DERSIM - 56 rojin bi tu awayê gahî ji xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê nayê girtin. Ekîbek tenê li ser avê lêgerîna Doku dewam dike.
Ji 5’ê Çileya 2020’an ve agahî ji xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê ya li Dersimê nayê girtin. Ev 2 mehin li derdora Pira Sari Saltûk Viyadugu ya li ser Gola Bendavê ya Uzunçayirê, xebatên lêgerînê dewam dikin. Lê heya niha tu şopeke Dokû nehatiye dîtin. Malbata Dokû dem bi dem derbarê xebatên lêgerînê de bi miduriyeta polîsan, walî û dozger re hevdîtinê dike, lê ew jî tiştê şênber naxin dest malbata û ji malbatarê dibêjin xebata lêgerînê dewam dike.
Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê, saziyên civakî yên sivîl ên Tirkiyeyê û saziyên jinan her tim lêgerîna xwe ya “Gulîstan Dokû li ku derê ye” dewam dikin. Malbata Doku jî hîna li bajêr dimîne û li benda agahiyekê keça xwe ye.