6 jinen li Êlihe hatin binçavkirin hatin berdan 2020-09-21 16:25:01   ÊLIH – Li Êlihê 6 jinên endamên Meclisa Jinan a HDP’ê ku di çarçoveya kampanya TJA’yê ya “ Em Xwe Diparêzin” de hatin gel hev û qurdeya mor a li ser “Peymana Stenbolê didin jiyandin” nivisandî daleqandin, hatin binçavkirin.    Li Êlihê, jin di çarçoveya Kampanya Tevgera Jinên Azad (TJA) a “ Em Xwe Diparêzin” de hatin gel hev û li dijî vekişandina Hikûmetê ya ji Peymana Stenbolê çalakî li dar xistin. Jinên endamê Meclisa Jinan û Meclisa Jinên Ciwan ên HDP’ê, li Parqa Şerzan Kûrt qurdeya mor a li ser “Peymana Stenbolê didin jiyandin” nivisandî daleqandin. Dema çalakiyê polisan 6 jinan asnteg û binçav kirin.    Polisan, li her şeş jinan cezayê pereye îdarî birî wan berda. Nave jinên ku hatin binçavkirin û cezayê pereye îdarî li wan hat birîn wiha ye: “Şehrîban Aydin, Seher Aksoy, Gulistan Sonuk, Kezban Kûday, Zîlan Kaya û Bermal Can.”