Guneştekîn: Li gorî Yaşar Kemal bingeha mirovahiyê ji hilberinê tê

  • rojane
  • 11:41 28 Sibat 2020
  • |
img

STENBOL - Hunermend Ahmet Guneştekîn, bi minasebeta salvegera mirina nivîskarê navdar Yaşar Kemal ku wekî Homeros dihat zanîn, diyar kir ku li gorî Yaşar Kemal bingeha mirovahiyê ji hilberîn û afirantinê tê. Guneştekîn anî ziman ku cîhana ku mirov lê dijî çiqas rasteqîn be, xeyal û xewn û xeyalên wî jî ew qas rasteqîn in." 

 
Nivîskarê navdar Yaşar Kemal 5 sal berê jiyana xwe ji dest da. Yaşar Kemal di hemû romanên xwe de cih da jiyana gundiyan û mirovên xizan. Cih da karker û cotkaran. Bi nivîs û herhemên xwe navê xwe li Tirkiye û cîhanê belav kir. 
Kemal di piraniya emrê xwe de ji bo aştiya Tirkiyeyê têkoşiya. Kemal, di sala 2007'an de li Enqereyê tev li konferansa "Tirkiye li aştiya xwe digere" bû. Kemal di konferansê de gotibû “Ji Milazgirtê heta niha Kurd û Tirk dostên hev in. Rizgariya rûmet, ked, çand, dewlemendî û nirxên welatê me di destê me de ye. An demokrasiya rastîn, an jî qet." Hunermend Ahmet Guneştekin, bi minasebeta salvegera mirina Yaşar Kemal ji Ajansa Mezopotamya (MA) re qala jiyan û têkoşîna Kemal kir. Guneştekîn, anî ziman ku îro fikra Yaşar Kemal bandor li ser gelek mirovan kiriye û wiha got: "Di feraseta hunerê de jî bandorek awarte li ser min hişt. Wî erdnîgariya ku lê dijî zîvirand xeyalên gerdûnî. Ji ber afirinerî û pênûsa wî wekî Homeros  hat naskirin. Du wêjeyê de Lîrîzmek xweser ava kir. Herî dawî di pêşengeha min a “Rengên piştî tariyê" em hatibûn cem hev. Yaşar Kemal ji min bêtir bi hunerê min eleqeder bûbû. Yaşar Kemal jîrê û zanayê herî mezin ê demê ye. Mirov tenê wekî Homeros pênase bike kêm dimîne. Dema em xwezayê ji wî guhdar dikin, dixwînin û fêr dibin, em dibêjin gelo qala ku dike? 
 
'WÎ DI NAVA NIVÎSKARÊN HERÎ BAŞ Ê SEDSALA 20'AN DE CIH GIRT'
 
Guneştekîn, anî ziman ku bi nivîs û romanên xwe herêma Çukurova û Serhatê zîvirand rewşek mit û mîtolojîk û wiha axivî: "Mirov tenê bêje çîrokbêj û romannivîs kêm dimîne. Divê mirov tenê ji wî re bêje hunermend. Me gelek kesan piştî Yaşar Kemal nas kir, me rengê ku qet me nedîtibûn dît. Rengê me nedîtibûn di wî de dît. Cihê ku em berê çûbûn lê geriya bûn, bi gera wî re me ji nûve dît û keşif kir. Aliyê wî yê dostanî, hevaltî, fêrkerî û parvekirina wî li aliyekî, cihekî wî yê taybet ê vegotinê di wêjeya cîhanê de heye. Wî bi hêsanî di nava kevneşopiya wêjeya herêmî û gerdûnê û di nava wêjeya devkî û nivîsê de têkilî danî. Vê taybetiya wî ew di nava nivîskarên herî baş ên serdema sedsala 20’an de bi cih kiriye. 
 
'YAŞAR KEMAL JI KOKA XWE QUT NEBÛ' 
 
Guneştekîn, destnîşan kir ku şensa herî baş a Yaşar Kemal ew bû ku j koka xwequt nebûbû û wiha axivî: "Dema derdiket kolanê, kalan bi tirkan nas dikir. Lê dema dihat malê jî jiyan bi Kurdî bû. Li ser koka xwe lêkolîn dikir. Ev ji bo wî dibû dewlemendiyek çandî. Malbata wî ji Wanê ye. Malbatek Kurd e. Pişti şerê yekemîn ê cîhanê malbata wî ji Wanê koçî Amedê kir. Ji wir jî koçî Gundê Hemîke yê Osmaniya Edeneyê kir. Li Gundekî Turkmenan ji dayik bû. Hêj zarok bû çavekî xwe winda kiribû. Ji bo nivîskarekê-î tişta herî baş çav e. Ligel çaveki wî tune bû jî tişta ku me nedît wî dît. Dema 4 salî bû ji ber lal bû tişta nikaribû bîne ziman nivîsî. Lalbûna wî ji bo nivîsandina wî bû avantajek pir mezin. Li mala xwe li ser koka xwe li çîrokan guhdar dikir. Lê li ser axek pir cuda dijiya. Ev nakokî ji bo wî dibe sedema afirandina çîrokên balkêş. Ji ber vê yekê ostaye wî Karacaoglan e. Cervantes û Tolstoy jî ji bo wî minak in. Hem wêjeya devkî û hem jî wêjeya nivîskî ya Yaşar Kemal pir kêşketî ye. Di serî de Evdale Zeynike û gelek dengbêjên din guhdar kiriye. Yaşar Kemal koka wêjeya xwe ya ji Çukurovayê ji ruhê koka xwe digire. " 
 
 
Guneştekîn, da zanîn ku Yaşar Kemal kaniya xwe ji dengêjên Kurd û ozanên gel ên Tirk digire û wiha berdewam kir: "Erdnîgariya lê dijî wekî baxê hezar û 1 çîçekî pênase dike. Dîsa qutkirina çîçekek ji vî baxî wekî felatek dibîne. 
Dema herêma Çukurova tîne ziman, bi hezar rengî tîne ziman. Ew hem çukurova ye hem jî ne ew e. Di kosmosa herî biçûk de mirov afirand û ket nava tevgerê. Ev dewlemendî û hêza gotinê ji mozaika gelan stend. Pêşeroj û paşeroja mirovan, xweza, dîrok, bi hezkirina folklorê rist û hûnand." 
 
Guneştekîn, bal kişand ser nêzîkatiya Yaşar Kemal a pirsgirêka Kurd û wiha got:  "Yayar pirsgirêka Kurd wekî pirsgirêka Tirkiyeyê ya hemdemî û demokrasiyê pênase dikir. Wî piştgirî dida Tirkiyebûnê. Wî perwerde û ziman pîroz didît. Wî giringî dida têgeha Tirkiyebûnê. Dema Serhat dianî ziman, Ji Kurdistanê dest pê dikir û heta Laleşê diçû. Lê ez bawer nakim ku Yaşar Kemal ji aliyê Kurdan ve pir dihat xwendin. Ji ber vê yekê zor e ku mirov bêje Kemal wêjevanekî Kurd e. Lê Yaşar Kemal Kurd e. 
 
MA /  Ferhat Çelik
 
 
 

Sernavên din

18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin
15:27 YSK’ê îtîrazên Hatay û Orduyê red kirin
15:20 Berdana Rozerîn Kalkanê 11 mehan hate taloqkirin
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
14:54 Li Sudanê pevçûn: 25 sivîl hatin kuştin
14:14 Erdogan: Desthilata tekane serokkomar e
13:46 Doza Kobanê: 13 siyasetmedarên girtî tev li danişînê nebûn
13:45 Li Ûmmanê lêhî: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
12:54 Wezîr Işikhan: Di meha tîrmehê de dê mûçeya kêmtirîn nayê zemkirin
12:27 Gardiyan gef 'îşkenceyê' li girtiyên jin xwarin
11:12 Qedexekirina ‘Bêrûyê’ bêhiqûqî hate dîtin
10:49 Îsraîlê êrişî Xezayê kir: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
10:39 Ji AYM’ê biryara ‘cilên yekreng’
10:24 Li Giyadînê Hevserokê DEM Partiyê hate binçavkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
10:16 KNK: Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye
09:10 Rojnameger Silêman Ehmed 176 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:08 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 143 roj in di çalakiyê de ne
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:04 Qeyûmên Mêrdînê 3 milyar û nîv TL deyn li dû xwe hiştin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
09:00 ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2024’AN
08:56 Ketina Kato ji bo 15 rojan hate qedexekirin
16/04/2024
22:03 Ji jinan banga xweparastinê
19:24 Şenyaşarê tevî astengiya polîsan çalakiya xwe berdewam kir
19:22 YSK'ê îtîrazên ji bo 2 bajar, 11 navçe û 7 bajarokan red kir
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
17:53 5 meh cezayê hefsê dan Leyla Guvenê
15:46 Li Amedê qezaya trafîkê: Mirî û birîndar hene!
15:32 Piştî hilbijartinê anketa nû: AKP li paş ket
15:04 Hamas: 33 hezar û 843 kes mirin
14:21 Banga 1’ê Gulanê: Em li dijî pergala bêedalet dakevin qadan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:40 Danişîna doza 6 rojnamevanan hate taloqkirin
12:35 9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê dike
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:41 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:36 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 57 hezar û 578 lîre ye
11:25 TEV-ÇAND: Hozan Sefkan bingeha eniya çand û hunerê ava kir
11:04 Li Stenbolê polîsan bi ser malan de girtin
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
10:24 Di bihayê zêr de rekoreke nû
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:07 Rojnameger Silêman Ehmed 175 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:04 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm