:29   AMED - Jinên ku ji Qada Îstasyonê xwestin dijminatiya li ser girtiyên nexweş bê bidawîkirin, bang li her kesê kirin ku li dijî îşkenceya li girtîgehan têbikoşin.    Tevî pirsgirêkên tenduristiyê jî dermankirina hezar û 605 girtiyên nexweş tê astengkirin û terkî mirinê tên kirin. Tevî ku pêşemerca muzakareyên di bin navê “çareseriyê” de di navbera salên 2013 û 2015’an de bi Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan re hate birêvebirin jî bû, AKP’ê girtiyên nexweş bernedan. AKP îro vê polîtîkaya xwe bi raporên Saziyên Tiba Edlî (ATK) didomîne. Di encama polîtîkayên desthilata AKP’ê ya ji daxwazên malbatên bi mehane çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê didomînin re bêdeng dimîne de, tenê di 7 meh in ewil ên sala 2022’yê 40 girtiyên nexweş di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da.     Dîsa tevî biryara derbarê siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk a di girtîgehê de bi nexweşiya demansê ket jî nehat berdan. Derbarê 2’yemîn Serfermandarê demê Çevîk Bîr ê bi heman nexweşiyê ketî û ji doza 28’ê Sibatê cezayê muebbetê yê hefsê jê re hatibû birîn, biryara berdanê hate dayîn.    Jinên ku di 6’ê Hezîranê de li Qada Îstasyonê ya Amedê beşdarî mîtînga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê bûn, bi pankarta mezin a bi wêneyê Aysel Tûglûk û li ser “Ji girtiyên nexweş re azadî” dinivîsî, xwestin tecrîda li ser girtiyan bê rakirin, bang kirin ku girtî bên berdan.   ‘DIJMINATIYÊ BI DAWÎ BIKIN’   Zeynep Aktaş, bi lêv kir ku her roj ji girtîgehan cenaze derdikevin û wiha got: “Zilmê li wan dikin, her roj ji girtîgehan cenaze derdikevin. Tundiya psikolojik li wan dikin, têxin hucreyên yek kesî û ceza didin wan. Bila vê dijminatiyê bi dawî bikin. Bila zincîrên li ser girtiyan bên şikandin. Ji bo azadiya girtiyên nexweş çareserî Rêber Apo ye pişt re jî HDP ye.”    CIVAK DI BIN TECRÎDÊ DE YE   Dayika Delîl Tekîn ê 12 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa T a Şakrana Îzmîrê tê ragirtin, Gurbet Tekîn jî bi lêv kir ku ji ber înfaza kurê wî şewitandin nayê berdan û wiha axivî: “Ka heq, ka hiqûq? Kurê min dema 18 salî bû hate girtin niha 30 salî ye. Zarokên me di zindanan de nexweşiyên giran derbas dikin, cezayên wan xelas bûye lê ji ber ku înfazên hatine şewitandin wê careke din neyên berdan. Esas îşkenceyê tenê li zarokên me nakin, di heman demî de li me jî dikin. Em vê qebûl nakin, çareseriyê dixwazin, heq, hiqûq û wekheviyê dixwazin.”   Tekîn, bi lêv kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan belavî hemû girtîgehan bûye û wiha berdewam kir: “Em ji tecrîdê re dibêjin na. Birêz Ocalan û zarokên me di bin tecrîdê de ne, civak di bin tecrîdê de ye. Bila êdî ev tecrîd bi dawî bibin û ev şer û komkujî bi dawî bibin. Bila ev zilm û zordarî bi dawî bibe, êdî em çareseriyê dixwazin, bila heq, hiqûq û edalet pêk were.”   ‘ÇARESERÎ HDP YE, ÇARESERÎ EM IN’   Tekîn a got “Çareserî HDP ye, çareserî em in” axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Heke em bibin yek, ji xwe wê çareserî pêk were. Li dijî îşkenceyên tên kirin divê em bêdeng nemînin. Divê em herkesê hişyar bikin. Divê di serî de em yekitiya xwe ava bikin û heq, hiqûq, edalet û wekheviyê pêk bînin. Meşa îro meşa çareseriyê ye, em çareseriyê dixwazin. Heke çareserî nebe, wê tu tişt nebe.”   ‘DIVÊ HERKES JI ÎŞKENCEYA GIRTÎGEHAN RE BÊJE NA’   Taybet Tatli jî bi lêv kir ku rewşa girtiyên nexweş gelek giran e, nayên dermankirin û ev daxwaz kirin: “Bila girtiyên nexweş bên dermankirin, em naxwazin zarokên me li girtîgehan bên kuştin. Her roj nûçeyên îşkence û zextan tên. Rewşa wan gelek xerab e. Divê herkes ji îşkenceya girtîgehan re bêje na. Em naxwazin ku tu dayik bigirîn, em dixwazin aştî û azadî were cîhanê.”   ‘DIVÊ JI BO GIRTIYAN BI AWAYEKÎ XURT TÊBIKOŞIN’   Ayşe Bozan jî destnîşan kir ku tecrîda li ser girtiyan her ku diçe kûrtir dibe û ev tişt gotin: “Îşkence û tecrîdeke giran li ser girtiyan heye. Gelemperî li ser hemû kurdan tecrîdek heye. Di vê çarçoveyê de divê her kes têbikoşe. Ji bo girtiyên me divê gelê me bi awayekî xurt têbikoşe.”