'Cizîr dîroka raperînê ya li dijî zilmê ye' 2018-03-10 17:32:18 ŞIRNEX – Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, beşdarî panela 8'ê Adarê ya li Cizîrê pêk hat bû û wiha got: "Bi riya darazê îstîsmara zayendî û tundî rewa dikin." Hevseroka Giştî SES'ê Gonul Erden jî diyar kir ku ew dê bi rûhê 8'ê Adarê tev li Newrozê bibin u wiha got: "Cizîr dîroka raperînê ya li dijî zilmê ye."  Navenda Giştî ya Egitim Senê, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê panela 8'ê Adarê pêk anî. Panel li Nûnertiya Egîtîm Senê ya Cizîrê pêk hat. Di panelê de Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê  Eren Keskin, Hevseroka Giştî ya Egîtîm Sen'ê Feray Aytekîn, Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden, Sekretera Rêxistinê ya Lijneya Rêveber a Navenda Giştî ya ÎHD'ê Necla Şengul, Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez û gelek parazvanên mafên mirovan û endamên Egîtîm Sen'ê amade bûn. Li salona panelê wêneyê Aziz Yural, Eyup Ergen û Şehmus Dursun ên di qedexeyên kolanan de li Cizîrê jiyana xwe ji dest dan hatin vekirin. dîsa dowîzên “Jin jiyan azadî”, “Jinên azad, civaka azad”, “Di Fitrata me de berxwedan heye, em berî natewînin" û “Koka ziqûmê di dolabê de ye îsyan li kolanan e" daliqandin.    'BÎRDOZIYA TIRKIYE JI KOMKUJIYAN PÊK TÊ'     Ewil Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskin axivî û diyar kir ku tevî qedexeyên kolanan dîsa lidarxistina panelê ya li Cizîrê pir watedar e û wiha got: "Jinan di salên 1990’an de jiyanek pir dijwar li vir derbas kirin. “Divê em binpêkirinên mafan ên li herêmê rû dane ji salên 1915’an de dest pê bikin. Bîrdoziya Tirkiye ji komkujiyan pêk tê. Ji serdema komara heta niha hemû îhlal pir giran bûn. Herî zêde serlêdan ji herêma Musa Çîtîl dihatin. Ji serdema 1'emin Şerê cîhanê heta niha îstismara zayendî pêk tê. Piştî têkoşîna jinan îstîsmara zayendî wekî sûcê mirovahiyê hat qebûlkirin. Piştî ÎHD hat avakirin ji bo mirov serî li me bidin me bang li mirovan kir. Gelek kesan hatin serî li me dan. Gelek jinan hatin serî li komeleyê dan. Di serî de jinên rastî îstîsmara zayendî dihatin serî li me didan. Herî zêde ji herêma Mêrdîn ku Musa Çitil lê fermandar bû serlêdan dihatin kirin."   'DI SALÊN 90'AN DE HER JINA DIHAT BINÇAVKIRIN RASTÎ ÎSMARA ZAYENDÎ DIHAT'    Keskîn, anî ziman ku di salên 1990'an de her jina dihat binçavkirin rastî îstîsmarê dihat û wiha berdewam kir: "Me wê demê hemû îşkenceyên dihatin kirin dizanibû. Di salên 90’an de her jina dihat binçavkirin rastî îstismara zayendî dihat. Hin caran tecawiz jî dikirin. Jin ji ber vê yekê travma derbas dikirin. Ji ber vê yekê îstîsmar û cînayetên jinê polîtîk in. Li vê herêmê daraza mêrê serdest heye. Pişti têkoşîna jinan hin guhertin pêş ketin. Piştî têkoşîna jinan êdî tacîzên zayendî di nava zagonan de cihên xwe girtin. lê dîsa halê baş didome."    JI BER ATK GIRÊDAYÎ DEWLETÊ YE BELGEKIRINA TECAWIZÊ ZAHMET E   Keskîn, destnîşan kir ku gelek jinên rastî tacîz û tecawizê tên nayên belgekirin û wiha got: "Tacîz û tecawizê bi raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) ve girê didin. Lê ji ber ku ATK jî girêdayî dewletê ye raporkirina tecawizê pir zahmet e. Li Tirkiye beşa herî zêde ji civakîbûnê dûr daraz e. Daraz hêj nizanin Peymana Stenbolê çiye. Divê her tişt tenê bi îmzeyê sînor nemîne. Daraz îstîsmara li dijî zarokan jî rewa dike."    GOTINÊN ERDOGAN ÊN ZAYENDÎ PIR BÎRDOZÎ NE   Hevseroka Giştî ya Egitim Senê Feray Ayketin Aydogan  jî bal kişand ser ziman û polîtîkayên hikûmetê û Erdogan û wiha got: "Di 15 salên AKP’ê de di zimanê li ser jinê de tiştek nehat guhertin. Gotinên Erdogan yên zayendî ku der barê jinan de tîne ziman bîrdozî ne. Tundiya li dijî zarokan û zewaca zarokan zêde bûye. Di nava mufredata perwerdehiyê de her tiştê girêdayî Senteza Îslama Tirk de heye. Hemû baweryên cuda û zimanên cuda wekî ên din tên dîtin."    ERDEN: ZULME KARŞI DİRENİŞ TARİHİDİR CİZRE   Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden jî anî ziman ku pir watedar bû ku di 8'ê Adarê de li Cizîrê bû û wiha got: “Cizîr, li dijî zilm, zor û zextan dîroka raperîn û berxwedanê ye. Tevî hemû qedexeyan û astengiyan em li Cizîrê ne. Ev pir bi wate û girîng e. Polîtikayên îktîdarê yên li dijî jinê tenê bi çûna AKP'ê nayên guhertin. Ji ber ku van politikayên tuniya li ser jinê bi AKP'ê dest pê nekiriye û bi AKP'ê jî xelas nabin. Ji ber ku di kodên genotîk ên Tirkiye de zayendîparêzî, serîtewandin heye. Yên vê yekê qebûl nakin jî li ser wan zor û zilm heye."    'WEZÎR E LÊ ERKA WÊ TUNE YE'    Erden, sekna Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakê jî rexne kir û wiha got: "Wezîr e, lê erk û vîna wê ya biryarê bide tune ye. Ew polîtîkayên hikûmetê dixe meriyetê. Em dixwazin wezîrek ku bi jinan re polîtîkayan pêş bixe hebe. Biryar û polîtîkâyên vîna jinan di navde em dixwazin. Em dê têkoşîna vê yekê berdewam bikin.    JIN DÊ BI RUHÊ 8'Ê ADARÊ TEV LI NEWROZÊ BIBIN   Erden, herî dawî destnîşan kir ku îktîdar herî zêde ji vîna jinê ditirse û wiha got: "Herî zêde jin li ber xwe didin. Di şert û mercên OHAL'ê de pîrozbahiyên 8'ê Adarê ev yek nîşanî me da. Jinan tevî qedexe û OHAL'ê bi înat daketin kolanan û li ber xwe dan. Dê bi ruhê 8'ê Adarê tev li Newrozê bibin û kelecana 8'ê Adarê tev li Newrozê bikin.