Di doza Pinar Gultekîn de rapora ATK’ê: Bi saxî hatiye şewitandin 2022-01-24 16:25:34 MÛGLA - Di danişîna 9’emîn a doza Pinar Gultekîn de rapora ATK’ê hat xwendin. Di raporê de hat diyarkirin ku Gultekîn beriya canê xwe ji dest bide, hatiye şewitandin. Xwendekara Zanîngeha Mûglayê Pinar Gultekîn a ji Bedlîsê ji aliyê Cemal Metîn Avci ve hatibû qetilkirin. Kujer û bersûcên din ji vê qetlilkirinê tên darizandin. Danişîna 9’emîna dozê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûglayê tê lidarxistin. Kujer ji girtîgeha lê dimîne bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû û bersûcên ne girtî jî li eywana danişînê amade bûn.    RAPORA ATK’Ê    Di danişînê de rapora ji Desteya Jorîn a Sêyemîn a Serokatiya Saziya Tiba Edlî (ATK) hatibû şandin hat xwendin. Di raporê de tê gotin hêj Gultekîn beriya jiyana xwe ji dest bide hatiye şewitandin û ev yek bi piraniya dengan hatiye pejirandin.    JINAN DAXUYANÎ DA   Beriya danişînê jinan li ber avahiya edliyê daxuyanî dan. Jinan wêneyên Gultekîn hildan û komkujiyên jinan şermezar kirin. Jinan xwest ku kujer bi cezayê herî giran were cezakirin.