Ocalan: Çareserî aqilê civakî ye

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di parêznameya Ceribandinek li ser Sosyolojiya Azadiyê, balê dikişîne ser talûkeyên îro û çareseriyê nîşan dide.  Ocalan, diyar dike ku bi tenê bi analîzên çînî, bi rêçeteyên ekonomîk, bi tedbîrên polîtîk, bi danehevên herî zêde yên desthilatdarî û dewletê pêşî li hilweşîna civakî û ekolojîk nayê girtin. Ocalan dixwaze ku mirov hûrûkûr li ser pirsgirêkê rawest e û destnîşan dike ku çareserî aqilê civaki ye. 

 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 21 salin bi tena serê xwe di hucreyê de tê tecrîdkirin her tim serê xwe ji bo çareseriya civakê û cîhanê êşandiye û li pêşeroja civakê hiziriye. Ocalan hêj 11 sal berê di parêznameya Ceribandinek li ser Sosyolojiya Azadiyê bal kişandiye ser talûkeyên îro û çareserî pêşniyar kiriye. Ocalan di beşa "Hêza Aqilê Civakî" balê dikişîne ser aqilê çareseriyê û wiha dibêje: Mirov heta li hêz û têkiliya asta mejiyê cinsê mirov bi pêvajoyên civakî yên xweser re serwext nebe, nikare ti derfet û îmkana der barê çareseriya pirsgirêkên civakê de bi awayekî heq dike binirxîne. Weke cins di qonaxa mirovbûnê de pîvana potansiyela asta mejiyê wî, li gorî destpêkê dibe ku mijareke spekulatîf be; ev dikare mumkîn jî nebe. Lê derketiye holê ku em bi mejiyekî pirr cuda re rûbirû ne, ev yek jî bi diyardeya şer a di dîroka mirovatiyê de ku di şertên me yên îro de dewrûber bi temamî aniye ber tinekirinê, diyar bûye. Bi tenê bi analîzên çînî, bi rêçeteyên ekonomîk, bi tedbîrên polîtîk, bi danehevên herî zêde yên desthilatdarî û dewletê pêşî li hilweşîna civakî û ekolojîk nayê girtin, ev hatiye fêhmkirin û heta mirov dikare bibêje, hema hatiye ispatkirin. Eşkere ye ku divê mirov hûrûkûr li ser pirsgirêkê rawest e." 
 
'CIVAK PÊŞ NEKEVE AQIL JÎ PÊŞ NAKEVE' 
 
Ocalan balê dikişîne ser têkiliya pêşketina civakê û aqil û wiha lê zêde dike: "Bêguman, tevahiya serdeman li ser hêza aqil timî hatiye rawestîn. Ez pirr tiştekî nû nabêjim. Ez bi tenê dixwazim bibêjim, ji her demê girîngtir bûye ku balê bikişînim ser aliyekî cuda yê aqil. Têkiliya aqil bi civakê re eşkere ye. Her çavdêrekî dîrokî yê ji rêzê jî dikare bibîne, civak pêş nekeve aqil jî pêş nakeve. Bi awayekî bingehîn a divê em lê serwext bibin ew e, hebûna civakî di kîjan şert û mercan de aqil rewa dibîne. Modernîteya kapîtalîst, nexasim jî serweriya sermayeya fînansa global a dema nêz bi rêya ‘aqlê sembolî’ pirr zêde kar kir û bi vî awayî rê li ber hilweşîna civak û hawîrdorê vekir. Bi ti şertê rewakirinê yê civakî ravekirina vê nabe, nayê fêhmkirin. Ya rastî, ti şêweyê civaka bi exlaq, bi azadî û bi polîtîka nikare derba ‘aqlê sembolî’ erê bike. Baş e, bendên rewakirinê yên civakî çawa, ji aliyê kê ve, bi kîjan zêhniyet û amûran ve hat perçeperçekirin? Li dijî hêza hilweşandina aqil, rola avakirin, tamîrkirin û têkûzîkirinê ya kê ye? Ji bo bi cihanîna vê rolê ji pêşdebirina kîjan rêzikên zêhniyetê û amûran berpirsiyar in? Ev pirs heyatî ne, û ji sedî sed divê bersiva wan were dayîn." 
 
'BUROKRASIYA MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST CIVAKÊ DIXE QEFESA HESINÎ' 
 
Ocalan di berdewama nirxandinê de destnîşan dike ku hêzê cih guhertiye û wiha berdewam dike: "Wallerstein bi girîngî li ser dema derketina nîzama jê re sîstema dinyayê ya kapîtalîst dibêje sekiniye û ez jî girîngiyê bi vê hewldana wî didim. Herweha Fernand Braudel jî li ser mijarê analîzên hûrûkûr kirine û ez van hewldanên wî jî weke xebatên pêşiya mirov rohnî dikin, dibînim. Samîr Amîn jî di çarçoveya hilweşîna şaristaniyên Îslamî yên Rojhilata Navîn de li ser mijarê rawestiyaye, û analîzên wî yên li ser kapîtalîzmê mirov dikare hinekî jê hîn bibe. Gelek fikirdar bi nazikî nêzî mijarê dibin. Encamên hevpar ên gihiştinê hemû li dora qelsbûna rêûresma dewletê ya Ewrûpayê, jihevdeketina dêrê, tarûmarkirina şaristaniya Îslamê ji aliyê Cengiz Xanê Moxolî ve dizîvire. Kapîtalîzmê dişibînin şêrê di qefesê de û dibêjin; di van şert û mercan de şêr keysa xwe li deriyê vekirî aniye û pêşde çûye, pêşî li Ewrûpaya Rojava serdest bûye; paşê li gorî rêzê tevahiya Ewrûpayê, Bakurê Emerîkayê û ber bi roja me ya îro ve êrişa xwe li tevahiya dinyayê bi awayekî serketî temam kiriye. Hêza berê di qefesê de hatibû girtin bûye hukimran, hukimranên berê jî xistine qefesê. Civakê bi destê Levîathan dixin qefesê û vê yekê bi awayekî îstîare û metafor tînin ziman. Bi gotina navdar a Max Weber, burokrasiya modernîteya kapîtalîst civakê dixe qefesa hesinî. Civaknasên navdar hemû, pirr eşkere nebe jî, hinekî jî bi psîkolojiya gunehkariyê, bi tirsonekî û pistepistê hewl didin dîmenê civakî yê xeternak bînin ziman û ev dîmen bi vî awayî tê pêşkêşkirin." 
 
Ocalan li ser aqilê analîtîk jî radiweste û dibêje: "Ez bi xwe bi awayekî berfirehtir û bi sîstema şaristaniya navendî ve girêdayî li pirsgirêkê dinêrim. Heta, ez difikirim ku divê pirsgirêk hinekî jî bi dîroka pêşketina aqlê analîtîk ê sembolî ve were girêdan. Gava ku aqlê analîtîk di sîstema şaristaniya navendî de avêtiye, bêguman gelekî mezin e. Bi tenê bi tevahî avahiyên şaristaniyan dikarin bandoreke bi vî rengî bikin. Hêmaneke din a girîng ew e, aqlê mirov rengê sembolî digire. Heta bi mirovî, zindî û ruhber hemû bi prensîbên aqil ên xwe şaş nakin, dixebitin. Ev şêwazê aqil ê em dikarin jê re bibêjin xwezayî yan jî hisî li gorî xerîze û ajoyên hundirîn e. Bi tesîrbûn bi reaksiyonên ji nişkê ve tê karekterîzekirin. Di vê mijarê de mirov dikare gelekî ji tesîr-reaksiyona li cem nebat û heywanan hîn bibe. Jiyana wan a ji zêdebûn, parastin û xwedîkirinê pêk tê, bi şêweyê ji aqlê xerîzeyî pirr hînbûn e, dimeşînin. Îhtîmala şaşiyê bi qasî mirov bibêje nîne, kêm e. Ez hez dikim ku mijarê bibim ser hebûnên bêcan jî. Mînak em hêza dinya me ya kişandinê weke aqlekî xerîzeyî yê hundirîn tesewir bikin (ez bi xwe xwediyê fikreke bi vî rengî me), her obje, heta her zerre wê li gorî rêjeya hêza bandora kişandin û dahfdanê bijî. Ji tesîrê rev gelekî bi sînor e. Lê dibe ku rev bi hêza rohnî û tîrêjê ji bandor û tesîrê mumkîn bibe. Di vê çarçoveyê de felsefeyên gerdûnê bêpîvan û beredayî dihesibînin zêde min têr nakin. Fikra ku dibêje gerdûn bi mejiyekî diyar tevdigere, fikreke hêja ye ku mirov têra xwe hûrûkûr li ser bisekine." 
 
'VÊ CARÊ TALÛKE CUDA YE' 
 
Ocalan balê dikişîne ser talûkeya pêş û wiha tîne ziman:" Mejiyê mirov seyr e, ji ber ku jê tê mejiyê vê gerdûnê binpê bike. Belkî weke me di mînaka rohnî û tîrêjê de jî dît, ev şêweyê mejî (mejiyê analîtîk) ji bo mirov weke serdestiyekê were şîrovekirin. Lê bi giraniya şêwazê aqil ê gerdûnê re nakok e, em ê vê çawa şîrove bikin? Belkî ‘teorema kaosê’ hinekî mijarê zelal bike. Çawa ku tê zanîn, di teoriya koasê de, di nava bênîzamiya mezin de li nîzamê tê gerîn. Nîzam bêkaos mumkîn nîne. Mirov aliyên rast û mafdar ên di vê nêzîkatiyê de nikare înkar bike. Lê li vir pirsgirêk ew e, jiyana mirov a di bin bandora kaosa civakî de (pêxîrtengî, krîz jî di navê de), di çiqas demê û mekanekî çawa de dikare dewam bike. Ji ber ku mekan û dema xweragirtinê ya civakê li pêvajoyên kaotîk bi sînor e. Gelekî dirêjbûna demê û zêde zirardayîna mekan (hawîrdora ekolojîk) bi hêsanî dikare dawî li civakan bîne. Di dîrokê de em dibînin gelek civak ketine vê rewşê. Em dizanin ku komên destpêkê yên mirov tevahiya ‘dema dirêj’ ya (ev dem ji sedî 98’ê jiyana mirov digire) hebûna xwe di nava rewşa kaotîk de bûn. Dema di bin nîzamên neolîtîk û şaristaniyan de derbasbûyî bi tevahî ji sedî diduyê giştî jî kêmtir e. Bi kurtî, belkî jî dirêjbûna demê bi tevahî jiyanê bi dawî nake. Lê vê carê tehlûke cuda ye. Di navbera pêvajoya kaotîk a beriya şaristaniyê û piştî wê de cudahiyeke diyar heye. Şaristaniyê hawîrdor ne tenê ji bo civaka mirov, ji bo tevahiya bi can û zindiyan gihandiye sînorên tehlûkeyê. Ya ji vê jî xirabtir, desthlatdarî û sermayeya di hinavê civakê de her saet bi şêwazê kansêrê (zêde mezinbûna bajaran, çînên navîn, bêkarî, milletperestî, cinsperestî û zêdebûna şêniyan a pêşî lê nayê girtin) belav dibe. Ev şêwazê kansêrê bi awayê halîhazir jî belavbûn û mezinbûna xwe dewam bike, mirovatî wê xweziya xwe bi dema beriya şaristaniyê bîne. Pêvajoyên kaotîk ên bi kansêrê tên, ji nîzamên nû zêdetir, bi mirina civakê bi encam dibin. Em gotinên zêde mezin nakin û hukmên nepixandî nadin. Mirovên bi berpirsiyarî radibin, mirovên zanyar her roj di vê mijarê de hukmên hê girantir didin.
 
ÇARESERÎ AQILÊ CIVAKÎ YE
 
Ocalan li ser girîngiya agilê civakî û çareseriyê jî radiweste û wiha lê zêde dike. "Divê mirov qîmet û nirxeke mezin bide aqil, ev esas e. Aqlê civakî rastiyek e. Civak bi xwe ew qad e ku aqil lê tê cem hev, zêde dibe. Bêhêvîbûn ti maneya xwe nîne. Dengekî din heye ku ji tevahiya pîroziyan bilind dibe û tê, û weha dibêje “Me aqil da we, hema bi tenê di rêya şer de bi kar neyînin, di rêya xêrê de bi kar bînin. Hingê her tiştê pêdiviya we pê heye, hûn ê bi dest bixin!” Bi rastî divê em vî dengî bibihîsin û fêhm bikin. Dengê wijdan ku jê re aqlêselîm ê civakê jî tê gotin û dengê exlaqî yê civakê jî vê dibêje. Dengê dixwaze hunerê azadiyê yê jê re polîtîka civakî tê gotin were bihîstin jî heman tiştî dibêje. Xebatên civaka demokratîk pratîka vî dengî ne. Sîstema şaristaniya demokratîk teoriya vî dengî ye." 

Sernavên din

10:15 Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne
09:48 Cûdî û Gabar jinûve hatin qedexekirin
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:33 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
09:13 Berdana Ceylan a 32 sal in girtî ye cara 6’emîn hate taloqkirin
09:00 Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 184 roj in agahî jê nayên girtin
09:00 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya xwe didomînin
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
09:00 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38'an
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN
24/04/2024
22:50 Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket
11:11 Li Mereşê zarokek hate qetilkirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
11:08 Li Dêrsimê 2 kes hatin girtin
10:43 Gundên Şehba û Minbicê tên bombebarankirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
10:07 Quntarê Qerejdaxê bi rengên biharê xemilî
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 183 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2024’AN
08:26 Li Pasûrê çawişekî pispor gef li ciwanekî xwar
23/04/2024
21:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye
19:13 DEM Partî û HDK: Çapemeniya kurd teslîm nabe
19:08 Bakay ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?
17:02 Ji ber binçavkirina rojnamegeran îtîraz hate kirin
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn
13:41 Li dijî êrişan banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re hate kirin
13:06 Şaredariya Farqînê biryarên dewirkirina neguhezbaran a qeyûm betal kir
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:43 Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan
12:20 Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû
12:17 KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir
12:16 Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
11:16 Rojnameger Ozdemîr: Dê şer hinek din dirêj bibe lê encam naguhere
10:43 Bi hinceta ‘heqareta li Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin
10:37 DFG û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin