Niha dem dema çîroka ye

img

QERS - Çîrokbêj Ayhan Erkmen, gazî mirovên ku ji ber vîrusa coronayê ji bêgavî de dil mal de dimîn kir û ji wan xwest çîrokan guhdar bikin û çîrokan vebêjin. 

 
Çîrokbêj Ayhan Erkmen, gazî mirovên ku ji ber vîrusa coronayê (Covîd-19) ji bêgavî di mal de dimînin kir ku çîrokan guhdar bikin. 
 
Erkmen, anî ziman ku ji ber vê nexweşîna navbirî mirov ji cihên qelebalix dûr disekinin û ji bêgavî di mal de dimînin Erkmen, got: "Gava ev nexweşîn salek şûnde biqede wê travma dest pê bikin. Çimkî wê mirov bitirsin ku pev re pêwendiyê deynin. Her wiha ev nexweşîn ligel di maldemayînê bandoreke neyînî li civakîbûyînê jî dike. Loma ji bo em pêşî li travmayên derûnî bigirin, gava mirov di mal de bin divê pêwendiyê pev re deynin. Wê bi vî awayî di warê dilî û zihnî de xwedîderketinek çêbibe. Ji bo vê jî bi ya min divê mirov ji hev re çîrokan bêjin." 
 
Erkmen, anî ziman ku ji ber mirov pev re wext derbas nakin ev yek tesîr li malbatîbûnê jî kiriye û got, niha ji bo xurtkirina têkiliyên navmalbatî jî ev yek firsend e. Erkmen, destnîşan kir ku li ser înternetê û di televîzyonan de nerjiyeke negatîf heye û got: "Êdî ji mirovan re hejmara kesên jiyana xw eji dest didin yeko yeko dibêjin. Tiştên wekî nexweşîn bi vî hawî li mirovan peyda dibe, nîşaneyên nexweşînê ev in, kapasîteya nexweşxaneyan kêm e hwd. bi awayekî neyînî bandorê li derûniya mirovan dike. Loma di wextên wiha de hêla me ya civakîbûyînê dimehe. Kes alîkariya kesên pêdiviya wan bi alîkariyê heye nake, alîkariya kesên ji mecbûrî dixebitin nayê kirin. Êdî ciwan hatine wê astê ku henekê xwe bi extiyaran bikin. Her wiha kesên di heman malê de pev re dijîn jî êdî ji hev ditirsin. Divê em tevdîrên xwe bigirin. Lê ji bo vê divê em pêwendiya qut mekin. Dê û bav, xwişk û bira divê di warê derûnî de hêzê bidin hev du. Gava derûniya mirov baş be, pençeşêra ku dermanê wê tuneye jî têkdişikê. Li dijî vê nexweşînê jî gava derûniya me baş be, em ê bi rihetî bikaribin ji derheqê van rojên xirab derkevin." 
 
‘ÇÎROK DERÛNIYA ME XURT DIKIN' 
 
Erkmen, bibîr xist ku Newroz jîd erbas bû û got, lê belê çîroka ewil divê em hîn bibin çîroka Newrozê ye. Erkmen, anî ziman ku kêm es bi têkoşîna Kawayê Hesinkar a li dijî Dehaqê zalim dizane û got: "Dibe ku îro navê nexweşînê corona be; lê di dîrokê de navekî wê yê din Dehaq e. Mirov dikarin bi wê baweriya ku textê Dehaq hat rûxandin ji derheqê vê nexweşînê derkevin. Em dikarin wekî mînak çîroka Dewrêşê Evdî jî bidin. Çîrokên bi vî rengî, di rojên wiha de derûniya me baş dikin." 
 
EM GUHDAR BIKIN 
 
Erkmen, anî ziman ku xwegihandina çîrokan pir hêsan e û got, bia wayekî dîjîtal gelek çîrok hene. Erkmen, diyar kir ku divê ev çîrok bên guhdarîkirin, bên xwendin û bên munaqeşekirin û got, wê bi vî awayî mirov karibin tirsa xwe û dilşayiya xwe derxînin holê. 
 
Erkmen, got: "Gundê ku lê çêbûm ceryan û teknolojî tunebû. Tenê mirov li odeyekê kom dibûn. Dengbêjan kilam digot, çîrok vedigotin. Gava wexta wê bihata Radyoya Êrîvanê dihat vekirin. Ez li ser medyaya civakî û di bernameyeke telvîzyonê de bi çîrokan xwe digihînim mirovan. Her kes dikare vê yekê bike. Derfet hene." 
 
