Jinan li Atînayê ji bo Ocalan qurnefil avêtin behrê 2018-03-09 09:34:01 ATÎNA -  Jinan li Atînayê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê meş û bernameyek hunerî li dar xistin. Siyasetmedara kurd Ruken Demîr axivî û diyar kir ku ew civakîbûna bi pêşengiya jinê li Çiyayê Kurdistanê pêş dikeve silav dikin û dê sedsala 21’an veguherînin serdema azadiya jinê.  Jinan li Atîna û qampa Lavrionê bi boneya 8 ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê meşek li dar xistin. Di meşe de jinan alên YPJ û wêneyên jinên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan hildan. Jinên bênavber dirûşmeyên dilsoziya bi têkoşîna jinan û Efrînê re berz kirin. Meş li ber peykera Vîctoria bi dawî bû û wêneyên jinên jiyana xwe ji dest dane hatin danîn. Li ser navê jinan siyasetmedara kurd Rûken Demîr û parêzer Eleny axivîn.    Siyasetmedar Demîr bal kişand ser têkoşînan jinên kurd û yên cîhanê û got: “Ji çiyayên Kurdistanê ku bi pêşengtiya jinê civakîbûn pêş dikeve, em we bi têkoşîna xwe ya mezin silav dikin. Ji taxên Rojava heya daristanên Amerîka Latîn, ji Kolanên Ewrûpa heya deştên Afrîka, ji newalên Rojhilata Navîn heya meydanên Amerîka, ji çiyayên Asya heya zozanên Awûstralyayê, hemû jinên ku têkoşîna azadî û wekheviyê bilind dikin, bi hezkirineke bêsînor û hestên herî şoreşgerî hembêz dikin.''    ‘BÎRANÎNA JINAN, TÊKOŞÎNA ME MEZINTIR DIKE’    Demîr hemû jinên di têkoşîna azadiya jinê de bibîr anî û wiha domand: “Roniya jinên têkoşer tarîtiya bi ser me ve tê sepandin, diçirîne. Di rêya ku ew ronî dikin de em ber bi azadiyê ve dimeşin. Bîranîna wan jinan biryardarî û têkoşîna me mezin dike.” Demîr bal kişand ser pergala serdestiya zilamiyê û wiha got: “Em di navgîna pêvajoyeke dîrokî de ne. Pergala zilamsalar ya 5 hezar salî ku bi şaristaniya dewletdar re hevtemen e, qeyraneke avanî ya kûr dijî. Em wek jin divê sedem û encamên vê qeyrana pergalê baş bişopîne, tesbîtên bihêz deynin holê û persepktîfên ku têkoşîna me mezintir bike, pêş bixin. Ji ber ev qeyrana avaniyê ya pergalê bi qasî ku ji bo hemû jinên cîhanê metirsîdar e, ji bo pêşxistina azadiya jinê jî derfetên ku sedsalan carekê derdikeve holê pêşkêş dike. Heta em dibêjin; em dikarin sedsala 21'an veguherînin serdema azadiya jinê.  Ev xeyal an jî ûtopya nîne. Ev heqîqetek e. Lê ji bo pêk were pêwiste em bernameya azadiya jinê ya sedsala 21'an deynin holê.''   JI BO OCALAN QURNEFIL AVÊTIN BEHRÊ   Pişti axaftina Demîr li ser navê jinên Yewnanî parêzer Eleny jî axivî û bal kişand ser têkoşîna jinên kurd ên ku li refên herî pêş parastina mirovahiyê dikin û got ku têkoşîna jinên kurd hêjayî her tiştî ye.    Piştî axaftinan jinan ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan qurnefil (mêxik) avêtin behrê. Jinan piştî meş û daxuyaniyê derbasî Qampa Lavrionê bûn û bernameyên wek şano, helbest, govend, lîstika eware, koroya zarokan û ya jinan pêşkêş kirin.