Faîlê ku hewl da du jinan bikujer hat girtin 2022-01-23 10:36:51   BÛRSA - Faîl Ogûzhan Kahraman ku li navçeya Înegolê hewlda xwişka xwe Îrem û hevjîna xwe Mîne Kahraman bikuje hat girtin.    Li navçeya Înegolê ya Bûrsayê, faîlê bi navê Ogûzhan Kahraman ku xwişka xwe Îrem (23) û hevjîna xwe Mîne Kahraman (24) bikuje, hat girtin. Di 21'ê çileyê de faîl her du jinan birîndar kiribû û li ser agahdarkirina kesên li derdorê, timên tenduristiyê wan rakiribûn nexweşxaneyê û faîl Kahraman jî cihê bûyerê reviyabû. Piştre Faîl Kahraman hat binçavkirin û hat girtin û ew şandin girtîgehê.