Li Enqereyê mirina bi guman a jinekê 2021-02-25 11:06:23 ENQERE – Li navçeya Mamakê jineke nasnameya wê ne diyar, li mala xwe bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.   Li taxa Mûtlû ya navçeya Mamakê ya Enqereyê, jineke biyanî ku nasnameya wê ne diyar, li mala xwe mirî hat dîtin. Li gorî angaştan, hevalê jinê yê zilam, dema ku hatiye malê wê mirî ditiye û polis û tîmên tenduristiyê agahdar kiriye. Tê gumankarin jina nasnameya wê ne diyar ji sobayê şehrî bûbe. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û ji ber ku pişt serê wê şikandî bûye lêpirsîn hatiye kûrkirin. Cenazeyê jina nasname ne diyar ji bo otopsiyê rakirin morgê.