Ocalan her tim di çareseriyê de israr kir

  • rojane
  • 12:50 26 Gulan 2020
  • |
img
STENBOL - Di ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 200 rojan berdewam kir û çalakiya hezaran girtiyên siyasî û pêşengên Kurdan re salek derbas bû. Li gel ku Wezîrê Dadê got, 'Tu astengî tune' jî malbat û parêzer rastî astengiyan hatin û parêzeran tenê dikaribûn 5, malbatê jî dikaribûn 4 caran hevdîtin bikin. Ocalan di her hevditinan de di 'Çareseryê' de iskar kir û xwest siyaseta demokratîk û diyalogê bêş bixin.     
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven, bi boneya tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û Ocalan azad bibe di 8'ê Mijdara 2018'an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribû. Piştre li Hewlerê Endamê HDP'ê yê Hewlerê Nasir Yagiz, li Strasbourgê ya 14 çalakgeran û li Galler Îmam Şîş di 16'ê kanûna 2018'an de dest pê kirin. Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok li Kelara Germiyan Herêm Mehmûd dest bi grevê kirin. Di 1'ê Adarê de bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê kirin. Piştî di 2'ê Gulanê de parêzer çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin, Leyla Guven di roja 200'an de, Nasir Yagiz di roja 187'emîn de, li Strasbourgê 14 çalakgeran û li Galler Îmam Şîş jî di roja 161'an de, girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê di roja 162'an de, Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî di roja 127'an de, Herêm Mehmûd, di roja 92'an de, bi hezaran girtiyên di 1'ê Adarê de dest pê kirin di roja 87'emîn de çalakiya xwe bi dawî kirin.  Dîsa 15 girtiyên li girtîgehên cuda yên di 30'ê Nîsanê de dest bi rojiya mirinê kirin, û koma 2'yemîn a 15 girtiyên di 10'ê Gulanê de dest pê kir, li ser banga Ocalan çalakî bi dawî kirin. 
 
7 JÊ GIRTÎ 8 KESAN LI DIJÎ TECRÎDÊ DAWÎ LI JIYANA XWE ANÎBÛN  
 
Li bajarê Krefeldê yê Almanya di 20'ê Sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22'ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Zulkuf Gezen (33) di 17'ê Adarê de li dijî tecrîdê li Girtîgeha tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23'ê Adarê de li Girtîgeha Gebze, Zehra Saglam (23) di 24'ê Adarê de li Girtîgeha tîpa T a Oltu de, Medya Çinar (24) di 25'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dawî li jiyana xwe anîn. Yonca Akici di 29'ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1'ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest dan. Siraç Yuksek jî di 2'yê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniye û Mahsum Pamay jî di 5'ê Nîsanê de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê çalakî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan.  
 
PARÊZER PIŞTÎ 8 SALAN ÇÛN ÎMRALIYÊ
 
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha nikarîbûn hevdîtinê pêk bianîna, piştî çalagiyên greva birçîbûnê di serlêdana 810'an a 2'ê Gulanê de li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê hevdîtin pêk anîn. Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha her dem bi hinceta “Muxalefeta hewayê heye", “Koster xerabe ye", “Koster di tamirê de ye", “OHAL heye” 810 caran serlêdanê wan hatibû redkirin. Herî dawî parêzerên Ocalan di 2'ê Gulanê de hevdîtin pêk anîn. Ocalan piştî çalakiya greva birçîbûnê di 2-22'ê Gulanê, 12-18'ê hezîranê û 7'ê Tebaxê de hevdîtin pêk anî. Malbatan jî di 5'ê Hezîran û 12'ê tebaxê de hevdîtin pêk anîn. Parêzer ji 7'ê Tebaxê heta niha her çend serlêdan kiriye serlêdan bê bersîv mane. Malbat jî ji 12'ê Tebaxê heta niha serlêdanên wan hatine redkirin. Herî dawî li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û sê girtiyên siyasî yên li Îmraliyê di 21'ê Cotmehê de cezayekî nû yê dîsîplînê birîn. Parêzerên Ocalan, anîn ziman ku ceza tê veşartin û naveroka wê nizanin.
 
ZIYARETA 2'Ê GULANÊ
 
Metnê Îmraliyê yê 2'ê Gulanê ku Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  Prz. Newroz Uysal bi raya giştî re parve kir.  Prz. Uysal, diyar kir ku ev metn ne metnê muzakereyê ye û ne jî metnê mutabakatê ye. Prz. Uysal, anî ziman ku Ocalan û girtiyên li Îmraliyê ev peyam  dan: "Ev pêvajoya em têre derbas dibin pêvajoyek dîrokîye. Di vê pêvajoyê de pêdivî bi lihevhatinek kûr a civakî heye. Ji bo me aştiya bi rûmet û siyaseta demokratîk esas e." 
 
EM DIKARIN PIRSGIRÊKÊN TIRKIYE BI HÊZA AQIL, POLÎTÎK Û ÇANDÎ ÇARESER BIKIN 
 
Daxuyaniya ku îmzeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din li ser wiha ye: "Di vê pêvajoya dîrokî de pêwîstî bi lihevkirineke kûr a civakî heye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan, pêwîstiyeke xurt bi rêbazeke danûstandinên demokratîk heye, ya dûrî çanda dijberbûn û şer. Em dikarin pirsgirêkên Tirkiyeyê û yên herêmê, ne bi şer û amûrên şîdeta fîzîkî, lê bi hêza nerm, yanî bi hêza aqil, polîtîk û çandî çareser bikin. Em di wê baweriyê de ne, di çarçoveya Hêzên Sûriyeya Demokratîk de, pirsgirêkên li Sûriyeyê dûrî çanda şer, di rewşa ku tê de ne di çarçoveya yekparebûna Sûriyeyê de bi perspektîfa demokrasiya xwecihî ya bi Destûra Bingehîn hatiye ewlekirin divê bên çareserkirin. Di vê çarçoveyê de divê hesasiyetên Tirkiyeyê jî bên dîtin.
 
Em hurmetê nîşanî berxwedana hevalên li girtîgehan û li derve didin, lê dixwazin bi taybetî destnîşan bikin ku divê negihînin asta ku rewşa wan a tenduristiyê bixe nava metirsiyê û rê li ber mirinê veke. Ji bo me, tenduristiya aqlî, fîzîkî û ruhî ya wan berî her tiştî ye. Her wiha em di wê baweriyê de ne ku nêzîkatiya herî bi wate, xurtkirina sekna zîhnî û ruhî ye. Sekna me ya li Îmraliyê, biryardariya ji bo kûrkirina rêbaza ku di Danezana Newroza 2013'an de hate ragihandin û domandina wê bi rengekî eşkere ye. Aştiyeke bi rûmet û çareseriya siyaseta demokratîk ji bo me esas e.Em her kesên ku ji ber sekna me ya li Îmraliyê meraq dikin û helwestê nîşan didin, bi rêzdarî bi bîr tînin û di asta herî bilind de spasdarê wan in.
 Abdullah Ocalan, Hamili Yildirim, Omer Hayrî Konar, Veysi Aktaş.”
 
