MÊRDÎN - Polîsan Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglu û Hevserokê HDP'ê yê berê Musa Alkan binçav kirin.
Polîsan serê sibê Hevseroka HDP'ê ya Merdînê Perihan Agaoglu û Hevserokê HDP'ê yê berê yê Mêrdînê Musa Alkan, bi hinceta xebatên partiyê yên 2013 - 2014'an hat binçavkirin. Polîsan li malên Agaoglu û Alkan ên li Qoserê lêgerîn kirin û ew li malê binçavkirin. Polîsan Agaoglu û Alkan, piştî binçav kirin birin Şaxa TEM'ê ya Mêrdînê.