Li Herêma Egeyê 269 girtiyên nexweş di talûkeya vîrûsa corona de dijîn

img

ÎZMÎR - Li Tirkiye piştî kêlî bi kêlî vîrûsa corona belav dibe, fikarên malbatan ên der barê girtiyên nexweş de zêde dibin. Li gorî daneyen ÎHD'ê ya Îzmirê li girtîgehên Herêma Egeyê 269 girtiyên nexweş hene. Ji ber ku herî zêde vîrûs bandorê li ser nexweşan dike girtiyên nexweş bi talûke û rîskekî mezin re rû bi rû ne. 

Li gorî rapora butçeyê ya 2020'an ku Wezareta Dadê ji Meclîsa Tirkiyeyê re şand, li Tiriyeyê 355 girtîgeh hene. Di van girtîgehan de 282 hezar û 703 girtî hene. Li gori daneyên Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê heta 458 girtîyên bi nexweşiyên giran bi gişti Hezar û 334 girtiyên nexweş ên siyasî hene. Li gorî daneyên Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê li girtîgehên Herêma Egeyê 270 girtiyên nexweş hene. 
 
Di vê pêvajoya ku vîrûsa corona belav dibe de fikarên malbatan ên der barê girtiyen nexweş de zêde dibe. Ji ber ku vîrûs herî zêde bandorê li ser nexweş û kesên temen mezin dike, bi taybetî girtiyên nexweş hem ji ber nexweşiyên xwe û hem jî ji ber şert û mercên xwe di bin rîskek mezin de ne. Di ê pakêta sêyemin a daraze de ji ber ku girtiyên siyasî naxe nava xwe fikar û bertekên li diji pakêtê zêde ne. Malbat û saziyên girtîyan dixwazin ku pakêta razê girtiyên siyasî jî têxe nava xwe û wisa di meclîsê re derbas bibe. 
 
Li gorî daneyên Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê rewşa girtiyên nexweş û girtîgehan li jêr hatiye rêzkirin. ÎHD'ê lîsteya çend girtî li kijan girtigehê nexweşin û kijan nexweşiya wan heye wiha rêz kiriye. 
 
LI GIRTÎGEHA TÎPA T Û D YÊN DENÎZLIYÊ: 
 
*Adnan Karataş: Bi nexweşiya Tuberkuloz e û di hucreyê de girtî ye. 
*Engin Akkaya: Pişê wî şikestiye û emeliyat bûye. 
* Îlhan Yukkol: Ji mejiyê xwe ve astengdar e. 
*Halil Yilmaz: Ji sedî 50 ji mejiyê xwe astengdar e. 
*Nurî Bagiş: Çenga wî şikestiye û nikare xwarinê bixwe. 
*Suleyman Alev: Gurçika wî hatiye neqilkirin. Rapora ATK'ê ya nikare li girtîgehê bimîne heye. 
* Vahit Çiftçî: Li Girtîgeha Kocabaş a Denîzliyê girtî ye. Bi Nexweşiya Klostrofobî ye. Gurçikek wî tenê ye. Nexweşiyê roviya ye. 
*Mustafa Aktaş: Bi nexweşiya kronîk a çîxerêye. 
 
LI GIRTÎGEHÊN KAPSUT, BANDIRMA Û BÛRHANIYE YÊN BALIKESÎRÊ: 
 
*Burhan Babaoglu: Ji hestiyê pişta xwe 2 caran emeliyat bûye. Cavekî wî nabîne. 
*Zinar Dogan: Ji mîda xwe nexweş e. 
*Zekî Nas: Nexweşê dil û sînozîtêye. 
* Yusuf Birkan: Gurçikeki wî tenê heye. Nexweşe çerm e. 
*Yusuf Yavuz: Nexweşiyê kronîk ê rovî û gurçikê ye. 
*Yuksel Tatar: Nexweşe Hepatit B e û lîfê piyên wî wut bûne. Emeliyat bûye. 
*Yuksek Azak: Nexweşê Tiroit e û emeliyat bûye. 
*Yavuz Soydamal: Nexweşê dil e. 
*Yusuf Demir: Nexeşê Hepatit-B ye. 
*Yusuf Keklik: Nexweşê astime û nexweşiya kronîk a ulsera mahdê ye. 
*Yusuf Ozturk: Romatîzma wî ya kronik heye. 
 