PARÊZER DI 22'Ê GULANA 2019'AN DE HEVDÎTIN KIRIN 
 
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 22'ê Gulanê de hevdîtin kirin. Parêzeran têkildarî hevdîtina 22'ê Gulanê ya li Îmraliyê daxuyaniyê dan. Parêzeran 7 xalên ku di hevdîtina 2'ê Gulanê û 22'ê Gulanê parve kirin. Ji parêzerên Ocalan Îbrahim Bilmez, der barê hevdîtina Ocalan de agahî parve kirin û got: "Di hevditina bi Ocalan re xal û rojeva sereke çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê bû." 
 
Parêzera Ocalan Newroz Uysal peyama Ocalan a der barê rojiya mirinê û çalakiyên greva birçîbûnê de xwend. Peyama Ocalan wiha ye: 
 
"Hevrêyên Rêzdar, 
 
Di serî de hevalên ku bedena xwe dane ber rojiya mirinê û greva birçîbûnê û hevan din, di çarçoveya ku du parêzerên min bi berfirehî agahiyan bide ez li bendê me ku hûn dawî li çalakiya xwe bînin. Ez bi rehedî dikarim bêjim meqseda we ji bo min diyar e. Ez spasî û hezkirinên xwe yên herî kûr pêşkeşî we dikim. Ya girîng, ez hevî dikim û li bendê me ku ji niha û şûnde hûn bi awayekî têr û vînek xurt hevkariyê bi min re bikin. 
 
Bi silav û hezkirinên min ên ebedî 
22 Gulan 2019, Girtîgeha Îmrali 
Abdullah OCALAN!"
 
HEVDÎTINA MALBATAN A 5 HEZÎRANA 2019'AN 
 
Di 5'ê Hezîranê de Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, birayê girtiyên li Îmraliyê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Emîn Konar û xwişka Veysî Aktaş Sabîha Aslan ku ji bo cejnê çûn Îmraliyê û hevdîtin kirin. Mehmet Ocalan piştî hevdîtinê têkildarî naveroka hevdîtinê axivî. Mehmet Ocalan anî ziman ku li gel Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser meseleya Şengalê û siyaseta Tirkiye axivîn. Mehmet Ocalan têkildarî hevdîtinê û naveroka hevdîtinê agahî dan û wiha got: "Birayê min Ocalan di ber dewama hevdîtinê de bal kişand ser rewşa Şengalê, greva birçîbûnê û Rewşa Bakurê Suriyeyê. Min got gelê Şengalê pir ji te û Tevgera Azadiyê hez dike. Wî jî got 'Raste ez jî pir ji wan hez dikim. Ji bo azadiya Şengalê mirov dikare qala du bûyeran bike. Bûyera yekemîn Dewrêşê Evdî ye. Bûyera duyemîn jî têkoşîna hevalên me ye. Ji Şengalê heta Reqqayê gelê Êzidî li qadek pir fireh rastî komkujiyê hat. Lê me hemû kesên li vê qadê komkujî kirin tar û mar kirin. Em di tolhildana gelê Êzidî de bi ser ketin. Ji ber vê yekê em kêfxweş in. Ez ji gelê Şengalê re hurmet û rêzdariyên xwe yên bêdawî dişînin. Bila êdî ew nekevin nava fikaran. Bila ew êdî avakirina jiyana xwe ya azad berdewam bikin.' û xwest êdî gelê Êzîdî nekevin nava fikaran." 
 
‘JI BO AZADIYÊ DIVÊ TÊKOŞÎNEK MEZINTIR BÊ PÊŞXISTIN'
 
Mehmet Ocalan bal kişand ser nerîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a der barê rewşa Bakurê Sûriye û wiha lê zêde kir: "Birayê min li ser meseleya Bakurê Sûriye jî got 'Divê gelê Bakurê Sûriye ji bo azadiyê bêtir têbikoşe. Lê divê hemû gelê Sûriye tev li vê têkoşîna azadiyê bike. Gelên din jî tev li vê tekoşînkê bike. Divê ji bo Yekitiya Sûriye hemû gelên Sûriye jiyana hevpar ava bikin. Ger ku vê yekê pêş bixin û bi ser bikevin tu hêz nikare bi wan' û xwest gelên li Sûriye bi hevre têbikoşin." 
 
Mahmet Ocalan, destnîşan kir ku Rêberê PKK'ê bal kişandiye ser grevên birçibûnê û wiha lê zêde kir: "Got 'Çalakiyên greva birçîbûnê rêbazek têkoşînê ye. Lê ev heta cihekî ye. Piştî demekê û şûnde ger ku berdewam bike zerarê dide bedenê. Ji ber vê yekê divê çalakiyên gel ên demokratîk bên pêşxistin.' Ocalan got 'Tirkiye ketiye pêvajoyek ku xetimiye. Ji ber vê yekê Dewkleta Tirkiye bi polîtîkayên înkar û îmhayê nikare encam bistîne. Ji ber ku Tirkiye nikare bi polîtîkayên înkar û îmhayê encam bistîne divê hem devlet û hem jî PKK ji bo çareseriyê serî li rê û rêbazên nû bide. Divê rêbazên nû pêş bixe. Li ser kuştin û mirinê çareserî pêş nakeve. Ji bo çareseriyê aştiyek bi rûmet girîng e. Ji ber vê yekê divê rê û rêbazên ku aştiya bi rûmet ava dikin pêş bixin. Polîtîkayên îmhayê ne çareserî ne.' Ocalan dîsa ji ber kesên di têkoşîn û çalakiya grevê de jiyana xwe ji dest dan xemgîniya xwe anî ziman." 
 
JI MALBATAN SERSAXÎ XWEST
 
Mehmet Ocalan destnîşan kir ku Rêberê PKK'ê Ocalan ji hemû kesên di çalakiyê de jiyana xwe ji dest dane yek bi yek ji malbatên wan re sersaxî xwest û wiha pêde çû: "Têkildarî kesên jiyana xwe ji dest dane wiga got 'Van kesên jiyana xwe ji dest dan zerarek mezin dan min û malbatan. Ev ne rast e. siyaset heta cihekî li ser çalakiyên grevê tê meşandin. Piştre nameşe. 8 hevalan dawî li jiyana xwe anî. Hem li Ewropa, hem li Başûrê Kurdistanê û hem jî li girtîgehên Tirkiye ketin grevê. Yên girtî zaden di nava çar dîwaran de ne. Nikarin li vir siyasetê bikin. Di nava şert û mercên pir dijwar de ne. Lê yên li derve xwediyê şert û mercên zêde ne. Dikarin li derve rêxistina xwe xurt bikin. Bila di vê qadê de bertekên xwe yên demokratîk pêş bixin. Ev rêbazek hîn rast e.' û xwest li derve bertekên demokratîk pêş bixin." 
 
‘DERFET BÊN DAYÎN WÊ EV XETIMÎN VEBIN'
 
Ocalan da zanîn ku birayê wî Abdullah Ocalan bal kişandiye ser rêya çareseriyê û wiha gotiye: "Got 'Ger derfet bên dayîn ev rêya xetimiye wê vebe. Ger ku derfetê bidin em dikarin vê rêya vekin. Ev tişt bi şer û kuştinê çareser nabe.' Dîsa têkildarî pirsa wê li Îmraliyê hevdîtin bidomin ya na? jî got: 'Ne ez dikarim bêjim hemû rêyên hevditê hatiye vekirin û ne jî dikarim bêjin hatine girtin. Divê em hinek bipên. Ger ku hin qanal bi temamî vebin wê ev ji bo her kesî erênî bke. Lê ger ku rê bên girtin wê ji bo her kesî pêşketinên neyînî bin.' Li aliye Rêberê PKK Ocalan qala hilbijartina 23'ê Hezîranê ya Stenbolê nekir. Birayê min herî dawî bi wesîleya Cejna Remezanê cejna hemû kesan pîroz kir." 
 
HEVDÎTINA 12'Ê HEZÎRANA 2019'AN 
 
Daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Asrînê wiha ye:  “Wekî Buroya Hiqûqê ya Asrinê me di 12'ê Hezîranê roja Çarşemê de li Îmraliye bi muwekilê xwe Birêz Abdullah Ocalan re li gorî çarçoveya zagonan hevdîtin kir. Di vê hevdîtinê de Brêz Ocalan berî her tiştî ji bo çalakgerên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de li ser banga wî dawî li çalakiya grevê anîne, spasî û silavên xwe ji çalakgeran re pêşkêş kiriye. Dîsa ji bo peyama spasiyê bigêje destê wan nameya spasiyê şaniye. Birêz Ocalan ji bo hemû sazî û kesên di vê pêvajoyê de helwesta xwe diyar kirine, ev hewladan wan pir bi nirx dîtiye û spasî û silavên xwe pêşkêş kirine. Peyama Birêz Ocalan a der barê çalakgeran de em di pêvekê de parve dikin. 
 
Di vê hevdîtina bi Birêz Ocalan re hatiye kirin bi cewherî ev daxuyanî derketine pêş: Birêz Ocalan diyar kiriye ku dibe grevên birçîbûnê bên kirin, lê wekî rêbaza tekoşîna sereke nabîne û pêşniyar nake. Pozîsyona xwe wekî siyaseta jiyandinê digire dest  û pênase dike. Li dijî mirinê, parastina jiyanê pênase kir. Diyar kiriye ku ya esas digire tekoşîna yiyan û jiyandinê ye. 
 
BAL KIŞANDIYE SER NIRXÊN HEQÎQETA JIYANÊ 
 
Mirina trajîk a Hallaci Mansur mînak da û diyar kir ku li gel vê mirina wî ya trajîk dest ji lêgerîna heqiqetê bernedaye û bal kişand ser nirxên heqîqeta jiyanê. Li gorî vê yekê li gel rewşa xwe ya giran dîsa teqez dest ji tekoşîna lêgerîna edalet, azadî û lêgerîna heqiqetê bernedaye. Dîsa diyar kiriye ku teqez dest ji vê tekoşînê bernade. 
 
Brêz Ocalan têkildarî pirsgirêkên polîtîk û civakî çavdêrî û der barê vê yekê de jî pêşniyarên xwe yên çareseriyê di her firsendê de anîne ziman û di vê hevdîtinê de jî anîne ziman. Me carek din dît ku sekna xwe ya israra li ser bingeha siyaseta demokratîk û aştiya bi rûmet dubare nîşan daye. 
 
'HEBÛNA TIRKAN A  BÊ KURD Û HEBÛNA KURDAN A BÊ TIRK NABE' 
 
Ocalan da zanîn ku li gorî nişana dîrokê Tirk beyî Kurdan û Kurd jî bêyî Tirkan nikarin bijîn. Dema li Mezopotamya Kurd hatin xelaskirin, li Anatoliyê li ser navê Tirkan tu tişt namîne. Diyar kir ku hebûn û pêşketina Kurdan û hebûna Tirkan bi hevve girêdayi ye. Divê li gorî vê rastiyê tev bigerin. Ev yekîtiya Kurd û Tirkan, wê rê li pêş jiyana aştî û demokratîk a gelên li Rojhilata Navîn jî veke. Me dît ku pêşengîyê dide çareseriya demokratik û ji bo vê yekê jî girîngiyê dide guhertinen qanûnî û Makeqanûnî. Ji bo vê yekê jî diyar dike ku guhertina demokratîk û fikrî enceq bi tevlêbûna hemû beşên civakê pêkan e. 
 
YA ESAS Û ÇARESER BIKE SIYASETA DEMOKRATÎK E
 
 Destnîşan kir ku di tarza siyaseta heyî de valahiya bîrdozî û teorîk xuya dibe û bi tarza malbatî, kabilevanî û eşîrî siyaseta rast nayê meşandin. Bibîr xist ku ya esasî û çareseriyê siyaseta demokratîk e.  Berê jî qala mînaka Gandhî kiribû. Dîsa heman minak bibîr xist û xwest rêbaza sivîl û rêbazên afirîner ên çareseriyê pêş bixin. Bal kişand ser pêdiviyên siyaseta muzakereyên demokratîk, rebazên aqil, politik û hêzea çandi û tekoşîna sivil. Xwest ev rêbaz bên pêşxistin. Anî ziman ku bi vê rebazê dikarin bingeha çareseriya demokratîk ava bikin. 
 
