Covîd-19: Li Îranê rewş her ku diçe giran dibe

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji welatê herî zêde vîrûsa corona lê belav bû û bû sedema mirinan Îran e. Lê rayedarên dewletê rastiyê ji gel vedişêrin û hejmara miriyan nîşan nadin. Li Îranê ku li gorî daneyên fermî 2 hezar û 640 kesan jiyana xwe ji dest da, bandora xwe li girtîgehan jî kir. Piştî şewb ket girtîgehan, bi hezaran girtiyên edlî hatin berdan, lê girtiyên siyasî nehatin berdan.  
 
Li Îranê hejmara kesên mirine gihişt 35 hezar û 408 kes an. Ligor daneyên resmî yên dewletê dane kesên heya niha tûşê nexweşiya Covîd-19 bûne 35 hezar 408, yên mirinê 2 hezar 640 û yên ji vê nexweşiyê rizgar bûne jî 11 hezar 679 ên.  Bandora vîrûsa koronayê a li Îran û rojhelatê Kurdistanê pir mezin e, lê belê ji destpêkê heya niha ne rayedarên dewletê ne jî hikûmet rast nêzî mijarê nabûn û tedbîrên pêwîst negirtin. 
 
WEZARET Û RAYEDAR AGAHIYÊN RAST NADIN
 
Çi Wezareta Tenduristiyê ya Îranê û çi jî rayedarên hikûmetê di derbarê rewşa li welat û asta zêdebûna nexweşî, mirin û bandora vê vîrûsê a li ser gel agahîn rast ranagihînin. Jixwe heya niha pêdivîyên gel ên paqijî, dîsan derfetên ji bo dermankirinê an jî pergalek bi rêk û pêk a ji bo qarentîne kirina nexweş û eleqederbûna bi wan re nîne. Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Tenduristiya Îranê ve hate dayîn, di nava 24 saetên dawî de 2901 kes bi vîrûsê ketine ku 12 391 baş bûne. Her wiha di nav 24 saetan de 123 kesan jiyana xwe ji dest daye. Berdevkê wezareta tenduristiyê di daxuyaniya xwe a dawî de ragihand û da zanîn ku ne pêkane heya 15’ê Nîsanê em bikaribin behsa kontrolkirina vê nexweşiya dijwar bikin. Û ragihand ku bi tevlîbûna gel û hin sînordarikirinan ew wisa difikirin ku bikaribin heya dawiya meha Nîsanê encamekê bigrin. 
 
RÊ NADIN JI DERVÊ DAXUYANIYÊN FERMÎ AGAHÎ BÊN PARVEKIRIN
 
Girîng e mirov destnîşan bike, derveyê agahiyên resmî ku hikûmet radigihîne, di ragihandina hundirê welat de rê nayê dayîn qala rewşê bê kirin, an jî di vê mijarê de rexne li hikûmetê bê girtin. Di destpêkê de ger behs û nîqaşek di vê mijarê de hatibe kirin jî, dovre rê li vê yekê hat girtin û tenê cih dan ragihandinên ku ji aliyê rayedarên dewletê de tê dayîn. Lê agahiyên ku di hundirê welat de tên rewşa heyî xirabtir nîşan dide. 
 
Li gor daneyên resmî ên di derbarê hin bajaran de;
 
Makû: 11, Çaldiran: 3, Xoy: 81, Selmas: 15, Ûrmiye: 195, Eşnewiyê: 13, Neqedê: 21, Pîranşer: 14, Serdeşt: 17, Poldeşt: 5, Şot: 5, Çayparê: 4, Miyandûap: 56, Mahabad: 39, Bûkan: 80, Şahîndej: 38, Tekab: 18 kes mirine. 
 
