STENBOL – Parêzvanên mafê mirovan xwestin karsaz Osman Kavala yê ji Doza Geziyê hat berdan û ji dozek din hat girtin were berdan.
Tora Piştevaniyê ya Parêzvanên Mafê Mirovan bi daxwaza karsaz Osman Kavala yê ji Doza Geziyê derbarê wî de biryara beratê hat dayîn û berdan û pişt re ji lêpirsîna hewla darbeya 15’ê Tîrmehê hat girtin were berdan li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de pankarta “Ji bo Osman Kavala azadî” hat daliqandin. Zimanzan Necmiye Alpay, rojnameger Tûgrûl Eryilmaz û gelek kes piştgirî dan parêzvanên mafê mirovan. Li ser navê komê ji Navenda Hafizayê Bûrcû Bîngollu daxuyanî xwend.
Bîngollu da zanîn ku girtina Kavala a ji ber dosyeya 15’ê Tîrmehê di warê hiqûqî de binpêkirin û xemsariyek mezin e û divê ev biryara derbarê Kavala de were rakirin. Bîngollu anî ziman ku di girtina dawî de Kavala ji aliyê emniyet û dozgeriyê ve nehatiye darizandin û dubare girtina wî jî dide nîşandan ku nespartine delîl û agahiyên derbarê wî de. Bîngollu diyar kir ku Osman Kavala li ser fermana biryarên siyasî hatiye girtin û xwest Kavala demildest were berdan. Bîngollu got lazime biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) jî ji bo Kavala were sepandin.