MIJARÊN KU JI HEV CÛDA NAYÊN DESTGIRTIN
 
Di mijara Sûriyeyê balkişand ser girîngiya feraseta siyasî ku tevahiya Sûriyeyê temsîl dike, wekî carên berê dîsa balkişand ser mîsogeriya makeqanûnê û pêşniyara demokrasiya herêmî. Dibêje polîtîkayên derve-hundir ên Tirkiye û Sûriyeyê girêdayî hev in û ne mimkun e ji hev cûda bên destgirtin. 
 
MIJARA REXNEYÊ YA BINGEHÎN
 
Di mijara jinan û li hemberî hesasiyetên têkoşîna azadiya jinan û di van mijaran de têkildarî keçên di  temenên zaroktiyê de tên zewicandin, qetilkirina Ozgecan, têkiliya navbera jin û mêran de hinek xirxandin kir. Destnîşan kir ku ji serdema Neolotîkê heta niha 15 hezar sal in koletiya jinê ku mînaka koletiya teqez e, di genetîka civakê de bi cih bûye. Qetilkirina jinan berhema heman hişmendiyê ye û ji ber vê yekê jin êrîşên li hemberî hemcînsên wan pêk tên, wekî ku li hemberî wan pêk hatiye dibînin û got ku pêwîst e jin bi vê hişmendiyê tevbigerin. Qetilkirina jinan di mijarên pirsgirêkên civakî, aborî û sosyolojîk de her yek divê tena serê xwe wekî mijara şoreşê nirxand û tenê pirsgirêka mijara keçên ku di zaroktiya xwe de tên zewicandin weke sedema pêkhatina 10 şoreşan îfade kir. Nebûna siyaseta ku van pirsgirêkan çareser bike wekî mijara bingehîn ya rexneyê binav kir. 
Di mijara çareseriya pirsgirêkên civakî de pêşxistina hilberînê, afirînerî û li ser bingeha avakirinê şaredariyên demokratîk  wekî hewcedariyê aniye ziman û da zanîn ku divê di van mijaran de HDP rola katalîzora demokrasiyê bigire ser xwe. 
 
ÇARESERIYÊ ESAS DIGIRE 
 
Her wiha dema ku hinek pirtûk û nivîskar dinirxand anî ziman ku sosyalîzmê esas digire û li dijî dogmatîzmê, avakirinê pêş dixe. Li dijî hişmendiya reel sosyalîst, li ser vê bingehê li Rojhilata Navîn nêrîna xwe li ser esasê çareseriyê destnîşan dike.”
 
Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo bidawîkirina çalakiyên greva birçîbûnê nivîsandibû jî wiha ye: 
 
“Rêhevalên Hêja; 
 
Li ser pêşniyara min we dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê û rojiya mirinê anî. Ev helwest xwedî girîngiyeke dîrokî û bi wate bû. Ez weke helwesteke pir binirx dibînim û spasiya we dikim. Hêvîdarim ku bi taybet jî rêhevalên ku pêvajoyê bi ruhekî kûr hîs dikin, di hêla beden, zêhn û ruhî de li xwe baş binêrin. Li ser bingeha dersên ku ji pêvajoya rexne û rexnedayînê hatine derxistin, ji we re serkeftinê dixwazim. Ez bi taybet jî dixwazim destnîşan bikim ku ev helwesta di çarçoveya înîsiyatîfa şexsî de pêş ket, divê weke helwesteke li gorî dewletê yan jî weke tawîzdayînê neyê nirxandin. Li gorî hêvî û pêjna min, di wê baweriyê de me ku dê encamên erênî bi xwe re bîne. Ez vê hêviya xwe diparêzim. Hêvî dikim ku ji vir û şûnde li ser bingeha felsefeya hebûnê, hûn di hêla beden, ruh û zîhnî de xwe pêşve bixin. Silav û hezkirinên xwe yên daîmî ji we re dişînim. 
Abdullah Ocalan 
12 Hezîran 2019
 
PEYAMA OCALAN A 18'Ê HEZÎRANÊ 
 
Peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ku di 18'ê Hezîranê de nivîsandiye û Buroya Hiqûqê ya Sedsalê parve kir wiha ye: “Di mijara însîyatîfa takekesî ku min bi wesileya bidawîkirina çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê girt de geşedanên muhtemel ên pêk werin jî li ber çav girt û pêwîst dît ku vê daxuyaniyê bidim.  Derbarê pêvajoya çareseriyê de min qala helwesteke zelaltir û kûrtirkirî kiribû. Min bi vê perpektîfê li geşedanên heyî nerî. Uslûba şer û dubendiyê ku mora xwe li pêvajoya piştî bidawîbûna pêvajoya çareseriyê da û dubendiya kevneşop a Tirkiyeyê derbas nekir, derketiye holê ku di serî de pirsgirêka kurd û hemû pirsgirêkên civakî girantir kiriye. Tifaqa Demokratîk ku xwe di HDP'ê de dibîne û girêdayî vê yekê opsiyona muzakereya demokratîk ku li dijî rastiya tifaqên Cûmhûr û Millet e ji xwe re wek navend çareseriyê esas girtiye.
 
Divê were dîtin ku dema bê wê pirsgirêkên civakî yên navxweyî, pirsgirêkên herêmî û global girantir bibin, lewma gelekî girîng û bi wate ye ku ev helwesta rêya sêyemîn bê parastin. Di vê çarçoveyê de feraseta Tifaqa Demokratîk a ku di nava HDP'ê de şênber bûye, nabe ku bibe mijara nîqaşa rojane ya hilbijartinê. Divê girîngiya Tifaqa Demokratîk û wateya wê ya dîrokî angajeyî dubendiyên berdest neke û weke heta niha kirî, di hilbijartinê jî li ser xeta xwe ya bêalî raweste.
 
Xeta li ser bingeha sê hîmên; lihevkirina demokratîk, siyaseta azad û hiqûqa gerdûnê platforma siyasî ya herî rast û hilberandina encamê ye. Bang li hemû hêzên pêwendîdar dikim ku di vê çarçoveyê de baldar bin.
18.06.2019 Girtîgeha Girtî ya Îmraliyê
Abdullah Ocalan"
 
Daxuyaniya Buroya Hiquqê ya Sedsalê ku bi nivîskî parve kirin wiha ye:  “Me bi muwekilê xwe Birêz Abdullah Ocalan re di 18.06.2019'an de li Îmraliyê hevdîtina parêzeran kir. Brêz Ocalan wekî hevdîtinên berê di vê hevdîtinê de jî der barê gelek mijaran de nirxandin kir. Nerînên xwe parve kirin. Ev mijar bi giştî; grevên birçîbûnê, têkiliyen Kurd û Tirk, dîroka Kurdan, kesayetî û çanda Kurdan, rewşa Sûriye û Bakurê Sûriyeyê û tiştên pêkan, derfet û rêbazên Siyaseta Demokratik-Îtîfaqa Demokratik, siyaseta rojane ya li Tirkiye û geşedanên pekan axivî. 
 
JI XEYNÎ MUHATTAPAN PARVEKIRINA ME TUNE YE 
 
Birêz Ocalan di heman demê de li ser siyaseta rojane û geşedanên pêkan nivîs nivîsiye. Xwestiye vî metnî û naveroka hevdîtinê berî her tiştî bi muxatabê wê yê sereke HDP'ê re em parve bikin û niqaş bikin. Me jî li ser daxwaza Brêz Ocalan, nivîs û nirxandinên ku wî kiribûn, bi rêveber û rayedarên HDP'ê re parve kir. Me plan kir ku roja înê di 21'ê Hezîrana 2019'an de bi raya giştî re parve bikin. Bi taybet em dixwazin bînin ziman ku ji xeynî vê parvekirina bi muxataban re me bi tu kesên din re parve nekiriye.
 
DIVÊ EM BI BALBARÎ Û BERPIRSIYARÎ NÊZÎK BIBIN
 
Me li gorî plana xwe hevdîtin dikir û hewl da daxuyaniyê bidin. Di vê navberê de me parvekirinên kesê bi navê Alî Kemal Ozcan di saetên êvarî de dît. Di saetên êvarî de bi parêzerê buroya me re jî hevditin kir û îdîa kir ku hevdîtin kiriye. Em ne xwedî agahî bûn ku ji xeynî parêzeran kesekî din bişînin Îmraliyê. Ji 2'ê Gulanê heta niha hemû hevdîtinên ku em bi muvekîlê xwe re dikin ewil em bi muxataban re parve dikin û piştre em bi raya giştî re parve dikin. Em di ferqê de ne ku sekn û gotina muwekilê me hemû civakê û qada polîtîk eleqeder dike. Em hewl didin ku daxuyaniyên xwe li gorî vê berpirsiyarê bînin cih. Ji ber vê yekê ji hevditina 2'e Gulanê heta niha li dijî hemû kes û komên ku der barê Îmrali û muwekilê me de dixwazin bi mere têkevin nava dan û stendinê em bi baldaî û berpirsiyarî tev digerin. Xisûsên ku Ozcan têkildarî hevdîtinê anî ziman û şiklê parvekirina bi raya giştî re, gotinên anîn ziman tenê wî eleqeder dike. Beyî ku em bi muwekilê xwe re hevditin bikin, em nikarin teyît bikin û bersîv bidin. Rewşa me ya em bersîv bidin tune. 
 
Em peyama Birêz Ocalan a di hevdîtima me ya 18.06.2019’an de pêk hat û nivîsa ku nivîsandiye di pêveka daxuyaniyê em bi raya giştî re parve dikin.  Her hevokek metnên Birêz Ocalan bi qasî pirtûkekê ye û bi naveroka metne re pêşniyar û nêrînên divê bên nirxandin kir. Wê peyamên wî yên berfirehtir ên derbarê çareseriyê de hene. Wî bi xwe jî ji vê yekê re got ‘hêvî ye.’ Di hevdîtinên beriya niha de jî behsa zimanê berberiyê kiribû. Dîsa vî zimanê berberiyê dubare kir. Diyar kir ku divê rêya sêyemîn bê parastin. Birêz Ocalan di çarçoveya nîqaşên rojane de diyar kir ku îtîfaqa demokrasiyê divê di dîlema alî û taliye de neyê kirin. Birêz Ocalan dibêje ku HDP rêya sêyemîn esas bigire û vê yekê biparêze. Diyar kir ku ev her du halên berberîbûnê ji destpêka avakirina komarê ve heye. Anî zman ku di van şertan de îtîfaqa demokrasiyê, wek xeta sêyemîn jî avakirina partiyek wek HDP’ê û birêvebirina wê talûkebû û ev karê wêrekiyê bû. Bi me re parve kir ku divê partiyek wek îtîfaqa demorkatîk ku katalîzorek wêrekî û bi aqilî ya HDP’ê banga demokratîkbûnê li hemû rêxistinên siyasî bike û pêwîste siyasetek muzakere û çareseriyê bi pêş bixin.
 
HDP DÊ BIRYARÊ BIDE 
 
Birêz Ocalan got divê HDP feraseta îtîfaqa demokratîk ku di xwe de ava kiriye, neke niqaşên hilbijartina rojane û nebe aliyê niqaşên rojane. Ocalan bal kişand lihevkirina civakî û xwest nebe xwê û îsota berberî û dubendiyê. 
Ocalan destnîşan kir ku siyaseta berberiyê û gotinên heqaretê ya bi rêya demagojiyê, siyaseta pevçûn û şer e û xwest HDP rêya xwe biparêze. Xwest em van xisûsan bi HDP'ê re parve bikin û bê niqaşkirin. Dîsa diyar kir ku HDP partiyek siyasî ye, ew bi xwe xebatên xwe dike û ew bi xwe biryarên xwe dide û wê HDP biryarên xwe bide.
 
LIHEVKIRINA DEMOKRATÎK Û SIYASETA AZAD 
 
Birêz Ocalan anî ziman, feraseta tifaqa demokratîk a ku di nava HDP'ê de şênber bûye divê nebe sparteyek ji nîqaşên rojane yên hilbijartinê re û diyar kir ku mebesta wî lihevkirina civakî ye, tevnedana dubendîtiyê ye. Di wê nêrînê de ye ku siyaseta bendîtiyê bi gotinên xwe yên heqaretê û demagojiyê siyaseta şer dimeşîne, HDP divê rêya xwe biparêze. Anî ziman ku divê ev xusûs bi HDP'ê re bê nîqaşkirin û diyar kir, tevî vê yekê jî HDP xebatên xwe bi xwe dike û biryarên xwe wê bi xwe bide.
 
Birêz Ocalan xwedî wê nêrînê ye ku HDP partiyeke tifaqa demokratîk û danûstandinên demokratîk e, ji bo pêkanîna vê yekê jî HDP ku partiya tifaqan e divê bi tifaqên xwe siyaseta xwe xurtir bike. Anî ziman ku ji rêxistiniya herî biçûk a civakê, ji gund heta asta herî jor gelek pirsgirêk hene, giştiya van pirsgirêkan jî qada siyasetê ye û siyaset divê çareseriyeke demokratîk biafirîne.
 
Destnîşan kir ku divê li ser sê hîmên; lihevkirina demokratîk, siyaseta azad û hiqûqa gerdûnî siyaseta demokratîk bê afirandin û ji bo hiqûqa gerdûnî jî pênaseya Tifaqa Destûra Bingehîn a Demokratîk pêşniyar kiriye. Diyar kir ku di nava hiqûqa gerdûnî de çareseriya destûra bingehîn a demokratîk dikare bê peydakirin. Bi bîr xist ku di belavoka ji heft xalan de xeta Tifaqa Demokratîk jî hatiye destnîşankirin.
 
Di mijara têkiliyên Tirk-Kurd de mîna hevdîtinên dawî nirxandinên xwe domandiye. Weke ku beriya niha gelek caran anî ziman, diyar kir ku têkiliyên Kurd-Tirk beramberî hev in, Kurd nebûya Tirk nedibû, yên ku deriyên Anatoliyê li Tirkan vekirin li Malazgîrtê Kurd bûn, Osmaniyan her wiha li Çaldiran û Mercîdabikê bi lihevkirina bi Kurdan re bi pêş ve çûn. Destnîşan kir ku heman rewş yekalî nîne û ji bo Kurdan jî derbas dibe. Li gorî Birêz Ocalan divê bê lêpirsîn û eşkerekirin ku ev hevgirtina Kurd û Tirkan ji aliyê kê ve çawa û kengî hatiye qedandin û kîjan hêz bûye sedemê vê yekê. Anî ziman ku piştî ev hevgirtin bi dawî bû gelek raperînan rû dan, qirkirinên mezin pêk hatin û destnîşan kir, ku rêbaza wî cuda ye, tevî bûyerên ku di nava çil salên dawî de qewimîn her tim komkujiyên mezintir asteng kiriye û her kes bi vê zane.
 
Brêz Ocalan di hevdîtinê de têkildarî rêbaza siyaseta xwe jî diyar kir ku heta îro bi fikirîn, hilberîn û siyaseta afirenerî ji pirsgirêkan re çareseriyê geriyaye. Weke di çalakiya greva birçîbûn û rojiya mirinê de jî derket holê, li gel hebûna bi hezaran kesên girêdayî xwe hebûna pirsgirêkên civakî ku divê bên çareserkirin û rawestandina ewqas kar qebûl nake. Dayina hemû bar a ser piştî wî û fedakariya bi tena serê xwe rexne dike û diyar dike ku bi hişmendî, afirênerî û siyaseta ku pirsgirêkan çareser bike, herkes dikare li ser tiştan biponije. Minak, gelek meraq dike ku weke rojev dema pêşiya me de dê Şaredariya Demokratîk çiqas were pêşxistin.  
 
Brêz Ocalan di mijara Sûriyeyê de jî esasgirtina siyaseta înşayê ya kurdan a bi ereb û gelên din re qanihkirina Dewleta Sûriyeyê ya çareseriya makeqanûnî girîng dibîne. Rêya bîngehîn a pêşîgirtina qelandin û hilweşandineke  muhtemel vê yekê dibîne. 
 
Dîsa weke berdewama parvekirinên xwe yên di hevdîtinên beriya niha de di mijara dîrok, kesayet û çanda kurdan de nirxandinên xwe yên li ser Cizîr û Destana Mem û Zînê berdewam kir. Diyar kir ku li gel derbasbûna dîroka 400 salî jî siya Mem û Zîn hê jî li ser Cizîrê ye. Li ser dîrok, erdnîgarî û çanda Cizîrê jî nirxandina kir û bi ser "keça êzidî ya kurd" Berîvan ku di dîroka Cizîrê de kesayeteke girîng e jî nêrînên xwe yên derbarê êzidiyan parve kir. Brêz Ocalan da zanîn ku çanda kurdan rast nayê hînkirin û nehînkirina kurdî ya kurdan a zarokên xwe weke rewşe tirsnak nirxand.
 
PARÊZER DI 7'Ê TEBAXÊ DE BI OCALAN RE HEVDÎTIN KIRIN
 
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî hevdîtina parêzerên wan ku li gel Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 7'ê tebaxê de hevdîtin pêk anî daxuyanî da raya giştî û gotin: “Me 7’ê Tebaxa 2019’an bi muwekîlê xwe Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî. Birêz Ocalan de rojeva sereke yên pêşketinên dîrokî, têkiliyên Kurd-Tirk, gotubêjên li ser rewşa şer û rageşiyê axivî. Têkiliyên Kurd-Tirk ên ji Ahlat û Malazgirtê destpê kir heta Destûra Bingehîn a 1921’ê hate nirxandin, diyar dike ku têkildarî vê mijarê bi hestyar hemû derdor divê li gorî wê tevger bike. Dixwaze xwe bi Kemalîst, dixwaze jî bi Osmaniyên Nû îfade bike, her du hişmendî jî, divê li gorî dîrok û têkiliyên Kurd-Tirk rast û helwestekî erênî nîşan bide. Birêz Ocalan ji israra polîtîkayên şer û rageşiya heyî bi fikar e. Bal kişand ser windahiyên mirovî, siyasî û aborî yên çil sal in pêk tên, îsrara di vê polîtîkaya li herêmê de wê encamên hê girantir bi xwe re bîne, divê her kes vê yekê bibîne. Hewldanên demokratîk ên wî di demê Ozal de heta niha ji aliyê kontra gerîlayan ve hatine sabotekirin; hêzên dijî çareseriyê îro jî ji bo heman tişt pêk bê di asteke ya şer derbixin de gihiştine potansiyelekê. Gotina Ozal a sala 1993’an a ‘Bi şer çareserî nabe’ bibîr xist, tevî parastina rastiya vê rewşê jî îro biryardariya Ozal nîşan dide, vîna wê ku lêpirsîn dike heye.
 
HIQÛQEK KURDAN HEYE AN NA?
 
Birzê Ocalan bi hewldaneke pir bi heybet dema dewlet û aqilê dewletê analîz dike; li dijî dîroka derew, mijûlkirin û sext ya ku aqilê şovenîstiyê ye, li gorî têkiliyên Kurd-Tirk ên dîrokî û dîroka rast ji bo Kurdan cih dixwazim vekim. Di vê çarçoveyê de ti pêwîstiya Kurdan bi dewleteke din nîne; lê pirsa ‘Geloa ma pêwîstî bi hiqûqek ya Kurdan jî heye an na?’ kir. Her timî lêgerîn li ser jiyana azad, mirovê azad û civaka azad a çil salî dom dike kir, diyar kir ku aqilê Kurdan ava dike.
 
16 TEBAX 2019 MALBAT ÇÛN ÎMRALIYÊ 
 
Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, bi minasebeta Cejna Qurbanê di 12'ê Tebaxê de çû Grava Îmraliyê û Ocalan ziyaret kir. Mehmet Ocalan têkildarî hevdîtinê wiha got: "Dema ez çûm Serok ji min re got 'Ez ne li benda we bûm' Ocalan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye ev tişt ji min re got: “Ev tişt bi şer nabe. Wê hem Tirkiye zerarê bibîne û hem jî gelên di nava hevde dijîn wê zerar bibînin. Ev tişt bi şer nabe. Divê aştî pêş bikeve. Ger ku Tirkiye têkeve axa Sûriye ew jî nabe çareserî ye. Ya rastî ewe ku şer ji bo gelan tiştekî baş nîne. Ez 20 salan li Sûriye mam. Ez gelê wir baş nas dikim. Ez eşîrê ereb ên li wir baş nas dikim. Têkiliyên min hebûn. Silavên min li eşîrên ereb û gelên li wir bike. Pirsgirêk divê bi demokrasiyê çareser bibe. Tu carî bi şer pirsgirêk çareser nabin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd em rol û erka xwe pêk tînin. Operasyona Pençe tê wateya şer. Tevger şer e. Ev mesele bi rijandina xwina mirovan çareser nabe. Em her dem ji bo aştiyê amade ne. Em ê her dem li dijî şer bin. Divê li şûna şer aştî hebe. Tirkiye bêyî herêma Federe ya Kurdistanê nikare bi ser bikeve. Bêyî herêma Federe ya Kurdistanê tevger wê pir zor be. Ev tevger wê darbeyekê li yekîtiya gelê Kurd bixe. Divê her kes ji bo yekîtiya gelê Kurd di nava liv û tevgerê de be. 60 wekîlê wan hene. Di vê hilbijartinê de şaredarî jî stendin. Min cara din jî got. Ger ku ez li derve bûma, min dê kolan paqij kiribûna. divê wekîl 24 saetan di nava gel de bin. Partî saziya herî mezin a demokratîkbûnê ye. Divê xizmeta gel bike. Gel vîna xwe teslîmî wan kiriye. Ew jî divê xizmetkarên vî gelî bin." 
 
TECRÎDA 20 SALAN BI ŞERÊN ÎRO VE GIRÊDAYÎ NE 
 
Birêz Ocalan der birî ji serdema Ozal heta roja îro lêgerîna ji bo aştî û demokrasiyê didome. Birêz Ocalan diyar dike ku tecrîda 20 salî ya li dijî wî bi şerên îro diqewimin ve girêdayî ne. Her wiha got ew tevî van hemû zoriyan jî li dijî vê yekê bîst sal in li ser xeta aştiyê li ber xwe dide û dê ji vê yekê re dibe bersiv.  Bi vî awayî Birêz Ocalan dibêje ‘Ez ji kurdan re cih vedikim. Werin em pirgirêka kurd çareser bikin. Ez dibêjim ku ez ê di hefteyekê de rewşa şer û îhtîmala şer ji holê rakim. Ez ê çareser bikim. Ez bi xwe bawerim. Ez ji bo çareseriyê amade me. Ancak dewlet jî û aqilê dewletê jî divê tişta pêwîst bike."
 
Di heman demê de bi wesîleya cejnê hemû gelê me yê ji bo têkoşîna aştî û demokrasiyê ked û dil daye jî silav kir û cejna gelên me pîroz kir. Ji girtîgehan re silavên xwe yên taybet şand.”
 
 
OCALAN PIŞTÎ 21 SALAN BI TELEFONÊ BI MALBATÊ RE AXIVÎ Û DÎSA PEYAMA YEKÎTIYA KURDAN DA
 
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku muwekilên wan Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysi Aktaş ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ne, bi rêya telefonê bi malbatên xwe re hevdîtin kirine. Piştî 21 salan Ocalan yekem car bi rêya telefonê bi malbatê re axivî. Ocalan di hevdîtina telefonê de diyar kir ku rewşa  tenduristiya wî baş e. 
 
Ocalan jî bi Mehmet Ocalan re bi telefonê hevdîtin kir. Mehmet Ocalan têkildarî hevdîtinê wiha got: “Ji mere gotin saet di 1'ê de werin Dozgeriya Komarê ya Rihayê. Li ser vê yekê em çûn dozgeriyê û me li wir bi telefonê hevdîtin kir. Telefon carekê qut bû. Piştre em dîsa axivîn. Axaftina me ya telefonê nêzî 20-25 deqîqeyan berdewam kir. Got tenduristiya min baş e. Got niha nexweşî li  vir tune, lê di rojên pêş de çi bibe ne diyar e. Bi giranî li ser Başûrê Kurdistanê nirxandin kir. Banga yekîtiyê kir." 
 