*Vedat Taş: Nexweşiyê mahde û roviya ye. 
*Vedat Cirasun: Nexweşiyê çav e. Di hêgên wî de werimîn heye. Dîsa nexweşê dil ê gastrit e. 
*Vedat Bingol: Nexweşê fitiq û anemiyê ye. 
*Veysel Yurek: Nexweşe rovîya ye. 
* Umît Agirbaş: Ji qirika xwe emeliyat bûye. Nexweşê mîgrenê ye. 
* Umut Beyaz: Çavê wî nabîne. Diranên wî tune û nayê dermankirin. 
*Ugur Tektaş: Ji ber qezaya trafîkê travmaya mejî derblas kiriye. Felç pêre heye .
*Tayfur Tunç: Nexweşe troîd, mahde, damarê ye. 
*Tahir Cengiz: Nexweşê gurçikê ye. 
 
*Şirvan Akpolat: Nexweşê mahde û piştê ye. 
*Şemseddin Tekin: Nexweşê kronîk ê prostatê ye. 
*Şehmus Can: Ji ber 142 rojan di grevê de maye, nexweyê mahde, rovî û diranan e. 
*Sipan Karabulut: Piştî greva birçîbûnê nîv felç e. Bê hal e. 
*Serdar Taşkın: Piştî greva birçîbunê bi nexweşiya mahde û pasuran ketiye. 
*Suphan Delen: Nexweşê mahde û reflû ye. 
*Serdar Batur: Nexweşiyê romatîzma û romatîzma dil e. 
*Selman Aydın: Nexweşiyê rovi, çav û prostatê ye. Serêşî pêre heye. 
*Rahmetullah Kaplan: Nexweşiya şekir û fitiq pêreh eye. 
*Ramazan Batur: Çavê wî nabîne. 
*Naif Ozkılıç: Nexweşe Vertigo ye. 
*Nevzat Karabacak: Nexweşe dil û ulsera mîdê ye. 
*Nail Demir: Çavê wî nabîne û ji sedî 27 astengdar e. 
*Nizamettin Mahmutoglu: Nexweşê mîgren, romatizma, menuskus û çavan e. 
*Nurettin Adamış: Ji gurçik û roviyên xwe emilayt bûye. 28 slin girti ye. 
*Nurullah Kalkan: Nexweşê astim, mahdenê ye. 
 
*Mehmet Zengeralp: Nexweşê pişt, mahde û roviyan e. 
*Malik Demiragaç: Fitiqa piştê pêre heye. 
*Mustafa Karaboga: Nexweşe troîd, rovî û zirav e. 
*M. Ali Deniz: Nexweşê Hepatit-B'ê ye. 
*Mehmet Bakıroglu: Nexweşê tansiyona zêde, prostat û mahdê ye. 
*Mecit Alagoz: Nexweşê Hepatit-B, mahde, reflû û gasrîdê ye. 
*Mehmet Yilmaz: Nexweşê dil e. 
*Malik Demiragaç: Nexweşê fitiqa piştî ye. 
*M.Nuri Tiryakî: Damarê mejiyê wî xetimine. 
*Mehmet Bagriyanık: Di sala1999'an de bedena xwe da ber agir. Hêj nexweş e û nexweşiya gut heye. 
*Murat Aslan: Fitiqa pişt û stu heye. Nexweşiyên pasurk, romatizma û reflû pêre heye. 
*Murat Bilgiç: Ji piyê çepê felç e. Ulsera mahde, tansiyon û astimê pêre heye. 
*Mustafa Tekin: Nexweşê gurçikê ye. 
*Muhammed Muhammed: Nexweşe roviyan e. 
*M.Sıraç Keskin: Nexweşê fitiqa piştê û stu ye. Çavê wî nabîne. 
*Mustafa Aydın: Nexweşê varikosel e. Divê emeliyat bibe. 
*Gevgin Durak: Nexewşe dil e û divê ji çonga xwe emeliyat bibe. 
*İbrahim Bakir: Nexweşe Hepatit-B ye. 
 
