Ji bo piştevaniya bi Tugluk re qert hatin şandin 2022-01-27 16:45:05   MUGLA – Jinên li Bodrumê bi mebesta piştevaniya bi nexweşa giran Aysel Tugluk re, qert şandin Girtîgeha Kandirayê.    Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bodrumê, Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Bodrumê û Kolektîfa Jinan a Bodrumê bi armanca piştevaniya bi siyasetmedara Kurd û nexweşa giran Aysel Tugluk re, ji PTT’ê bo Tugluk qert şandin. Beriya şandina qertan, daxuyaniyek hat dayîn. Li ser navê komê Zeynep Akinci axivî û bi bîr xist ku tiştên bi serê cenazeyê dayika Tugluk hatîn kir ku Tugluk bîr a xwe winda bike. Akinci destnîşan kir ku Tugluk nexweşa demansê ye, nexweşiya wê gelek pêş ketiye lê belê tevî vê rewşê jî nayê berdan.    Akinci herî dawî jî wiha got: “Me li gelek bajêr û navçeyan çalakiyên xwe bi hev re kirin û em bi israr didomînin. Beriya ku bibe derengî, divê Aysel were berdan û dermankirin. Girîng e ku Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê û Wezareta Dadê di mijara Aysel Tugluk û girtiyên nexweş de biryarên adilane bidin û li gorî rêgezên hiqûqê tevbigerin. Ji dehan welatên cuda bi hezaran îmze hatin komkirin. Em jî dê bi tu awayî dev ji vê daxwaza xwe bernedin.”   Piştî daxuyaniyê jî jinan qertên piştevaniyê bo Aysel Tugluk şandin ku li Girtîgeha Kandirayê tê girtin.