Bergiriya ‘li malê bimîne’ veguherî tundiya li dijî jinê

img

STENBOL – Ji Platforma Emê Cînayetên Jinan Rawestînin Prz. Rûkiye Leyla Suren, diyar kir ku bergiriya “li malê bimîne” ya li dijî vîrûsa koronayê hat girtin, weke li hemû welatan li Tirkiyeyê jî vegeruhî tundiya li dijî jinê û got: “Divê bi lezgînî xetên Tundiya Nav Malbatê bên avakirin.”

Her ku diçe vîrûsa koronayê (Kovîd-19) li tevahiya cîhanê belav dibe û mirov jiyana xwe ji dest didin. Yek ji bergiriyên li dijî vîrûsê hatin girtin “Li malê bimîne” ye. Lê ev bergirî, bi demê re veguherî tundiya li dijî jinê ya di nava malê de. 
 
Li gorî hîn lêkolînên li tevahiya cîhanê hatin kirin, bergiriya li malê bimîne, tundiya li dijî jinê zêdetir kiriye. 
 
Di vê çarçoveyê de, li gorî danayên Rêxistina Tenduristiya Cîhanê, piştî vîrîsê ji 3 jinan 1 jê rastî tundiya fîzîkî hatiye. Dîsa saziya bi navê UK Aîd Dîrect a girêdayî Beşa Pêşketina Navneteweyî ya Kralgeha Yekbûyî tundiya piştî vîrûsa Kovîd-19 kir rapor û da zanîn ku tundiya di nava malê de û li dijî karmendên tenduristiyê zêde bûye. Li gorî rapora vê saziyê, di meha Sibatê de bûyerên tundiyê yên nava malbatê 3 qat zêdetir bûne. 
 
NY: DERFETÊ TUNDIYÊ PÊŞKÊŞ DIKE
 
Wekîla Midûra Giştî ya Yekîneya Jinê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Anîta Bhatîa jî, di axaftineke kiribû de got: “Dema ku em rêbazên ji bo parastina mirovan bi kartînin, em dibin sedem ku tundiya di nava malê de zêdetir bibe. Ji jiyana civakî dûrketin û xwe hespî malê kirin, asta tundiyê jî zêdetir dike. Ev jî dibe sedem ku derfetên tundiyê tên pêşkêş kirin.”
 
VÎRÛSÊ TUNDÎ ZÊDETIR KIR
 
Li gorî rêxistinên jinan ên li Tirkiyeyê, bi belavbûna vîrûsa koronayê re tundiya li dijî jinê zêdetir bûye. 
 
Ji Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestîn in Prz. Rûkiye Leyla Suren, bandora bergiriya “li malê bimîne” ya li dijî vîrûsa koronayê hatiye girtin a li ser jinan nirxand. 
 
Suren, diyar kir ku li Tirkiyeyê, dema ew li cihên jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin mêze dike, piraniya van bûyeran di malan de rû dane û wiha axivî: “Ji ber vê ji roja ku vîrûs derketiye holê, hem li Tirkiyey û hem jî li cîhanê, parastina canê jinan nemaye.”
 
ÇIMA TUNDÎ ZÊDE BÛ?
 
Suren, da zanîn ku bi taybetî di vê demê de, tundî zêde bûye û wiha got: “Jin dixwazin derbarê xwe û pêşeroja xwe de biryarê bidin. Vê yekê daxwaz dikin û di lêpirsînê re derbas dikin. Dixwazin êdî derbarê jiyana di malê de û dervede ramanên wan bên girtin. Ji xwe di demên wisan de tundiya di nava malê de rû dide. Zilamê tundiyê dike û jina mexdûr dibe neçar dimîn in ku di heman dorhêlê de bimîn in. Ev jî bi xwe re rîska tundiyê zêdetir dike û jin hîn zêdetir rastî tundiyê tên.”
 
DI 10 ROJAN DE 10 JIN HATIN KUŞTIN
 
Prz Suren, anî ziman ku di serî de Almanyayê gelek welatên din di rojên karantînayê de li dijî tundiya jinê hin bergiriyên parastinê girtin û wiha bilêv kir: “Li Tirkiyeyê jî divê heman bergirî bên girtin. Di rewşa heyî de din ava 10 rojan de 10 jin hatin kuştin. Ji ber vê divê li Tirkiyeyê jî mîna hin welatan bergiriyan bigire. Divê protokolên nû amede bike û hişyariyên fermî bike. Ji ber ku li Tirkiyeyê li dijî tundiyê bergiriyek tuneye, jin evqasî rastî tundiyê tên. Wezareta Polîtîkayên Malbatî û Civakî û Wezareta Karê Hûndir , divê ji bo parastina jinan tedbîran bigirin.”
 
Suren bergiriyên divê bên girtin wiha rêz kirin: “Lazime ku xetên tundiya nav malbatê bi lezgînî bên avakirin. Pêşnûçeya Emîne Bûlût hat weşandin û yekîneyên tundiya nav malbatê hatin avakirin. Divê hejmara xebatkarên perwerdekirî yên di qereqolan de bên zêdekirin. Divê hemû hejmar û asta tundiyê yeke bi yek bên şopandin. Di sala 2019’an de 474 jin hatin kuştin. Di meha Sibatê de 22 jin hatin kuştin û li gel vê 12 mirinên bi guman hebûn. Lazime ku ev hemû bên dîtin. 
 
'DIVÊ RAYA GIŞTÎ BÊ ESAS GIRTIN’
 
Prz. Suren, dest nîşan kir ku divê raya giştî bê esas girtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêwîste ku nêrînên rêxistinên civaka sivîl, baroyan û partiyan bên girtin. Pênûmeyên qanûnî divê wisan bi lez û bez li ser maseyan tenê bi sînordarkirina hin kesan neyin amedekirin. Ev yek tundiya li dijî jin û zarokan zêdetir dike.” 
 
MA / Semra Tûran
 

Sernavên din

18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin
15:27 YSK’ê îtîrazên Hatay û Orduyê red kirin
15:20 Berdana Rozerîn Kalkanê 11 mehan hate taloqkirin
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
14:54 Li Sudanê pevçûn: 25 sivîl hatin kuştin
14:14 Erdogan: Desthilata tekane serokkomar e
13:46 Doza Kobanê: 13 siyasetmedarên girtî tev li danişînê nebûn
13:45 Li Ûmmanê lêhî: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
12:54 Wezîr Işikhan: Di meha tîrmehê de dê mûçeya kêmtirîn nayê zemkirin
12:27 Gardiyan gef 'îşkenceyê' li girtiyên jin xwarin
11:12 Qedexekirina ‘Bêrûyê’ bêhiqûqî hate dîtin
10:49 Îsraîlê êrişî Xezayê kir: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
10:39 Ji AYM’ê biryara ‘cilên yekreng’
10:24 Li Giyadînê Hevserokê DEM Partiyê hate binçavkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
10:16 KNK: Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye
09:10 Rojnameger Silêman Ehmed 176 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:08 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 143 roj in di çalakiyê de ne
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:04 Qeyûmên Mêrdînê 3 milyar û nîv TL deyn li dû xwe hiştin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
09:00 ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2024’AN
08:56 Ketina Kato ji bo 15 rojan hate qedexekirin
16/04/2024
22:03 Ji jinan banga xweparastinê
19:24 Şenyaşarê tevî astengiya polîsan çalakiya xwe berdewam kir
19:22 YSK'ê îtîrazên ji bo 2 bajar, 11 navçe û 7 bajarokan red kir
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
17:53 5 meh cezayê hefsê dan Leyla Guvenê
15:46 Li Amedê qezaya trafîkê: Mirî û birîndar hene!
15:32 Piştî hilbijartinê anketa nû: AKP li paş ket
15:04 Hamas: 33 hezar û 843 kes mirin
14:21 Banga 1’ê Gulanê: Em li dijî pergala bêedalet dakevin qadan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:40 Danişîna doza 6 rojnamevanan hate taloqkirin
12:35 9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê dike
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:41 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:36 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 57 hezar û 578 lîre ye
11:25 TEV-ÇAND: Hozan Sefkan bingeha eniya çand û hunerê ava kir
11:04 Li Stenbolê polîsan bi ser malan de girtin
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
10:24 Di bihayê zêr de rekoreke nû
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:07 Rojnameger Silêman Ehmed 175 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:04 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm