Karkerê bi vîrûsê ket nexistin karantînayê

  • rojane
  • 16:21 6 Nîsan 2020
  • |
img

STENBOL - Karkerê înşaetê yê bi vîrûsê ket, bi 4 hevalên xwe yên ji kar hatin derxistin re ji ber ku cihekê wan tuneye lê bimînin, di wesayîta xwe ya li parkê de dimînin. Karkerê bi vîrûsê ket ji bo ku wî bixin karantînayê çû nexweşxanê, lê ji wî re gotin “Tu bi xwe, xwe bêxe karantînayê.”

5 karkerên berî du mehan ji bo kar ji Erziromê hatin Stenbolê, li şantiya Înşaeta Toyanex dest bi kar kirin. Yek ji karkerên di nava wan de bi vîrûsa koronayê ket, di 3’yê Nîsanê de ji kar hat derxistin. Karkeran ji ber qedexeya çûyîn û hatinê ya di navbera bajaran de nekarîn paşve vegerîn bajarên xwe. Karker, ji roja Înê ve ji ber ku cihekê ku lê bimînin tuneye, di wesayîta xwe de dimîn in. Me xwe gihand yek ji van karkeran Ozkan Guven. Guven, diyar kir ku encama testa hevalê wan piştî 11 rojan derket û wan jî li ser vê yekê testên çêkirin.
 
Guven, da zanîn ku dema ji bo testa xwe çêbikin çûn nexweşxanê, ji aliyê rayedarên şîrketê ve ji kar hatin derxistin û wiha axivî: “Ne cihekê me yê ku em lê bimînin heye, ne jî destûra me ya ku em vegerîn bajarên xwe heye.”
 
KERKERÊ TESTA WÎ POZÎTÎF FERKET NEGIRTIN NEXWEŞXANÊ
 
Guven, da zanîn ku ji ber cihekê li bimînin tuneye, bi hevalê xwe yê testa wî pozîtîf derketî re di wesayîta xwe de dimînin û wiha got: “Me hevalê xwe yê nexweş bir Nexweşxaneya Qanûnî Sûltan Suleyman a li Halkaliyê û ji bijîşkan re got ‘testa hevalê me pozîtîf derketiye. Cihekê wî tuneye lê bimîne. Divê bikeve karantînayê.’ Lê bijîşkan ji me re gotin hûn bi xwe wî bikin karantînayê. Ji ber vê me bi bijişk re nîqaş kir. Dûre me hevalê xwe danî nexweşxanê û em derketin. Lê derdora saet 09.00’an cardin li min geriya û got ew negirtine nexweşxanê. Em neçar man ku paşve biçin hevalê xwe ji wir bigirin.”
 
‘EM CARDIN DI WESAYÎTÊ DE BI HEVRE MAN’
 
Guven, dest nîşan kir ku wan dûre rewşa xwe kişandin vîdeoyê, di medya civakî de parve kirin û wiha bilêv kir: “Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî xwe gihand me. Pişt re Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) em birin li otelekê bi cih kirin. Lê em îro neçar man ku ji otelê jî derbikin. Niha em dîsa di wesayîta xwe de dimîn in.”
 
SAZIYAN EM ARASTEYÊ HEV KIRIN
 
Guven, da xuyakirin ku ji bo belgeya destûra geştê bigirin, li Walîtiya Stenbolê geriyan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Walîtiyê em arasteyê 184, wan jî em arasteyî şaredariyê kirin û şaredariyê jî em arasteyî cihên din kirin. Bi vê awayî em ewiqandin. Ji bo cihekê ku em lê bimînin em li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî geriya. Lê wan jî gotin ‘Me ji bilî kesên ji 18 salî biçûktir û 65 salî mezintir bi cih nakin. Cihê mayînê nemaye. Em cih ji personelên xwe jî nabîn in.’”
 

Sernavên din

16:56 Leyla Zana: Şirnex berxwedan e em ê nedin tu kesî
16:43 Nobeta Edaletê: Heke Abdullah Ocalan azad nebe, tu kes azad nîn e
16:28 'Li ser sindoqê em koçberî, hilweşîn û girtiyên nexweş ji bîr nekin’
16:25 Ji Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê vîdeoyeke nû
16:15 Bakirhan ê li Wanê axivî: Muxatabê pirsgirêka kurd birêz Ocalan e
16:06 Bayindir: Ev hilbijartin referandûma gelê kurd e
15:40 Qeyûm kurê serokê AKP’î ji bo kar xist şaredariyê
15:38 Hilbijêrên bitevger ji Îzmîrê bi rê ketin: Em diçin ku rekorê bidest bixin
15:24 Li Girtîgeha Tokatê qeydên deng û dîmen ên odeyên parêzer û cihê hevdîtinê tên girtin
14:58 Perava Yenîkapiyê ku ji bo dengdayînê ketin rê, veguherî termînala otobusan
14:21 DEM Partî dê hilbijartinan ji 2 navendan bişopîne
14:16 Şandeya navneteweyî li Amedê ye: Em ê hilbijartinan bişopînin û raporê amade bikin
14:05 Li Îdirê ji bo leşker û polîsên veguhestî dibistan hatin girtin
14:04 Hatîmogûllari: Di 31’ê Adarê de em mohra xwe li bin dara DEM Pratiyê bixin
13:39 Rewşa Kadîr Înanir baştir dibe
13:32 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Divê her kes xwedî li sindoqan derkeve
13:28 Mitînga Wanê bi tevlibûna deh hezaran dest pê kir
13:16 DEM Partiyê ji bo Edeneyê daxuyanî da: Em amade ne û dê bi ser kevin
13:02 Ji Muglayê hilbijêrên bitevger derketin rê: Em ji bo serkeftinê diçin
12:53 AKP dixwaze li Cizîrê pereyan belav bike: Pereyan bigirin dengê xwe nedin!
12:52 Biryara qedexeyê ya ji bo konsera NÇM’ê hate betalkirin
12:50 Leyla Zana çû serdana Orhan Dogan
12:39 Debe yê jin neçarî fihûşê dikirin ji AKP’ê bû namzet
12:29 Şandeya Amerîkayê dê bi Kalin, Guler û Akar re hevdîtinê bike
12:01 Artêşa Îsraîlê li Helebê xist
11:36 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:12 Xebatên hilbijartinê yên li Rihayê heta danê paşîvê domiyan
11:12 Li Yewnanîstanê erdhej çêbû
10:54 Nameya girtî 4 sal şûnde gihişt ber destê rojnameger Aykol
10:34 Hunermend: Em ji bo DEM Partiyê biçin ser sindoqan
10:21 Dîroka hilbijartinên şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar bû
10:20 Li Mûgla û Dîlokê du jin hatin qetilkirin
10:19 Li Gîresûnê li wargeha KYK’ê asansor kete xwarê
09:57 Keça Dayika Taybet: Raya xwe nedin kujerên dayika min
09:56 Bijîşk Gul: Di warê tibê de ne rast e ku Abdullah Ocalan di girtîgehê de bê girtin
09:51 Li Dîlovasiyê çavên ciwanan li hilbijartinê ye: Çima bila nebe bihar?
09:28 Greva birçîbûnê di roja 124’an de berdewam dike
09:27 157 rojin tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:21 Parêzerê Yildiz: Pereşandina ji girtiyan re sûc nîne
09:19 Sedema cezayê ji ber konteynerên li goristanê: Goristana rêxistinê
09:18 DEM Partiyê ji bo 3 hezar û 968 sindoqên Amedê muşahid peywirdar kirine
09:18 Çima her dengek girîng e?
09:03 Dadgehê beyanên Akbiyik esas negirtin
09:02 Ji bo mitînga Misircê bang kirin: Werin em serkeftina 31’ê adarê di 30’yê adarê de pîroz bikin
09:01 ROJEVA 29'Ê ADARA 2024'AN
28/03/2024
20:56 Jinên endamê DEM Partiyê û parêzer çûn serdana Emîne Şenyaşarê
20:01 Li Girtîgeha Bakirkoyê êrişî girtiyan hat kirin
17:26 DEM Partiyê lez da xebatên hilbijartinê
17:09 Zanayê bang li gelê Bedlîsê kir: Xwedî li sindoqên xwe derkevin
17:07 DEM Partî: Em Namzetê xwe yê Antalyayê venakişînin, deng ji DEM’ê re ne
17:00 Hatîmogûllari: Li şûna hûn ji bo şer derî bi derî bigerin, ji bo aştiyê li deriyê Îmraliyê bixin
16:45 Ji Nobeta Edaletê banga ‘Deriyên Îmraliyê vekin’ hate kirin
16:24 Temellî li Colemêrgê got: Dê îradeya we vê îktîdara faşîst hilweşîne
16:24 Girtina Hatîce Yildizê li ber Girtîgeha Bakirkoyê hate şermezarkirin
16:09 Heta ku bi Roboskê re hevrû nebin demokrasî ne pêkan e
16:08 'Em ê şaredariya Sêrtê ji qeyûmên dagirker rizgar bikin'
15:56 Eşira Meleyî piştgiriya xwe ya ji bo DEM Partiyê eşkere kir
15:45 Ji bo komkujiyên di meha adarê de banga hevrûbûnê hat kirin
15:36 Qeyûmê Êlihê ji bo namzetê AKP’ê bi 53 milyonan qolî amadekirin
15:29 Nivîskarê pontus Haralambîdîs wefat kir
15:28 Bakirhan: Gel dê xwedî li vîn û rûmeta xwe derkeve
15:06 Girtiyên siyasî ji 4 partî û Serokatiya Meclisê re name şandin
15:06 Li Amedê 15 xwendekarên paqijî pê dane kirin bi jehrê ketin
14:26 Dibistan di 1’ê nîsanê de dikevin betlaneyê
14:21 Bayindir li Bazîdê bang kir: Em di 1’ê nîsanê de serkeftina xwe pîroz bikin
13:55 Koordînasyona Şopandina Greva Birçîbûnê: Divê daxwazên girtiyan bên bicihanîn
13:44 Li Mûşê walî, qeymeqam û fermandar ji AKP'ê re xebata hilbijartinê dikin
12:58 DEM Partiyê li 3 navendan mitîng li dar xistin
12:37 Li Kutahya û Stenbolê û tundiya mêr
12:26 OHD’ê serî wezaretan da: Bila pêkanînên dibin sedema binpêkirina mafê tenduristiyê bi dawî bibin
11:53 Rapora cîsmên teqîyayî: Malbata Dayan hat mexdûrkirin
11:52 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:25 Ertak: Em ê li Şirnexê bi ruhê 2004’an biçin ser sindoqan
11:19 Bi hinceta îşareta serkeftinê peywîra wî ya hilbijartinê betal bû
11:02 Karkerên Agrobayê destkeftiya xwe ya ewil bi dest xist
10:57 Tiştên ku ji kantînê bi pereyên xwe kirîne hatine desteserkirin
10:33 Ji bo piştgiriya bi DEM Partiyê re li Şemrexê meş hat lidarxistin
10:22 Parêzerê Abdullah Ocalan: CPT ji saziyeke ku baweriyê dide derketî ye
09:43 DEM Partî ji bo Cîhanbeyliyê serferber bûye
09:07 Ebex wê hesabê 2019'an bipirse: Em ê bi DEM Partiyê re xwe bi rê ve bibin
09:06 DEM dê li Xinûsê bibe warê çareseriyê
09:05 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 123’yan de didome
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed 156 roj nin agahî nayên girtin
09:03 Wêranşar li gel DEM Partiyê ye
09:02 Li dijî hilbijêrên sixte hilbijêrên livdar: Bi hezaran kesî serî li DEM Partiyê dan
09:01 Xizmên girtiyan: Hûn pêdiviyên wan pêşwazî bikin em jî dê pereyan neşînin!
09:00 ROJEVA 28’Ê ADARA 2024’AN
08:50 Li Girtîgeha Tîpa T a Xelatê êrişa provakatîf
08:49 Qesra Spî hewl dide Îsrarîlê ji bo hevdîtinan qaneh bike
27/03/2024
23:30 Li Agiriyê ciwanan bal kişand ser tecrîdê
21:53 Gergerlîoglû: Tu hêz nikare dengê 'Berxwedan jiyan e' bibire
21:49 Namzetên Mêrdînê li qadê ne: Em ê bi rêjeyeke zêde bi ser bikevin
21:37 Li Îzmîrê kuştina jinan hat şermezarkirin
20:35 Ji ber keyatiyê bi hev ketin: 4 jê giran 8 kes birîndar bûn
20:24 Polîsan nehişt EMEP'î biçin cem Emîne Şenyaşarê
19:54 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
17:20 Turkdogan serdana TÎHV û ÎHD’ê kir
17:06 Zana çû serdana Nobeta Edaletê: Heke ne ji têkoşîna dayikan bûya dê zimanê me tune bûbûya
17:05 Hatîmogûllari: Me xwe bi hezaran kesan li qadê îspat kir
17:01 DEM Partî xebatên hilbijartinê didomîne: Em ê di 1’ê nîsanê de serkeftinê pîroz bikin