Yanî li ‘Azerbaycana qerbî’ heya niha 615 kes tûşê vîrûsê bûne, 339 kesên baş bûne û 53 kesan jî (ev daneyên resmî ên dewletê ne û hejmar ji vê gelek zêdetir e) jiyana xwe ji dest daye. 
Lêbelê agahiyên me ji kesekê ku nexwest navê xwe eşkere bike, girt; dewletê li Banê dabû diyarkirin ku heya niha 9 kes mirine, lê vî kesî ragihand ku tenê kesên ku ew dizane, zêdeyî 30 kesan li Banê, bajarê rojhelatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest daye. Dîsan li gelek bajarên din ên Îran û rojhelatê Kurdistanê hejmar ji yên heyî gelek zêdetir e. Her wiha vî kesî ku nexwest navê xwe eşkere bike, da diyarkirin ku gel di rewşek gelek xirab û kambax deye. Gel di rewşekê deye ku nizane çibike. 
 
PIŞTÎ VÎRÛS LI TEVAHIYA WELAT BELAV BÛ TEDBÎR GIRTIN
 
Ji xwe di van çend rojên dawî de bi zêdebûna daneyên vîrûsê, ji aliyê hikûmetê ve derveyê karên zarorî derketina derve hat qedexe kirin, ji bilî banqe, dikan, market û dermanxaneyan hemû kar û barên din hatin qedexe kirin. Duh jî ragihandin ku ger maşîna bajarekê li bajareke din bibînin ew ê dest deynin ser û heya mehekê desteser bikin. Yanî sînordarkirin û dedbîrên pêwîst piştî du mehan ku vîrûs li gelemperiya welat belav bû ragihandin. 
 
Rayedarên Îranê ji destpêkê de li şûna ku tedbîrên pêwîst bistînin û gel rast agahdar bikin, bi gotinên ne cidî û weke ku wê rewşek cihê rû nede, ger rû bide jî ji bo her tişt amadene, pêşan kir. Di raya giştî de jî rewşek wisa dan avakirin ku qaşo her tişt baş pêş diçe. Hikûmetê alîkariya derve yekser red kir; ku fermandarê muhafizên dewletê Husên Salamî bi daxûyaniyekê da zanîn ku Îran di mijara têkoşîna li dijî Covîd-19 de hewceyî bi alikariya DYE nîne û ger pêwîst bike û gelê Emerîqayê bixwaze ew ê bikaribin her cure arikariyê bidin wan. Lê a rast rewş ne wek Salamî qalê dikir bû. Ji ber ku rewşa gel a heyî, nexwasim aboriya li welat û bê karî gel xistibû nav tengahiyeke mezin. 
 
LI BAJARÊN KURDISTANÊ REWŞ GIRANTIR E 
 
Li bajarên Kurdistanê rewş hîn girantir bû; ji aliyekê rewşa kasibiyê, ji aliyê din de kêmbûna derfetên heyî rê nedida ku gel pişta xwe rast bike. Bi taybetî di van rojan de ku her tişt hatiye qedexekirin û gel ji bo debara xwe a rojahne bike, neçare her roj li derve be û kasibî bike, dewletê teqez da diyarkirin ku kes cihê kar û barê xwe neveke, ger kesên vebikin jî wê bên ciza kirin. Helbet tedbîrin wiha pêwîst in, lê di rewşekê de ku dewlet bikare pêdiviyên gel ji her hêlê de pêk bîne. Jixwe li rojhelatê Kurdistanê rewşa aboriyê pir xirab û kambax e, gel dide diyarkirin ku ew di rewşa heyî de jî nedikarîn debara xwe bikin, ger di van rojên dijwar de jî karekê nekin, ew ê bi zehmetiyên gelek mezin re rû bi rû bibin. Mînak li İslamabada girêdayî Ûrmiyê ku bi gelemperî Kurd lê dijîn, çend roj berê xistibûn karantinayê û li wir rewş pir xirabe. Tu derfetên tenduristî û dermanî jî nînin. 
 
