HDK’ê banga 25’ê Mijdarê kir 2020-11-24 13:45:51   STENBOL – Meclîsên Jinan a HDK’ê bang li jinan kir ku 25’ê Mijdarê li qadan bin û gotin ew ê serî li ber tundiya “zilam-dewletê” netewînin.    Meclîsên Jinan ên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiyê daxuyaniyek nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de bal kişandiye ser pêvajoya 25’ê Mijdarê ya dîrokî û ev roj ji berxwedana Mîrabel ên xwişkên hev dest pê dike û heta roja îro tê. Di daxuyaniyê de hat gotin Mîrabel ên xwişkên li her deverê ne û banga 25’ê Mijdarê li jinan hat kirin ku wê rojê derkevin qadan û hat gotin dê jin serî li ber tundiya “zilam-dewletê” netewînin.