MA / Sadiye Eser

Sernavên din

20:06 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 344
19:21 Bi çalakiya rûniştinê Kadîr Bagdû bibîr anîn
16:57 Komeleyên Dersîmê: Neçîra pezkoviyan perçeyekî êrîşan e
15:35 Der barê Sevîl Rojbîn Çetin de cardin biryara girtinê dan
15:16 Ji bo girtiyên nexweş li Stenbol û Enqere çalakî
15:15 Karkerên agiriyî piştî 11 rojan hatin definkirin
15:04 Derbarê kuştina zarokê 5 salî kesek hat girtin
14:47 HDP: Ayasofya, aîdê dîrokê ye nikare weke qadeke lîstika polîtîk bê bikaranîn
14:22 Jinên SKM’î: Jinên girtî serbest berdin
14:06 Dayikên Şemiyê: Dawî li bêcezahiştin û înkara 40 salan bînin
14:04 Peymana Îstanbulê pêk bînin û sûcê îstîsmarê efû nekin
13:36 Li Bismil zarokeke biçûk mirî hat dîtin
13:24 CÎSST'ê binpêkirina mafan a li girtîgehan kir rapor
12:35 Tevlîbûna çalakiyên ’15’ê Tîrmehê’ li xebatkaran ferz kirin
12:31 Piştî operasyona eskeran hemû dahl û rezê welatiyan şewitî
12:10 Cigirê midurê dibistanê ji sûcê îstîsmarê hat berdan û dest peywira xwe kir
11:59 Xizmên windayan çîroka Kadrî Yilmaz pirsîn
11:01 AKP-MHP'ê pêşnûmeya Pir Baroyî li meclîsê erê kir: Îqtîdar cudakariyê dike
11:00 Li Agiriyê nêzî 100 mih bi lehiyê re çûn û mirin
09:30 44 hezar û 680 abone li Êlihê bê av in
09:14 'Pirbarobûn' wê bibe sedema cihêkariyê
09:13 Hawirdorparêzan xwest demildest nêçîrkirina pezkoviyan qedexe bikin
09:12 Rojnamevan Guleş: Girtiyên nexweş tedawî nakin
09:12 Dozger îdeanameya Dayika Aştiyê Kiran amade kir
09:11 Jin wê ji bo Dokûyê li Dersimê bin
09:10 Ji ber bê eleqeyê edî xaliyên Wanê nayên çêkirin
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2020'AN
10/07/2020
20:31 23 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:23 Navenda Şêwirmendiya Jinan a Dayîka Taybet hat vekirin
17:00 Ciwanan ji bo 33 qurbaniyan ‘meşa edaletê’ li dar xist
16:26 Di Doza Nisêbînê de cezakirina 47'emîn
16:04 SES: Li nexweşxaneyan şewba Covît 19 ji sedî 51 zêde bû
15:26 Di karesata keştiyê de hejmara miriyan derket 19’an
15:24 Parêzer meşiyan
14:53 Polîsan 4 kes li Amedê binçav kirin
14:14 Onlu ji bo betalkirina îhaleya nêçîra pezkoviyan daxwazname da Wezareta Daristanê
14:08 Di bîranîna Garê de ji bo Pirsûsê bang kirin
13:46 Gunay: Li dijî êrîşên cudakariyê nakin divê em bi hevre têbikoşin'
13:33 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:55 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn: Berpirsiyar dewlet e
12:48 Ferda Îldan di serdegitina malê de hat binçavkirin
12:31 Serokê Baroya Îzmîrê Yucel: Bi vê guhertinê civakê çavtirsandî dikin
12:26 Ji bo kesên hatin binçavkirina hevdîtina parêzeran qedexe kirin
11:51 Di keştiya noqî avê bû de hejmara miriyan derket 16'an
11:38 'Bi peymana Îstanbulê wekheviya jinan dikin armanc'
11:29 Hevdîtina Îlham Ehmed û Ann Lînde Tirkiyê aciz kir
11:23 Bi ser avahiya HDP'ê ya Hezoyê de girtin
10:54 Kanên komirê yên çem qirêj dikin ceza kirin
10:49 Tecrîdkirina Ocalan bir rojeva Meclîsê
10:37 Parlamenterên HDP’ê: Di doza malbata Şenyaşar de kî çi vedişêre?
10:29 Serokên baroyan şeva xwe li ser bank û kaşûnka derbas kirin
09:04 BEKSAV ji bo 33 rêwiyên xeyalan kampanyayeke hunerî li dar dixe
09:04 Hevalên Seyîdxanê Boyaxçî: Me çinareke sedsalî winda kir
09:04 Ma wê jineke extiyar û nexweş çawa karibe bireve?
09:04 ‘Heger tiştek neyê kirin wê Denîz jiyana xwe ji dest bide'
09:04 Bênavber êrîş birin hem ser miriyan hem jî goristanan
09:04 Korona û krîza aborî bandorê li ser cil û bergên Botanê jî dike
09:04 'Şaredarî pirsgirêka ava taxan çareser nake'
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:55 Polîsan li Edene û Mêrsînê derî şikandin û gelek kes binçav kirin
09/07/2020
21:39 Parêzerê Şenyaşaran: Îdianame ji bo parastina malbata Yildiz hatiye amadekirin
20:12 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 300
17:31 Dayik Şenyaşar: Hecî li ber çavên min kuştin
16:45 Serdozger: Derbarê hejmara kesên di kelekê de gotinên hevnegirtî hene
16:14 Ji bo rojnameger Azîz Orûç edalet hat xwestin
15:19 Dolmîşa karkerên çandiniyê qelibî
15:11 Jinan got: Heya Meclîs bê girtin em ê di nobetê de bin
15:11 Serokên baroyan ku gihîştin Enqereyê dîsa hatin dorpêçkirin
15:06 Ji bo Tîmtîk û Unsal bang li Dadgeha Bilind kirin
14:31 TMMOB’ê bang li DEDAŞ’ê kir: Dev ji vê bêhiqûqiyê berdin
13:58 Hevşaredarê Cizîrê Zirig ji doza ‘pesnê’ hat beratkirin
13:17 ÎSÎG: Di meha Hezîranê de 188 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:51 Bernameya ‘Hevdîtinên Demokrasiyê’ ya HDP’ê diyar bû
12:46 Li Sakaryayê teqîn: 3 leşker mirin
12:41 Encumenên Şaredariya Farqînê negirtin civînê
12:24 ÎHD: Girtîgeh ji bo jiyana Ozbek û Oyûnlû bi rîske
12:15 Danişîna malbata Şenyaşar dest pê kir
11:57 Daneşîna Bîlgen taloq bû
11:45 Serokên Baroyan parêzer vexwendin Enqerê: Em ê di nobetê de bin
11:01 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
10:43 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
10:18 Walî ji xwişka Doku re got: Bi gel û çapemeniyê re neaxive, bêdeng be
09:56 Ji ber ku daxwazname nenivîsand girtî ‘endamê aktîf ê rêxistinê’ hat hesibandin!
09:24 'Em ê li dijî îşkenceyê îsyana xwe mezin bikin’
09:24 Berdevkê Pêşwaziya Koçberan a Şengalê Îdo Şekir:Vegera Şêniyên Şengalê li dijî êrişan bersiva herî xurte
09:23 Heskîfa 12 hezar salan 'bi awayê wê yê nû' hat rûxandin
09:22 Akademiya Uvercînkayê vebû
09:22 Serokê Baroya Mêrsînê: Pir baro projeyeke FETO'yê ye
09:21 Ji bo 33 rêwiyên xeyalan kampanyaya 'edaletê'
09:20 ‘Hikûmeta AKP'ê em di nav deynan de hiştine'
09:20 ‘Gavên tên avêtin hemû divê ji bo yekîtiyê bin'
09:19 Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiya lez daye xebatên xwe
09:10 Ji Ma Muzîkê projeyeke nû: Ji lorîkan ber bi senfoniyan rêwitiya newayan
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08/07/2020
20:13 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 282
16:11 Piştî mehekê kelemçeya di piyê Alinak de hat vekirin
16:06 Ji bo jinên ku wezaretê dagir kiribû daxwaza girtinê hat kirin
15:56 Keleka ku li Gola Wanê noqî avê bûbû di kûrahiya 107 metreyan de hat dîtin
15:36 HDP’ê bi protestoyê dest bi hevdîtinên teklîfa pir baroyan kir
14:48 Dema bidawîbûna çalakiya xwe ragihand hat binçavkirin