Rayedarên dewletê dabûn diyarkirin ku ew ê bank qerên kesan heya 3 mehan taloq bikin, lê di demek kin de bankan di hesabên kesan de, bê xebera wan pere kêşandin û ew bi rewşek nediyar re rû bi rû hîştin. Dîsan li Xorasanê karkerên ku rojane diçin karkeriyê û debara xwe dikin, bi komî li meydanan radiwestin û li bendê dimînin ku yek bê û karekê bide wan: Ji bo wê, gel ji hin saziyên xêyriyê yên ku girêdayî dewletê ne û pareyek gelek zêde di dest wan de kom dibe, xwest arikarî bi karkeran bikin daku ew jî bikaribin di wan rojên bi zehmet de li mal bimîmin û bikaribin debara xwe bikin.     
 
Jixwe Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî di axaftina xwe a di civîna kabîneyê ku di 26’ê Adarê de pêk hat, da diyarkirin ku li welat pirsgirêkên wan ên kêmbûna textên nexweşxanê, perestar û doxtoran nîne, belku li gelek bajaran textên zêde ên beşa lezgîn hene. Her wiha da zanîn ku di roja sêşema derbasbûyî de wan tespît kiriye ku li bajarê Meşhedê ji %60 textên nexweşxaneyê vala bûne. Ev daxûyanî di demekê de hat ku nûnerê Meşhedê Riza Şiran Xorasanî dabû diyarkirin rewşa heyî kapasîteya nexweşxaneyan derbaz dike û di vê mijarê de hişyar kiribû û gotibû; “dewlet şaş dike ku rastiyê nabêje gel.” 
Jixwe di derbarê zêdebûna zerfiyeta nexweşxaneyên bajarên Mazenderan, Gîlan û Gulistanê û berpirsên resmî hişyarî kiribûn û bal kêşandibûn ser kêmbûna kadroyên tenduristiyê. Di vê mijarê de çapemeniya muxalif jî li ser van mijaran sekinî û rexne li hikûmetê girt. Nemaze gelek dîmen û wêneyên ku di hundirê welat hatibûn jî bi raya giştî re parve kirin. 
 
BI HEZARAN GIRTÎ HATIN BERDAN LÊ YÊN SIYASÎ NEHATIN BERDAN 
 
Yek ji mijara ku herê girîng û ket rojeva gel û çapemeniya muxalif jî, rewşa girtiyan bû. Li gelek zindanên Îranê bi hezaran girtî hatin berdan, lê girtiyên siyasî derveyê vê yekê hatin girtin. Jixwe ligor daneyên berpirsê saziya girtiyên Îran ê, li girtîgehên Feşafûyê, Qorçek Veramîn û Ûrmiyê heya niha 9 kes mirine. Ev daneyên resmîne, wer tê texmîn kirin hejmar ji vê zêde be. Li gor agahiyên ajansa Herana dane, sedema mirina van du girtiyan; “ji ber bê baldariya ji hêla tibî de” van kesan jiyana xwe ji dest daye. Û piştî ku nexweşxaneyê nexwestiya li van du girtiyan binêre, ew birine hucreya takekesî û li wir jiyana xwe jidest dane. Ev yek jî nêzikatiya rayedarên girtîgehê a ji girtiyan re radixe berçav an. Dîsan li girtîgeha Seqizê; ligor agahiyên Radyo Ferda û bbc farsî, 80 girtiyan ji ber tirsa vîrûsê fîrar kiriye ku hin ji wan kesan carekedin hatine girtin.   
Saziyên mafê mirovan di hefteya derbasbûyî de bi caran daxwaza berdana girtiyên medenî, siyasî û ragihandinê kirin, lê belê dadgeh li dijî vê daxwazê derket. Li gor agahiyên ku girtiyek ji girtîgeha navendî a Tehrana Mezin daye Îran Întirnişnal ê, hejmarak zêde ji girtiyên li vê girtîgehê tûşê vîrûsa koronayê bûne û ji ber kêm bûna amûrên tenduristiyê rojane xeberên mirina wan tê ragihandin. 
 
Bi kinahî mirov dikare bibêje rewşa li Îran ê, nexasim Kurdistanê her ku diçe giran dibe. Yên ku di vê rewşê de jî herê zêde ji polîtîkayên dewletê yên ne rêk û pêk, şaş û dem kin zirarê dibînin gel in. Bi taybetî jî bajar û navçeyên Kurdistanê ne ku ji her cûre amûr, lewazim û derfetên karî, tenduristî û hwd. bêpar in. 
 
MA / Zehra Mohammedzadeh 

Sernavên din

19:39 Şaredariya Serêkaniyê kargeha hilberînê vekir
19:37 Rapora Girtîgehên Anatolyaya NavîN. Herî kêm 42 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
16:45 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 80’yan de ye
16:38 Di doza êrişê ya Dedeogûllari de cezayên kêm dan bersûcan
16:32 8 kesên binçavkirî hatin berdan
16:31 Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de ‘Şanoya Başûr’ hat nirxandin
15:52 DEM Partiyê girtina Huda Kayayê bir rojeva Meclisê
15:47 Banga ‘bila girtîgehên bi ewlekariya bilind bên girtin’ hate kirin
15:25 Giliyê Tanjû Ozcan kirin
15:14 Sîteya 186 kesan lê jiyana xwe ji dest dayî qaçax hatiye çêkirin
15:05 Derbarê welatiyê got ku ‘Biaxive tu ji kû yî’ de lêpirsîn hate destpêkirin
14:55 Li Rihayê cînayeta kar
14:36 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê banga 1’ê Gulanê
14:26 Berdana Karataş ê 30 sal in girtî ye 6 mehan hate taloqkirin
14:19 Li navçeyê Tûşba û Artemêtê mirinên biguman
14:00 Li Sûriyeyê êrişa DAIŞ’ê: 28 leşker û milis mirin
13:46 Yildiz a di encama tundiya mêr de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
13:40 AYM’ê têkildarî belavkirina belavokan a li zanîngehan biryar da
12:16 Berî ku cenazeyê lawê xwe bigire jiyana xwe ji dest da
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 Li cihê karesata madenê lê pêk hat cenazeyê kesekî din hate dîtin
11:23 Talha Ç. li Konyayê dapîra xwe qetil kir
11:21 Li Egeyê bi pileya 4.5’ê erdhej çêbû
11:07 Di êrişa dewleta tirk de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
10:22 Li Bolûyê tundiya mêr: 2 kes hatin qetilkirin
10:21 Li ser îfadeyên îtîrafkaran daxwaza cezayê muebeda giran
10:00 Halîse Aksoy hate berdan
09:48 Çapemeniya DYA’yê: Îsraîlê li Îranê xist
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:30 Li çiyayên bilind ên Pasûrê dema giyayê Zuzaxê ye
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
09:15 Rojnameger Silêman Ehmed 178 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:10 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:09 Çalakgerên Nobeda Edaletê: Wê têkoşîn bidome
09:02 'Çareseriya pirsgirêkên sed salan paradîgmaya Neteweya Demokratîk e'
09:01 Mizgîndêrên biharê berfîn vekirin
09:00 ROJEVA 19’Ê NÎSANA 2024’AN
08:39 Endamên Komîsyona Îlîçê ya Meclisê di Rojnameya Fermî de ne
08:38 Li Kenyayê qezaya helîkopterê: Serfermandarê artêşê û 10 leşker mirin
08:28 Li dijî Kobanê bi SÎHA’yan êriş hate kirin
08:27 Amerîkayê endamtiya Filistînê ya NY’yê veto kir
18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin
15:27 YSK’ê îtîrazên Hatay û Orduyê red kirin
15:20 Berdana Rozerîn Kalkanê 11 mehan hate taloqkirin