MA / Dîndar Karataş 
 

Sernavên din

12:59 PENa Kurd: Hêmin Mamend serbest berdin
12:18 'Heke tevdîr neyên girtin rîsqa qitûtiyê heye'
11:47 Piştî raperînê girtî hatine îşkencekirin!
11:46 Rapora Korkûtelî: Tê xwestin ku dosya bê girtin
11:20 Siyasetmedarê Kurd dest bi kampanya bi vîdeo dikin
11:09 Guhertina yasaya înfazê ku wek ‘newekhev’ tê dîtin îro li Meclîsê tê nirxandin
11:08 Reşîd Ebdulkerîm El-Enesî: Bankayên cîhanê nikarin xwe li pêş vîrûsê ragirin
10:27 ‘Demildest girtiyan berdin'
10:27 Hevjîna rojnameger Azîz Orûç: Tu bergirî nehatine girtin
10:19 ‘Jin li Sêrtê ne bi tenê ne'
10:18 SES ‘komîteyên şewbê’ ava dike
10:17 Ji hevalan re digot ‘Min bi ken vebêjin'
09:23 Dr. Zorlu Gunok: AKP’ê berpirsyariyê xwe daye ser milê gel
09:03 Gulum: Pêşî jiyanê esas bigirin
09:02 Li Amedê malên starbûnê yên jinan serlêdanên xwe dan sekinandin
09:02 Xizmên girtiyan: Dev ji vê qanûna newekhev berdin
09:01 Wê kî hesabê mirinê bide?
09:01 'Karkerên çandiniyê neyê parastin, wê ewlehiya zexîreyî jî bi xetereyê re rû bi rû bimîne'
09:01 Erdem: Tu ferqa guhertina vê înfazê ji darvekirinê nîne
09:00 ‘Bi guhertina yasaya înfazê bi hezaran girtiyên siyasî terkî mirinê hatin kirin’
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2020'AN
08:36 Li 3 gundên Kerboranê qedexeya derketina kolanan
08:30 Li Cîhanê Covid-19: Kesên bi şewba vîrûsê ketin 1 milyon û 300 hezar derbas kir
06/04/2020
20:16 Li Tirkiyeyê rewşa dawî ya Covîd-19'yê: Hejmara kesên mirin bû 649
17:35 11 partiyên siyasî: Em bang dikin ku dengê edaletê bilind bikin
16:29 148 welatî li Amedê ji ber şewba vîrûsê têne dermankirin
16:21 Karkerê bi vîrûsê ket nexistin karantînayê
16:07 Hevşaredarên ku qeyûm tayînî şûna wan hat kirin dê piştevaniya 10 malbatan bikin
16:04 Zêdetirî 100 hezar mirovî bi daxwaza alikariyê serî li ÎBB’yê dan
15:58 Çerkezoglu bang li hikûmetê kir. Kar rawestînin
15:55 Rêxistinên civaka sivîl ên Amedê: Em di yasayê de wekheviyê dixwazin
15:22 Medreseya Sor careke din kirin restorasyonê
14:48 ATO: Nexweşxaneyên me yên hatin girtin vekin!
14:35 ‘Rêbaza hilbijartinê baş e lê ji bo vîna kurdan qeyûm tê tayînkirin’
14:15 Li ser Sûrên Amedê hewldana întiharê
14:00 Li Farqînê bi hoparlorên mizgeftê hêjmara nexweşên şewbê aşkere kirin
13:46 Li dijî tundiyê daxwaza ‘plana çalakiya lezgîn’
13:26 HDP’ê li dijî guhertina zagona înfazê şerh danî: Dê xizmeta aştiya civakê neke
13:25 Ji Kongreya Înşaya Dersimê kampanya piştevaniyê
13:05 Li Dersimê Kampanya Malbatê ya Xwişk û Bira dest pê kir
12:45 Qeyûm zimanzan Zana Farqînî ji kar derxist
12:32 ‘Divê ji bo kedkarên PTT’ê bi lezgînî bergirî bên girtin’
12:20 Midûrê Tenduristiyê yê Sêrtê bi şewba vîrûsê ket
12:17 ÎSÎG: 14 karker ji koronayê bi giştî 113 karker jiyana xwe ji dest dan
11:57 'Girtî ligel rapora 'Nikare li girîgehê bimîne' çima nayê berdan?'
11:38 Li Rihayê 3 kes bi vîrûsa corona mirin
11:28 Xwebûn derbasî weşana dîjîtal bû
11:11 Uca: Divê girtiyên siyasî bi lez bêne berdan
10:47 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bergiriyan pêşî li Kovîd-19'ê girt
10:40 Li Amedê heta niha tenê 400 test hatine kirin