*Hasari Yumuşak: Nexweşê sinus û trombosit a xwînê ye. 
*Hüseyin Ozer: Nexweşê anemî, fitiq, ulser û gurçikê ye. 
*Hayrettin Engin: Nexweşe fitiq, hilîna hestiyan û gurçikê ye. 
*Halil Çelik: Nexweşê urolojîk, prostat û gurçikê ye. Ji Prostat û fitiqê emeliyat bûye. 
*Huseyin Kara: Nexweşê dil  û tansiyona zêde ye. 
*Hayrettin Adak: Nexweşê Hepatit-B ye. 
*Haseyin Îdig: Ji fitiqê emeliyat bûye. Nexweşê mîgren, ulser û gurçikê ye. Nikare nefesê bistîne. 
*Hacı Bozkurt: Di rovî û îrdara wî de îltihap heye. 
*Hanifi Kanat: Nexweşê dil û damarê ye. Fitiqa piştê heye. Nexweşiya migren, reflu û KOAH'ê pêre heye. 
*Hasan Abdo: Nexweşê Hipertansiyon û xewê ye. 
*Hamza Deniz: Nexweşê gurçik, rovî û hestiyan e. 
 
*Fehim Kina: Nexweşe di e. Ji dilê xwe emeliyat bûye. Nexweşê mahde û prostatê ye. 
*Ferhat Daş: Dilê wî lawaz e. Fitiq pêre heye û bê xwîn e. 
*Faysal Akgun: Nexweşê dil û mahde ye. 
*Faruk Taştan: Nexweşê fitiqa stu û piştê ye. 
*Faruk Çelik: Nexweşê Kronik ê Hepatit-B ye. 
* Eyup Olmez: Nexweşê qirike yê Kronik e. 
*Engin Okuducu: 142 rojan di grevê de ma. Nexweşê rovîyan e. 
*Ekrem Karatay: Nexweşê mahde ye. 
*Ercan Oral: Nexweşê damara dil e. 
*Ercan Karayel: Nexweşê gastrit, sinuzit, hemoroid, faranjit û bê xwînê ye. 
*Enver Uçar: Nexweşê Astım, bronşit, kronik alerjiyê ye.
 
*Davut Ekinci: Nexweşiyê ulsera kronîk e. 
*Dijvar Nesrî Îsmail: Milê wî seqet e û nikare pêdiviyên xwe yên tekakesî bibîne. 
*Cihat Ugraş: Çavê wî nabîne. 
*Cengiz Oktay: Çavê wî nabîne. 
*Celal Polat: Nexweşê romatîzma ye. 
*Cafer Esmer: Bêhna wî diçike. 
*Celal Gonul: Nexweşê hestiyê piştê û sinir e. 
*Cevdet Halim: Nexweşe şekir û hemorîdê ye. 
 *Bilal Şen: Nexweşe gurçik u zirav e. 
*Beytullah Arslan: Nexeşê fitiq û sinîr e. 
*Barış Tuncay: Di serê wi de îltihap heye û nikare li xwe binere. 
 
*Ahmet Soysal: Nexweşe dil e. Anjiyo bûye û nexweşe mahde, gurçik û fitiqê ye. 
*Abdullah Kaya: Nexweşê astimê ye. 
*Ahmet Ete: Nexweşê mahdê ye. 
*Akif İpek: Nexweşê gurçik, fitiq, gasrît, reflu, guatirê ye. Çavê wî baş nabîne. 
*Aziz Mahmut Koç: Nexweşe mîgren, mahde û varisê ye. 
*Abdulselam Guler: Nexweşê dil û damarê ye. 
*Alî Însan Dost: Nexweşê tansiyona bilind e. Migren, gastrit û romatizma pêre heye. 
*Şehmus İlhan: Nexxweşê epilepsî, sînir heye û ji bîr dike. 
*Sedat Şaylan: Felç e. Astangdar e. Nikare bi serê xwe bijî. 
*Ramazan Sarıkaya: Nexweşê gurçikê ye. Tenê gurçikek wî heye. 
*Nesip Tarım: Nexweşê Hepatit-B ye. Îltihapa çîxer û ulser pêre heye. 
*Mehşet Sırımsı: Di mejî û qanala sînûsê de kîst heye. Nexweşê epilepsî, gurçik û urolojî pêre heye.
*Medeni Kaya: Nexweşê epîlepsî, dil û damarê pêre heye. 
*Mustafa Kolakan: Nexweşê Tiroid û guatirê heye. Hestiye wî dihilin. 
*Mehmet Ali Taşli: Perçeyên şerepnalê di milê wî de heye. Her ku diçe rewşa wî giran dibe. 
*Musa Kaya: Di hestiyê serê wi de perçeyê şarapnele heye. 
 
*İsmail Guven: Nexweşiya şekir, tansiyon, mahde, prostat, pêre heye. Ji mejî û mahdê xwe emeliyat bûye. 
*İhsan Donmuş: Nexxeşê kezebê ye. 
*İzzetin Tekman: Di bin çavan degule berdan çonga wî. Ji çongê de felç e. Xwîn çûye mahdê wî û navdilê wi. Dîsa tansiyona zêde pêre heye. 
*Habil Emen: Fitiq pêre heye. Di pişta wî de platîk neye. 
*Cahit Yaşar: Pîyekî wî hatiye jêkirin. nikare mil û pêçiyên xwe bixebitîne. 
*Alattin Gokhan: Koma şekir derbas kiriye. Nexweşê dil, tansiyon prostat pêre heye. 
*Abdurrahim Ozbey: Şizofrenî pêre heye.
*Ayhan Kavak: Nexweşiya hestiyê piştê pêre heye. Romatizma kronîk pêre heye. Dîsa tansiyon, astim û guatr pêre heye. 
*Aydın Nas: Ji sedî 95 çavê wî nabîne. 
 
LI GIRTÎGEHÊN ŞAKRAN, ODEMÎŞ, KIRIKLAR Û MENEMEN ÊN ÎZMÎRÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ 
 
* Abdullah Batı: Nexweşê dil e. Damarê dilê wî hatine guhertin. 
*Abdullah Ateş: Nexweşê cîxerê û astimê ye. 
* Comert Bozkurt: Nexweşê Demans, astim û fitiqa piştê ye. 
* Hasip Gun: Nexweşê dil e û emeliyat bûye. 
*İdris Çalışkan: Ji pişta wîheta qirika wî ji sedi 80-90 şewiti ye. Nexweşê mahde û alerjiyê ye. Nikare xwarin bixwe. 
 
* Lutfşah Kelekçiler: Pîl di dilê wî de ye. Damarê wî xitimîne. Fitiqa piştê pêre heye. Bronşit pêre heye. 
* Murat Bulbul: Ji sedî 80 astengdar e. 
* Mehmet Şerif Oner: Textê çonga wî tune, nexweşiyên norolojîk pêreheye. 
* Mahfuz Dorudemir: Nexweşê epilepsi, gurçik, KOAH, astim, prostat, çîxer, reflo, hemoroîd, fitiq û gelek nexweşiyên din. 
* Sekvan Beceriklî: Nexweşê epîlepsî, norolojik, felç pêre heye. 
* Ufuk Keskin: Nexweşe diyabet, çolyak, fitiq û gelek nexweşiyên din. 
* Yılmaz Suncak: Nexweşê tiroit, romatîzma, sinozît, franjit, ulser astim, şekir û gelek nexweşiyên din. 
* Zülfikar Bayram: Ji piyê xwe bi guleyê birîndar bûye. Nexweşê çîxer, gurçik, şekir û tansiyonê ye. 
* Abdullah Nas: Nexweşê Ulserê ye. 
* Abdurrahman Çetinkaya: Ji ber organên zayendî ji ber darbeye hatiye jêkirin zahmetiyan dijî. 
 
* Erdal Polat: Felç e. 
* Erhan Şenyuva: Nexweşê dil e. 
* Erkan Pamir: Nexweşe dil, şekir, tansiyon, romatizma ye. 
* Erkan Tamir: Nexweşiyen derunî hene. 
* Faik Kımış: Ji milê çepê seqet e. 
* Fikret Kara: Nexweşê Wernicke Korsakoffê ye. 
* Fırat Îşgoren. Nexweşê Astime ye. 
 
* Hanifi Kaçar: Nexweşê ulserê ye. 
* Hamdi Demirkıran: Nexweşê gurçikê ye. 
* Halil İriz: Nexweşê hipertansiyon û dil e. 
* Hacı Abay: Fitiq pêre heye. 
* Rıza Kapazan: Qeza derbas kiriye û birîndar e. Kor bûye. 
* Abdullah Gur: Beşek mezin bedena wî şewitî ye. 
* Omer Mutlu: Nexweşe hepatit B ye. 
* Abdurrahman Fidan: Fitiq e. Bi guleyê ji cîgera xwe birîndar bûye. 
* Teymur Enes: Nexweşe hipertansiyonê ye. 
* Hulki Guneş: Nexweşê ankiloza spondilitê û fîziki ye. 
* Gıyasettin Sevmiş: Nexweşe wîlsonê ye. 
* Huseyin Tunç: Nexweşê dil, astim, dîskê ye. 
* Ramazan Kortak: Fitiq pêre heye. Nexweşê ulsera mahde ye. 
* Yusuf Aydın: Nexweşe refluya mahde, gastrit, prostat, damar, menaskus û migrenê ye. 
* Mahfuz Doru Demir: Nexweşê eilepsi, KOAH, prostat tansiyon, çav û hilandina hestiyan e. 
* Suleyman Dogan: Nexweşê romatizma, tansiyon, fitiq, şekir û gelek nexeşiyên din. 
* Ali Kurban: Nexweşiya kronîk a gurçik, astim, bronşit, tansiyonê heye. 
 
* Faysal Yacan: Nexweşiyên mahde û rovî heye. 
* Mahmut Yildiz: Nexweşiyê epilepsiyê ye. 
* Mehmet Oku: Nexweşe KOAH, bronşît, farenjît, ulsera mahde û gelek nexweşiyen din hene. 
* Mehmet Ali Kayadag: Şizofren
* Abdurrahman Yıldırım: Di hestiyê serê wî de perçeyên şarapnel  heye. Felç e. 
* Mehmet Kutlu: Nexweşe behçetê ye. Nexweşe damar û vertigo ye. 
* Abdullah Karakuş: Nexweşê Hepatit-B e. 
* Huseyin Tunç: Nexweşe dil, astim û dîskê ye. 
* Îbrahim Çamdali: Ji sedi 40 astengdar e. 
* Mehmet Halis Vural: Nexweşê astima kronîk e. 
* Mahmut Baran: Nexweşê dil, fitiq, prostatê ye. 
* Kenan Bakay: Nexweşê Hipertansiyonêye û çaveki wi nabîne. 
* Kemal Taka: Demek direj e girti ye. Nexweşe ulsere ye. 
* Abdulhalim Ksrtay: Nexweşê fitiqê ye. 
* Hakan Mustafa: Nexeşê derûnî ye. 
* Fatma Guler: 71 salî ye. Nexweşa cîxer, astim, tansiyon, mahde û kolesterolê ye. 
* Aygul Kapçak, Di laşê wî de perçeyên şarapnelê heye û nexweşiyên jinekolojîk heye. 
* Aynur Epli: Nexweşiyê tumor, troîd, mahde û roviyan heye. 
*Bahar Erturk: Di rehima wê de kist heye. Nexweşe Hipotiroidi ye. Nexweşa kronîk a KBB ye. 
 
*Meral Ekin Ayata: Nexweşa kronîk a astim û nefese ye. 
* Amber Kurtgozu Bakıray: Teşhîsa pençeşêrê hatiyekirin û emeliyat bûye. 
*Guler Bilen: Nexweşa dil û cerm e. 
* Bahar Erturk: Di malzaroka wê de kist heye. Nexweşa Hipotiroidi û KBB ye. 
* Hayriye Yagbasan: Îhtihab di laşê wê de heye. Nexweşa verfî ye. 
* Lamia Oso: Li bedena wî alerjî belav dibe. Nexeşa guatirê ye. 
* Behiye Alabalik: Gurçikek wê hatiye jêkirin. 
* Fatma Ozbay: Nexweşa pençeşêra pêsîrê ye. 
*Gulser Ozbay: Nexweşa pençeşêra pêsîrê ye. 
* Fethullah Demirtaş: Nexweşiyên fitiq, ulsera mahde û nexweşiyên din hene. 
* Abdulkadir Aksu: Nexweşê pençeşera Prostat, dil e. 
* Bunyamin Surme: Nexweşê fitiqa stu û piştê ye. 
* Îbrahim Yagiz: Nexweşê Hepatit B ye. 
 
* Mehmet Sait Yıldırım: Nexweşê dil, taniyon û KOAH'ê ye. 
* Sercan Gumuş: Nexweşê siniran e. 
* Mahmut Aktaş: Nexweşê hipertansiyon, dil e. 
* Ferdi Tayfur: Nexweşê Hepatit B ye û goşt di difinê wî de heye. 
* Ahmet Derebaşi: Nexweşê nefese u norolojî ye. 
* Şefket Topkaya: Nexweşê çav û mahde ye. 
* İsmet Akdemir: Nexweşê mahde û gurçikê ye. 
* Barış Akay: Nexweşê kezeb û dil e. 
* Bulent Koç: Nexweşê pençeşêra lêvê ye. 
* Huseyin Sırmali: Herdu destê wi şewitî ne û nikare bi deste xwe kar bike. 
* Mehmet Nuri Ozen: Nexweşê epilepsi ye. 
* Mehmet Okur: Nexweşê KOAH, Kronik Bronşit, farenjit û mahde ye. 
 
* Siraç Togluk: Nexweşê dil û tansiyone ye. 
* Ahmet Ozgen: Nexweşê tansiyon, mahde û sergejiyê heye. 
* Abdurrahman Zekin:  Nikare nefes bistîne. 
* Ahmet Batur: Nexweşê hemoroit û gastritê ye. 
* Davut Aslan: Nexweşe şekir û serêşê ye. 
* Diyattin Alak: Nexweşê ulser û fitiqê ye. 
* Erhan Argus: Nexweşê fiqit û hestiyêpiştê ye. 
* Erdal Oner: Di meşiyê wî de tumor heye. 
* Fehmi Poyraz: Nexweşê astim û serêşê he ye. 
* Faruk Guven: Nexweşe kronik ê mesane ye 
 
* Halit Alpar: Ji cîxera xwe emeliyat bûye. 
* Hacı Ali Başturk: Nexweşê kronik ê îdrarê ye. Serêşî û ihtihaba çav pêre heye. 
* Baran Çaglı: Nexweşê şekir û dil e. 
* Fırat Yagmakan: Nexweşe Hemoroit, fitiq, Hepatit B e. 5 caran emeliyat bûye. 
* Enver Ozer: Ji mahdê xwe emeliyat bûye. 
* Hayri Yıldırım: Dema ji piyê xwe birîndar bûbu hat girtin. Nikare bi serê xwe bijî. 
* Sadettin İliman: Nexweşê dil e. 
* Ahmet Batur: Nexweşe Hemoroid û gastritê ye. 
* Burak Demirci: Nexweşê enfeksiyona kezebê ye. 
* Bekir Kılıçaslan: Nexweşe dil û roviyan e. 
* Bişar Dag: Nexweşe ulser û çavan e. Çavê wî nabîne. 
 
* Bilal Karakurt: Nexweşê çavan e. 
* Cemal Dalli: Nexweşê fitiq, sunuzitê ye. 
* İbrahim Halil Kaya: Devê wî birîn dibe. Êşa sîng û stu heye. 
* İslam Tuner: Nexweşê Guatr, bronşitê ye. 
* Murat Kurt: Nexweşe fitiq, kronik bronşitê ye. 
* Mustafa Sayan: Nexxweşê Astim û Gastritê ye. 
* Murat Aydın: Nexweşê fitiqa stu, kronik bronşitê ye. 
* M. Nimet Yılmaz : Nexxeşe mahde, fitiqa stu, astim û kolesterolê ye. 
* Macit Alagok: Nexweşê Hepatit-B ye. 
* M. Mıhtı Ozturk: Nexweşê Hipertansiyon, gurçik, serêş, bêhn û fitiqe ye. 
 
* Şiyar Aydemir: Nexweşe kronoik Hepatit B ye. 
* A.Kahar Aksoy: Nexweşê KOAH û şekir e. 
* Mete Yayan: Nexweşê KOAH'ê ye. 
* Selahattin Mete:  Nexweşê dil û tansiyonê ye. 
* Mehmet Kartal:  Nexweşê kronik Hepatit B ye. 
* Mahmut Badur: Nexxeşe dil e. 
* Huseyin Eksik: Nexweşê şekir e. 
* Ahmet Başboga: Nexweşê meşiyê hesti, çîxerê ye. Destê wî seqet e. 
 
* Omer Surer: Xwe darvekiribû. Ji ber vê yekê damarê mejiyê wî xetimine. Felç e. 
* A. Vahap Aydemir: Nexweşê gurçik û îdrarê ye. 
* Ahmet Çakal: Nexweşê fitiq, varîs, gastrit û xurê ye. 
* Dilaver Keklik: Di mejiyê wî de kist heye. Nexweşe mahde û şekir e. 
*Ahmet Silik: 74 salî ye. Felç derbas kiriye. Nexweşê tansiyon, prostat û damarê mejî ye. 
* Şaban Arıkan: Felç e. 
* Ali Kurban: Nexweşê gurçik, astim, bronşît, ulser, hemoroît û tansiyonê ye. 
* Mahmut Yildız: Nexweşê epilepsi ye. 
* Anil Peker: Nexweşê diranan e. 
 
LI GIRTÎGEHÊN TÎPA T ÊN AKHÎSAR Û MANÎSAYÊ 
 
 * Huseyin Sari: Nexweşê Parkinson, dil, hipertansiyon, sematorfrom û fitiqa stu ye.
 * Hasan Şaşmaz: Nexweşe dil, diyaet, gurçik, û fitiqê ye. 
 * Ridvan Çelik: Nikare bêhnê bistîne, Nexweşiyên fitiq, ulser û astimê e. Çavê wî nabîne. 
 * Abdulvahap Ekmen: Nexweşê şizofrenî ye û astengdar e. 
* Mehmet Gulmez:. Nexweşê kezebê ye. 
 * Yılmaz Gerçel: Nexewşê şizofrenî ye û destekî wî seqet e. 
* Mehmet Tekin: Di mejiyê wî de tumor heye. 
 * Nimetullah Tunç: Nexweşê dil, fitiq, faranjît, mahde, rovî û astimê ye. 
 * Nidayi Tezer: Nexweşe anemî û astimê ye. 
* Suleyman Gultekin: Nexweşe epilepsi, fitiq, mahde û hemeroidê ye. Deste wi felç e. 
* Cengiz Ayar: Nexweşê dil, fitiqe ye. 
* Murat Biçici: Nexweşe hipertansiyonê ye. 
 * Eyüp Sarı: Nexweşê epilepsi, astima kronik keze, û sinuzitê ye. 0
* Mehmet Çoku: Nexeşê dil û hemoroitê ye. 
* Yılmaz Kahriman: Nexweşê rovî, bronşit, mahde û damaran e. 
* Mutlak Tozun: Nexweşê sara, dil, mahde û gatridê ye. 
 
LI GIRTÎGEHA TÎPA E YA MUGLAYÊ 
 
* Ozel Korkmaz: Milê çepê felç e. 
* Mehmet Ali Buyukozdogan:  Nexweşê şekir ê Kronik e. 
 
MA / Ruken Demir

Sernavên din

23/04/2024
21:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye
19:13 DEM Partî û HDK: Çapemeniya kurd teslîm nabe
19:08 Bakay ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?
17:02 Ji ber binçavkirina rojnamegeran îtîraz hate kirin
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn
13:41 Li dijî êrişan banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re hate kirin
13:06 Şaredariya Farqînê biryarên dewirkirina neguhezbaran a qeyûm betal kir
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:43 Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan
12:20 Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû
12:17 KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir
12:16 Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
11:16 Rojnameger Ozdemîr: Dê şer hinek din dirêj bibe lê encam naguhere
10:43 Bi hinceta ‘heqareta li Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin
10:37 DFG û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin
11:12 DFG: Salên 90'î bû destpêka serdemek nû
10:47 DEM Partî: Têkoşîna heqiwetê bênavber didome
10:28 Statûya Başûr di xetereyê de ye
10:07 Li Edeneyê qeza pêk hat: 3 kes mirin
09:53 Jinên êzidî dest bi xweparastinê dikin
09:51 Qeyûmê Geverê ji bo emniyet, pîrozbahî û şirînahiyê bi milyonan lîre xerc kiriye
09:15 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 148'an de didome
09:01 181 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe
09:01 Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê
09:00 Rojnameger Karadaş: Dibe ku şer li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve
09:00 ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:28 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket
21/04/2024
23:43 Li Amedê mihrîcan didome
21:49 Li Erziromê qezaya trafîkê çêbû: Miriyek û 6 birîndar hene
20:05 Encamnameya Civata Giştî ya KNK'ê: Êdî dema yekitiyê ye
18:06 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de domiya
17:50 Amedspor alîgirên xwe xemgîn kir
16:54 KNK: Li dijî êrişan hewcehî bi helwesta seferberiyê heye
16:20 Astengdarê zihnî Gezer ê hedef hatibû nîşandan hate girtin
15:42 Li Turhalê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Di lijneya KNK’ê de bal kişandin ser ‘yekitiyê’
15:32 Maça ‘şampiyoniyê’ ya Amedsporê dest pê kir
15:19 Kenan Bakay piştî 30 salan hate berdan
15:11 ‘Kesekî astengdar çawa dibe rêveberê partiyê’
15:01 Çandar: Rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:04 Li Amedê beriya maçê coşa ‘şampiyontiyê’
14:03 Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 34 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
14:03 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Jinan erdnîgarî bi rengê morê xemiland
12:49 Beriya maça Amedspor-Igdirsporê 2 kes hatin binçavkirin
11:50 Rejîma Îranê 10 sal cezayê hefsê da mamosteya kurdî
11:36 Metîna bi dijwarî tê bombebarankirin
10:56 Tirkiye ji hêla enflasyona bilind ve li cîhanê di rêza 4’emîn de ye
10:36 Dr. Pashang: Di krîza Rojhilata Navîn de tenê rêyeke kurdan heye ew jî yekitî ye
10:14 Amedsporê ji ber ‘bilêtên sexte’ hişyarî da
10:07 Kovara Jînê di hejmarê nû de bal kişand ser mafên zarokan
10:06 Beriya serdana Erdogan li dijî Metînayê êrişeke nû hate destpêkirin
09:21 Albayrak ê AKPî li Xelfetiyê 460 milyon û 601 hezar TL deyn hişt û çû
09:20 Jin wê her roj ji bo Abdullah Ocalan nameyan ji CPT'yê re bişînin
09:05 180 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome