Tundiya zilaman: Jinek hat qetilkirin, jinek jî hat birîndarkirin 2022-07-01 12:15:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama tundiya mêran de li Stenbolê jinek hat qetilkirin, li Antalyayê jî jinek hat birîndarkirin.    Di salvegera vekişandina ji Peymana Stenbolê de, jin dadikevin qadan û li gel vê yekê polîtîkayên bêcezahiştinê her ku diçe tundiya zilaman zêdetir dike. Tundiya ku bi awayekî sîstematîk didome herî dawî li Stenbol û Antalyayê qewimî.    STENBOL   Li taxa Yamanevlera navçeya Umraniyeya Stenobolê failekî ku navê wî nehatiye zanîn, bi amûrek birînê hevjîna xwe qetil kir. Piştî ku polîs hatin malê, kujer binçav kirin. Cenazeyê jina qetilkirî piştî lêkolîna li cihê bûyer, rakirin morga Saziya Tiba Edlî.    ANTALYA    Zilamê bi navê Ozkan G. jî li taxa Yenîmahalleya navçeya Kepeza Antalyayê bi amûrek birînê jina bi navê N.K., bi giranî birîndar kir. Êrişkar nehişt ku kesên li derdor, mudaxileyê bûyerê bikin.    Piştî ku agahî hat dayîn polîs hatin cihê bûyerê û êrişkar kirin binçavan. Tîmên tenduristiyê ku hatin cihê bûyerê N.K., a bi giranî birîndar bûbû, rakirin nexweşxaneyê.