ÊLÎH - Jinan bi boneya 8'ê Adarê, li bajaroka Kaniyahênê belavok belav kirin.
Jinan bi nêzbûna 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê re lez dan kar û xebatên xwe. Bi tevlîbûna Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP'ê, li bajaroka girêdayî bajarê Êlihê mal bi mal geriyan û belavokên 8'ê Adarê li jinan belav kirin û jin vexwendin mîtînga 8'ê Adarê.