10:12 Piştî serhildanê agahiyên durist nedan xizmên girtiyan
10:11 Parzemîna herî xizan a cîhanê Efrîqa û rojên vîrûsa corona
09:33 Li Sêrtê 5 gundên din jî xistin karantînayê
09:11 Bi karkerên înşaetê teahûdnameya ‘vîrûsa korona’ îmze dikin!
09:10 Qeyûm di firotina malê neguhêzbar ê şaredariyê de bi israre!
09:09 Rêvebera CÎSST'ê Korkut: Efoya giştî bi lez mecbûrî ye
09:08 Odeya Tabîban a Îzmirê: Daneyên me û wazeretê li hev nayên
09:08 Serokê Baroya Stenbolê: Yên mirov kuştine dê bêne berdan
09:06 Tanrikulu: Ev guhertin dê sibê pirsgirêkên mezintir bi xwe re bîne
09:03 Karker ji ekîpmanên parastinê sûdê nagirin
09:01 SES: Xizmetkarên tenturistiyê terkî mirinê dikin
09:00 ROJEVA 06'Ê NÎSANA 2020'AN
05/04/2020
21:30 73 kesên din bi vîrûsê mirin 3 hezar û 135 kes bi vîrûsê ketin
16:33 ÇHD: 2 parêzerên girtî dest bi rojiya mirinê kirin
16:13 Li Stewrê 4’ê Nîsanê pîroz kirin
15:48 Bûldan: Divê ji Îmraliyê dengekê, dîmenekê bigihînin civakê
15:24 Rapora OHD û Baroya Wanê: Girtî di bin rîskekî mezin de ne
14:52 Girtiyên li Êlihê sewqî Amedê kirin
14:37 Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê: Daxwaza me ya hevdîtinê nehat qebûlkirin
13:53 Îdîaya gardiyan li girtî xist
13:19 Îlham Ehmed ji civaka navneteweyî xwest ku ji bo agirbestê zorê li Tirkiyê bikin
12:53 Welatiyê bi têlên ceyrana ku DEDAŞ’ê tamîr nekiriye ve zeliqî mir
12:43 Zarokên dibin xirbeyên xaniyê hilweşiyayî de mirin hatin definkirin
12:11 Lijneya Navendî ya HDP'ê kampanya Xwişk û Bira ya malbatan didin destpêkirin
11:42 93 dermanên din xistin lîsteya paşve dayînê
11:42 Wezire Tenduristiyê: Heta em îzole nekin emê nikaribin kontrol bikin
11:31 Prof. Akkûrt hişyar kir: Rûpoşên nano dibe ku bibin sedema pençeşêrê
11:23 Canê xizmetkarên setên rêzefîlman dixin hedefa vîrûsê
10:43 MED TUHAD-FED: Dengê xwe bilind bikin
10:26 Gergerlîoglu: Zagona înfazê ne li gorî heq e
10:14 Rojnamegerên li qadan bi şewbê re rû bi rû ne
10:00 ‘Qanûna înfazê îhlalkirina rêgeza wekheviyê ye’
10:00 Prof. Dr. Pinar Okyay: Ger tedbîr zêde neyê girtin dê vîrûs pir zêde bibe
09:24 Hiqûqnas Alataş: Pergala edaletê ya dewletê bi giştî îflas kiriye
09:07 Omer Ocalan: Di bingeha dewletê de dijminatiya ji bo kurdan heye
09:07 'Wezîrê Tenduristiyê di navbera xebatkaran de cihêkariyê dike'
09:05 Serokê VOSÎAD'ê: Pakêtên piştgiriyê pir dûrî pêdiviyên jiyanê ne
09:05 Gel ketiye etra canê xwe, DEDAŞ jî ketiye etra qezencê
09:04 Tûran: Bêbesîretiya îqtidarê gel mehkûmî coronayê kir
09:02 Ocalan: Zanista Ekolojiyê dikare bibe hêza çareseriya îdeal a xwezaya civakî
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2020'AN
08:31 Li Çinarê mal hilweşiya: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
04/04/2020
22:55 Xizmên girtiyan hê jî li ber girtîgehê ne
22:15 Daxuyaniya HDP'ê ya der barê îsyana Girtîgeha Êlihê de
21:49 Baroya Êlihê: Mudaxileyî qawîşan hatiye kirin, kes nemiriye
21:37 Gundê Elpelûrê rojbûna Ocalan pîroz kir
20:28 Li Tirkiyeyê hejmara kesên mirin bû 501
19:46 'Li Girtîgeha Êlihê girtiyan îsyan kirin'
17:43 Ji Amara bang kir: Ocalan êdî di dilê gelê Rojhilat de ye
17:01 Aqûbeta Sabahattîn Alî pîrsîn